Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lûqa 15:13 - Peymana Nû (Încîl)

13 Pey çend rʼojarʼa kurʼê biçʼûk her tiştê xwe tʼop kir çû welatekî dûr. Li wir ewî eʼmirê toltîyê derbaz kir, hʼemû hebûka xwe pʼûçʼ kir.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

13 «Piştî çend rojan kurê biçûk her tiştê xwe da hev û çû welatekî dûr. Li wir wî bi serserîtî malê xwe tert û bela kir.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

13 Пәй чәнд рʼожарʼа кӧрʼе бьчʼук һәр тьште хԝә тʼоп кьр чу ԝәлатәки дур. Ль ԝьр әԝи әʼмьре толтийе дәрбаз кьр, һʼәму һәбука хԝә пʼучʼ кьр.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

13 پاشه مدَتَگه، گوره گوشگَ هَچی دِشدا هَبو خِر گِر و چو بُ وَلاتَگَ دور و ثَروَتا خو وِدَره بِ عیاشیه خِسار گِر.

Gade chapit la Kopi




Lûqa 15:13
35 Referans Kwoze  

Merivekî dewletî hebû, ku kʼincê rʼewş û nazik li xwe dikir û her rʼoj bi eşq-şa kʼêf dikir.


Îsa şagirtêd Xwerʼa got: «Merivekî dewletî hebû, wekʼîlxercekî wî hebû. Rʼojekê gilî gihîşte wî, yançîye wekʼîlxercê wî hebûka wî pʼûçʼ dike.


Lê gava ew kurʼê teyî ku hebûka te bir, tʼevî qava pʼûçʼ kir hat, te bona wî canegayê dermalîkirî serjêkir›.


Xirabîya wanê li wan vegerʼe. Kʼêfa dilê xwerʼa xirabîya ku rʼo-nava-rʼojê dikin xwerʼa şabûn hʼesab dikin. Evana lekʼe û hʼeram in, tʼevî we dixwin-vedixwin û hingê nava rʼîyêd xweye derewda kʼêf dikin.


Û hat Mizgînîya eʼdilayîyê da we necihûyêd dûrî Xwedê û cihûyêd nêzîkî Wî.


Lê hûn ku wextekê dûrî van yeka bûn, niha tʼevî Mesîh Îsa bûne, bi xûna Mesîh hûn nêzîk bûne.


Yê biçʼûk gote bavê xwe: ‹Bavo, ji hebûka xwe çi ku pʼara min dikʼeve, bide min›. Û ewî wanarʼa hebûk pʼarevekir.


Û gava tiştek dêstda nema, wî welatîda jî bû xelayîke mezin û ew kʼete hʼalekî giran.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite