Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lûqa 14:23 - Peymana Nû (Încîl)

23 Û axê xulêmrʼa got: ‹Derkʼeve serê rʼê û dirba, zorê li her kesî bike bîne vir, ku mala min tʼijî be.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

23 Û axa ji xulam re got: ‹Rabe, derkeve ser rê û sêncan, bi zorê xelkê bîne hundir, da ku mala min tije bibe.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

23 У ахе хӧлемрʼа гот: ‹Дәркʼәвә сәре рʼе у дьрба, зоре ль һәр кәси бькә бинә вьр, кӧ мала мьн тʼьжи бә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

23 ایجا آغایه وی گُت: ”هَرَ بُ جادا و رِیه دَروَیی شَهری و بِ زُره خلقه بینَ مِوانداریا مِن گو مالا مِن تِژی بیت.

Gade chapit la Kopi




Lûqa 14:23
37 Referans Kwoze  

Em Wî dannasîn dikin, her kesî şîret dikin, her kesî bi hʼemû serwaxtîyê hîn dikin, wekî her kesî yektîya Mesîhda gihîştî li ber Xwedê bidine sekinandinê.


Awa em ku haş ji xofa Xudan hene, dikin ku meriva bînine rʼayê. Û em Xwedêva jî eʼyan in, guman heye, ku em îsafa weva jî eʼyan in.


Xeberê dannasîn ke, ser wê nêt-fikirê be, heger wextda be, yan bê wext be, li şaşîya hilê, pêşîya neheqîyê bigire, dil bide meriva, bi tʼemamîya sebirê hîn ke.


Awa em ji alîyê Mesîhda qasidîyê dikin, çawa ku Xwedê bi me hîvî ji we dike: Em alîyê Mesîhda rʼeca ji we dikin, tʼevî Xwedê li hev werin!


Lê tʼenê gerekê hûn bawerîyêda hʼîmgirtî qewîn bimînin û ji wê gumana Mizgînîyê nekʼevin, ya ku we bihîst û wan hʼemûyarʼa, yêd ku bin pʼerʼê eʼzmênda dimînin hate dannasînkirinê. Û ez, Pawlos bûme berdestîyê wê.


Lê belê ez dipirsim: Gelo wana ne bihîst? Naqewime. Çimkî nivîsar e: «Dengê wan tʼemamîya eʼrdê hilda û xebera wan li qulbêd dinyayê bela bû».


Awa bira weva eʼyan be, wekî xilazkirina Xwedê necihûyarʼa hate şandinê û ewê guhdarîya Wî bikin».


Gava ew miqabilî wî rʼabûn û ew bêhurmet kirin, ewî kʼincê xwe dawşand û gote wan: «Xûna we serê we be, ez bêsûc im. Ji vir şûnda ezê herʼime cem necihûya».


Em jî çawa heval-xebatêd Xwedê îdî hîvî ji we dikin, yêd ku kʼerema Xwedê standine, nehêlin ku ew kʼerem bêfeyde be.


Lê Xudan jêrʼa got: «Tu herʼe, çimkî Min ew çawa hacetek bijartîye, wekî navê Min necihûya, pʼadşa û zarʼêd Îsraêlêva bide naskirinê.


Bona vê yekê Ez werʼa dibêjim, ku Pʼadşatîya Xwedê wê ji we bê standinê û miletekî usarʼa bê dayînê, wekî bona Wî ber bîne.


Gava ew neferêd xweva pê avê hatine nixumandinê, hîvî ji me kir û got: «Heger hûn min bawermenda Xudan hʼesab dikin, kʼerem kine mala min, li wir bimînin». Û zor li me kir em birin.


Lê wana zor li Wî kir û got: «Îşev li cem me bimîne, çimkî êvar e, rʼo çûye ava». Û Ew çû hindurʼ, ku li cem wan bimîne.


Û heger yekî qulixêda zorê li te bike, wekî kîlomêtirekê te bibe, tʼevî wî duda herʼe.


Peyrʼa xulêm gotê: ‹Axayê min, te çawa eʼmir kir, min usa jî kir, lê dîsa cî heye›.


Ez werʼa dibêjim, ku ji wan merivêd tʼeglîfkirî tʼu kes ji şayîya min wê tiştekî teʼm neke›».


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite