Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lûqa 12:42 - Peymana Nû (Încîl)

42 Xudan got: «Kʼî ye ew wekʼîlxercê amin û serwaxt, ku axayê wî, wê wî ser xulamêd xwe serwêr kʼifş ke, ku wextda xwarina wan bide wan.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

42 Û Xudan got: «Ew şahneyê dilsoz û şehreza kî ye ku axayê wî ew daniye ser xulamên xwe, da ku xwarina wan di dema wan de bide wan?

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

42 Хӧдан гот: «Кʼи йә әԝ ԝәкʼилхәрще амьн у сәрԝахт, кӧ ахайе ԝи, ԝе ԝи сәр хӧламед хԝә сәрԝер кʼьфш кә, кӧ ԝәхтда хԝарьна ԝан бьдә ԝан.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

42 عیسیْ خاده گُت: «بَ اَو پِشَکاره اَمین و زانا کِیَ گو اَربابه وی اَو دانا بیتَ سَر سَره اَهله مالا خو گو پِشگا رِسقه وان وقتیدا بِدَت؟

Gade chapit la Kopi




Lûqa 12:42
29 Referans Kwoze  

Guhdarîya rʼêberêd xwe bikin û gurʼa wanda bin. Ewana bona rʼuhʼê we xewê ji çʼeʼvê xwe dikin, çimkî wê bona we cabdar bin. Bira ew wî şixulê xwe eşq û şa bikin, ne ku bi ofe-ofê, çimkî ew yek kʼarê nade we.


Rʼêberêd xwe bîr bînin, yêd ku werʼa xebera Xwedê gotine. Dîna xwe bidine axirîya eʼmirê wan û çʼeʼv bidine bawerîya wan.


Xeberê dannasîn ke, ser wê nêt-fikirê be, heger wextda be, yan bê wext be, li şaşîya hilê, pêşîya neheqîyê bigire, dil bide meriva, bi tʼemamîya sebirê hîn ke.


Ew berpirsîyarêd ku serwêrtîyê rʼind dikin, bira dubare hêjayî qedir bin, îlahî ewêd ku xeberdan û hînkirinêda dixebitin.


Ji we kʼê çi pʼêşkʼêş standîye, bi wê jî hevrʼa xizmetkʼarîyê bikin, çawa wekʼîlêd qence kʼerema Xwedê.


Belê serwêr çawa malkirê Xwedê, gerekê bêlekʼe be: Ne serhʼişk, ne hêrs, ne pey şeravê kʼetî, ne sirʼtûk, ne pey kʼeda hʼeram,


Niha miqatî xwe û tʼemamîya wî kerê pêz bin, ku Rʼuhʼê Pîroz hûn ser berpirsîyar kʼifş kirine. Şivantîyê civîna Xwedê bikin, ya ku Wî bi xûna Xwe qazinc kir.


Gava rʼo çû ava, xweyê rʼez wekʼîlê mala xwerʼa got: ‹Gazî pʼala ke, heqê wan bidê, ji yêd paşin destpêbike hʼeta yêd pêşin›.


Rʼast e Mûsa tʼemamîya mala Wîda xulamekî amin bû, bona şeʼdetîya wan tiştêd ku Xwedê wê bigota.


Lê heger ez derengî jî bikʼevim, tê zanibî gerekê çawa mala Xwedêda rʼabin-rʼûnên, ya ku civîna Xwedêyê sax e, stûn û hʼîmê rʼastîyê ye.


Gava Xudan dê dît, gunê Wî lê hat û wêrʼa got: «Negirî».


Ewî jî wanarʼa got: «Bona vê yekê her qanûnzanek ku Pʼadşatîya Eʼzmana hîn bûye, mîna merivekî xweyîmilkʼ e, ku ji xizna xwe tiştêd kevin û nû derdixe».


û ew şandine cem Xudan, wekî jê bipirsin: «Tu Ew î, Yê ku gerekê bihata, yan em hîvîya yekî din bin?»


Xwezî li wî xulamî, ku çaxê axayê wî bê, ewî usa bibîne.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite