Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lûqa 15:28 - Peymana Nû (Încîl)

28 Bira hêrs kʼet û nexwest ku herʼe hindurʼ. Bav derkʼete derva, lava wî kir.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

28 Birayê mezin hêrs ket û nexwest ku here hundir. Bavê wî derket û jê hêvî kir.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

28 Бьра һерс кʼәт у нәхԝәст кӧ һәрʼә һьндӧрʼ. Бав дәркʼәтә дәрва, лава ԝи кьр.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

28 بله گوره مَزِن کَربه وی وَبو و نَخاست بِچیتَ ناو ماله. بابه وی هاتَ دَروَ و هِوی له گِر.

Gade chapit la Kopi




Lûqa 15:28
25 Referans Kwoze  

Lê fêrisî û qanûnzana bîna xwe teng dikir û digotin: «Eva gunekʼara qebûl dike û tʼevî wan nan dixwe».


Gava wî fêrisîyê ku ew tʼeglîf kiribû ev yek dît, dilê xweda got: «Heger Eva pʼêxember bûya, wê bizanibûya ku kʼî ye û yeke çawa ye destê xwe daye Wî», çimkî yeke çʼeʼvder bû.


Lê cihûyêd ku bawer nekirin dilê necihûya qilqilandin û rʼakirine miqabilî bira.


Gava cihûya ew eʼlalet dît, ji hʼevsûdîyê miqabilî gotinêd Pawlos sekinîn û ew bêhurmet kirin.


û ji Orşelîmê girtî bi navê Wî tʼobeyî û baxşandina guna nav hʼemû miletada wê bê dannasînkirinê.


Orşelîm! Orşelîm! Tu ku pʼêxembera dikujî û şandîyêd cem xwe didî ber kevira. Çend cara Min xwest ku zarʼêd te usa bicivanda, çawa mirîşk cûcûkêd xwe bin baskêd xweda dicivîne, lê te nexwest!


Fêrisîya û qanûnzanêd wan bîna xwe teng kirin û şagirtêd Wîrʼa gotin: «Çima hûn tʼevî xercgir û gunekʼara dixwin û vedixwin?»


Gava heqê xwe standin, hindava xweyê rʼezda bîna xwe teng kirin û gotin:


Vana dikir, wekî em necihûyarʼa xeber nedin, ku ew xilaz bin. Bi vê yekê her gav kʼasa xweye guna dadigirtin û heyneser xezeb anîne serê xwe.


Awa em ji alîyê Mesîhda qasidîyê dikin, çawa ku Xwedê bi me hîvî ji we dike: Em alîyê Mesîhda rʼeca ji we dikin, tʼevî Xwedê li hev werin!


Ez dîsa dipirsim: Gelo Îsraêl pê nehʼesîya? Pêşîyê Mûsa dibêje: «Ezê bi miletê ne milet hêlana bidime we û bi miletekî bêfeʼm hêrsa we rʼakim».


Hingê ji Entakyayê û Qonyayê cihû hatin, eʼlalet dane alîyê xwe, Pawlos dane ber kevira, ji bajêr kʼaşî der kirin, wan tʼirê mirîye.


Lê cihûya hêlan dane kʼulfetêd xwedêbawere xweyîqedir, tʼevî giregirêd bajêr, miqabilî Pawlos û Barnabas rʼakirin û ji sînorêd xwe derxistin.


Û yekî kʼotî hat, li ber Îsa çok da, rʼeca jê kir û gotê: «Heger Tu bixwazî, dikarî min paqij kî».


Xulêm wîrʼa got: ‹Birê te hatîye, bavê te canegayê dermalîkirî serjêkirîye, çimkî ew sax û silamet vegerʼîyaye›.


Ewî li bavê xwe vegerʼand û got: ‹Eva muxdarê çend sala ne ku ez terʼa xulamtîyê dikim û ji gurʼa te qet dernekʼetime, te qet karek jî nedaye min ku min tʼevî heval-hogirêd xwe kʼêf bikira.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite