Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lûqa 12:37 - Peymana Nû (Încîl)

37 Xwezî li wan xulama, ku çaxê axayê wan bê, wan hʼişyar bibîne. Ez rʼast werʼa dibêjim, ewê pişta xwe girêde, wan ser sifrê bide rʼûniştandinê û berdestîyê wanrʼa bike.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

37 Çi xwezî bi wan xulamên ku gava axayê wan bê, ew wan hişyar bibîne! Bi rastî ez ji we re dibêjim, ewê pişta xwe girêde, wan li ser sifrê bide rûniştin û wê bê, xizmetê ji wan re bike.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

37 Хԝәзи ль ԝан хӧлама, кӧ чахе ахайе ԝан бе, ԝан һʼьшйар бьбинә. Әз рʼаст ԝәрʼа дьбежьм, әԝе пьшта хԝә гьредә, ԝан сәр сьфре бьдә рʼуньштандьне у бәрдәстийе ԝанрʼа бькә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

37 خَنیَگه حاله خُلامِت گو وقته آغایه وان تِت، اَوان شار و هیشیار بِبینیت. بَراستی، اَز بُ وَ دِبِژِم، آغا بِشتبِنا خو بُ شُله دیه گِردَت، اَوان دیه بینیتَ سَر سِرفِگه و دیه بِت و بُ وان خِذمَته بِگَت.

Gade chapit la Kopi




Lûqa 12:37
25 Referans Kwoze  

Awa delalno, hûn ku hîvîya van yeka ne, bikin ku Ew we bêlekʼe û bêqusûr eʼdilayîyêda tʼevî Xwe bibîne.


Awa hʼişyar bimînin, çimkî hûn nizanin Xudanê weyê kʼîjan rʼojê bê.


Kʼetime nava du kevira: Ez hʼizret im ku ji vî qalibî derêm, herʼime cem Mesîh, minrʼa eva hê gelekî qenc e,


Lê çawa nivîsar e: «Ew tiştêd ku çʼeʼva nedîtine û guha nebihîstine, dilê mêrivrʼa derbaz nebûne, Xwedê bona wan hazir kirine, yêd ku Wî hʼiz dikin».


Hingê min ji eʼzmên dengek bihîst ku got: «Binivîse: Ji vir şûnda xwezilî ne ew meriv, yêd ku bona bawerîya ser Xudan wê bimirin». Rʼuhʼ dibêje: «Belê! Ewê ji xebata xwe rʼihʼet bin, çimkî kirêd wan tʼevî wan diçin».


Bi vî awayî dergehê li ber we bi merʼdanî vebe, ku bikʼevine Pʼadşatîya hʼeta-hʼetayêye Xudan û Xilazkirê me Îsa Mesîh.


Ewê ku bixwaze Minrʼa xizmetkʼarîyê bike, bira pey Min bê. Ez li kʼu derê bim, xizmetkʼarê Min jî wê li wê derê be. Heger yek Minrʼa xizmetkʼarîyê dike, Bav jî wê qedirê wî bigire.


Hʼişyar bimînin û her gav dua bikin, wekî hûn bikaribin ji wan hʼemû tiştêd ku wê biqewimin birʼevin-xilaz bin û li ber Kurʼê Mêriv rʼûspî bisekinin».


Çimkî ew Berxê ku goveka tʼextda ye, wê şivantîyê li wan bike, wan bibe ser kanîyêd ava jîyînê. Û Xwedê jî wê hʼemû hêsirêd çʼeʼvêd wan paqij ke».


Ewê ku serkʼeve, Ezê destûrê bidimê ku tʼevî Min ser tʼextê Min rʼûnê, çawa ku Ez serkʼetim û tʼevî Bavê Xwe ser tʼextê Wî rʼûniştim.


Çimkî bona min jîyîn Mesîh e û mirin jî kʼar e.


Wê pêşîyê jêrʼa nebêje: ‹Şîva min hazir ke, pişta xwe girêde û berdestîyê minrʼa bike. Ez bixwim û vexwim, paşê jî tu bixwe û vexwe›?


Xwezî li wî xulamî, ku çaxê axayê wî bê, ewî usa bibîne.


Hûn mîna wan meriva bin, yêd ku hîvîya axayê xwe ne, ku ewê kʼengê ji deʼwatê vegerʼe, ku çaxê bê dêrî xe, pêrʼa-pêrʼa rʼabin dêrî vekin.


Niha kʼî ye mezin, yê li sifrê rʼûniştî yan berdestî? Ne yê li sifrê rʼûniştî? Û Ez nava weda mîna berdestîkî me.


«Va ye Ezê mîna diza bêm! Xwezî li wî, yê ku hʼişyar dimîne û kʼincêd xwe xwey dike, wekî teʼzî negerʼe û eʼyba wî xuya nebe!»


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite