Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lûqa 12:5 - Peymana Nû (Încîl)

5 Lê Ezê werʼa bêjim, ku hûn ji kʼê bitirsin. Ji Wî bitirsin, Yê ku pey kuştinêrʼa jî hʼukumê Wî heye bavêje ceʼnimê. Belê, Ez werʼa dibêjim ji Wî bitirsin!

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

5 Lê ez nîşanî we bidim ku hûnê ji kê bitirsin: Ji wî bitirsin, ku piştî dikuje, dikare bavêje dojehê; erê, ez ji we re dibêjim ku ji wî bitirsin!

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

5 Ле Әзе ԝәрʼа бежьм, кӧ һун жь кʼе бьтьрсьн. Жь Ԝи бьтьрсьн, Йе кӧ пәй кӧштьнерʼа жи һʼӧкӧме Ԝи һәйә бавежә щәʼньме. Бәле, Әз ԝәрʼа дьбежьм жь Ԝи бьтьрсьн!

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

5 بله اَزه نیشا وَ بِدَم گو اون ژه چه کَسَگه دِبی بِتِرسِن: ژه اَو کَسه گو پاشه گُشتِنه، اقتدارا هِنده هَیَ گو پاوِژیتَ جَهنَمه دا. بَله، اَز بُ وَ دِبِژِم، ژه وی بِتِرسِن.

Gade chapit la Kopi




Lûqa 12:5
16 Referans Kwoze  

Çimkî hʼeyfa Xwedê li wan milyakʼetêd ku gune kirin nehat, lê ew qeydkirî avîtine zindana teʼrîstanîyê, Rʼoja Dîwanêrʼa dane xweykirinê.


Û ji wan netirsin yêd ku bedenê dikujin, lê nikarin rʼuhʼ bikujin. Lê hûn ji Wî bitirsin, Yê ku dikare rʼuhʼ û bedenê ceʼnimêda unda ke.


Wî bi dengekî bilind digot: «Ji Xwedê bitirsin û şikirîyê bidine Wî, çimkî sihʼeta dîwankirina Wî pêrʼa gihîşt. Serê xwe ber Wî daynin, Yê ku eʼrd û eʼzman, beʼr û avêd kanîya eʼfirandine».


Tiştekî tirs û xof e, ku bikʼevine destê Xwedêyê sax!


Hingê Mirin û Dîyarê Mirîya hatine avîtinê nava gola êgir. Ev gola êgir mirina duda ye.


Bira nebe ku yek wê yekêda ji eʼsiltîyê derê û namûsa xûşk-birarʼa bilîze. Xudanê bona van hʼemû tişta hʼeyfê ji meriva hilde, çawa me ev yek pêşda werʼa got û bi meʼrîfetî tʼemî li we kir.


Hingê Ewê yêd milê Xweyî çʼepêrʼa bêje: ‹Nifirʼlêbûyîno! Dûrî Min herʼin nava agirê hʼeta-hʼetayê, ku bona mîrêcin û milyakʼetêd wî hazir bûye.


Xudan, kʼî ji Te wê netirse û rʼûmetê nede wî navê Te? Çimkî Tu tʼenê Yê pîroz î. Hʼemû miletê berbi Te bên û serê xwe ber Te daynin, çimkî kirêd Teye rʼast xuya bûn».


Lê Ez werʼa dibêjim, kʼî ser birê xwe hêrs kʼeve, wê bibe deyndarê dîwanê û kʼî bêje birê xwe: ‹Bê aqil›, ewê bibe deyndarê dîwana civîna giregira û kʼî ku bêje: ‹Axmax›, wê bibe deyndarê agirê dojê.


Û evê herʼine cefê hʼeta-hʼetayê, lê yêd rʼast wê herʼine jîyîna hʼeta-hʼetayê».


Lê hûn haş ji xwe hebin! Min her tişt pêşda werʼa got.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite