Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lûqa 12:4 - Peymana Nû (Încîl)

4 Ez we pismamêd Xwerʼa dibêjim, ji wana netirsin, yêd ku bedenê dikujin, ji wê pêştir tiştekî din nikarin bikin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

4 «Lê ez ji we dostên xwe re dibêjim: Ji wan netirsin, yên ku bedenê dikujin û ji wê pê ve nikarin tiştekî xerabtir bikin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

4 Әз ԝә пьсмамед Хԝәрʼа дьбежьм, жь ԝана нәтьрсьн, йед кӧ бәдәне дькӧжьн, жь ԝе пештьр тьштәки дьн нькарьн бькьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

4 «هَوالِت مِن، اَز بُ وَ دِبِژِم ژه اَو کَسه گو بَدَنه دِگُژِن و وه زِدَتِر نِگارِن چه بِگَن، نَتِرسِن.

Gade chapit la Kopi




Lûqa 12:4
20 Referans Kwoze  

Û ji wan netirsin yêd ku bedenê dikujin, lê nikarin rʼuhʼ bikujin. Lê hûn ji Wî bitirsin, Yê ku dikare rʼuhʼ û bedenê ceʼnimêda unda ke.


Ji wan tengasîya netirse, kʼîjanê bêne serê te. Va mîrêcin wê ji we hineka bavêje kelê, wekî hûn bêne cêrʼibandinê û hûnê dehe rʼoja cefê bikʼişînin. Hʼeta mirinê amin bimîne, Ezê tʼacê jîyînê bidime te.


Tʼu alîyava ji peykʼetîyêd xwe venekʼişin. Ev yek nîşaneke undabûna wan û xilazbûna we ye û ev jî ji Xwedê ye.


Lê heger hûn bona rʼastîkirinê cefê jî bibînin, hûne xwezilî ne! Îdî ji meriva netirsin û xwe unda nekin.


Û gotina nivîsarê hate sêrî, ku dibêje: «Birahîm Xwedê bawer kir û ew jêrʼa rʼastî hate hʼesabê» û dostê Xwedê hate gotinê.


Lê ez eʼmirê xwe layîqî tʼu tiştî nakim, tʼenê dikim bigihîjime meremê xwe û wê qulixa ku min ji Xudan Îsa standîye bînime sêrî, awa gotî Mizgînîya kʼerema Xwedê bi meʼrîfetî dannasîn kim.


Gava wana mêrkʼîmîya Petrûs û Yûhʼenna dît û pê hʼesîyan ku evana merivne nexwendî û nezan in, eʼcêbmayî man û nas kirin, ku evana tʼevî Îsa bûne.


Tʼu hʼizkirin ser wê hʼizkirinêrʼa tʼune, ku yek eʼmirê xwe ber dostêd xweva bide.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite