Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lûqa 12:32 - Peymana Nû (Încîl)

32 Netirse, kerîyê pêzî biçʼûk! Çimkî li Bavê we xweş hat, ku pʼadşatîyê bide we.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

32 Ya keriyê biçûk, netirse, çimkî li Bavê we xweş hat ku Padîşahiyê bide we.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

32 Нәтьрсә, кәрийе пези бьчʼук! Чьмки ль Баве ԝә хԝәш һат, кӧ пʼадшатийе бьдә ԝә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

32 «اَی هِشَما گوشگَ، نَتِرسِن، چون گو کَیف خوشیا بابه وَ اَوَیَ گو اَوه پادشاهیه بِدَتَ وَ.

Gade chapit la Kopi




Lûqa 12:32
30 Referans Kwoze  

Awa em vê yekê bişêkirînin, ku em pʼadşatîke nehʼejîyayî distînin û bi vî awayî bi xof û tirs Xwedê bihʼebînin, çawa ku li Wî xweş tê,


çimkî Xwedê Xwexa vê yekê dike dilê we, ku hûn dixwazin û dikin, çawa li Wî xweş tê.


Wî çaxî Ew bi Rʼuhʼê Pîroz şa bû û got: «Şikir navê Te be Bavo, Xudanê eʼrd û eʼzman, ku Te ev tişt ji zana û bîlana veşartin û li ber zarʼa vekir. Belê Bavo, çimkî aha li Te xweş hat.


Hingê Pʼadşa wê yêd li milê Xweyî rʼastêrʼa bêje: ‹Werin bimbarekbûyîyêd alîyê Bavê Minda! Ew Pʼadşatîya ku bona we ji wextê eʼfirandina dinyayêda hazir bûye war bin.


Bona vê yekê em her gav bona we dua dikin, ku Xwedêyê me, we hêjayî wê gazîyê ke û hʼemû nêt-meremêd weye qenc û kirinêd weye ji bawerîyê bi qewatê bîne sêrî.


Bi vî awayî dergehê li ber we bi merʼdanî vebe, ku bikʼevine Pʼadşatîya hʼeta-hʼetayêye Xudan û Xilazkirê me Îsa Mesîh.


Lê Îsa wê demê deng da wan û got: «Ser xwe bin! Ez im! Netirsin!»


Îdî şevê li wir tʼunebe, wê rʼonaya çʼirê û rʼoyê kêr neyên, çimkî Xudan Xwedê wê li wan rʼonayî ke û hʼeta-hʼetayê pʼadşatîyê bikin.


Ev yek îzbat dike, ku dîwana Xwedê rʼast e. Û bi vî awayî hûnê hêjayî Pʼadşatîya Xwedê bin, bona kʼîjanê jî hûn wan teʼlî-tengîya dibînin.


Çimkî maşê gune mirin e, lê pʼêşkʼêşa Xwedê jîyîna hʼeta-hʼetayê ye, bi saya Xudanê me Mesîh Îsa.


Bibihên xûşk-birayêd mine delal! Ne Xwedê belengazêd vê dinê bijartin, wekî bi bawerîyê dewletî bin û warêd wê Pʼadşatîyê bin, kʼîjan ku Xwedê wanrʼa soz daye, yêd ku Wî hʼiz dikin?


Îsa cab da û got: «Pʼadşatîya Min ne ji vê dinyayê ye. Heger pʼadşatîya Min ji vê dinyayê bûya, berdestîyêd Minê şerʼ kirana ku Ez nekʼetama destê cihûya. Lê pʼadşatîya Min ne ji vê dinyayê ye».


Bi vî awayî yêd paş wê bibine pêş û yêd pêş wê bibine paş».


Hʼevza xwe ji pʼêxemberêd derew bikin. Ewê bi pʼostê pêz bêne cem we, lê hindurʼva gurêd pʼerʼanî ne.


Niha miqatî xwe û tʼemamîya wî kerê pêz bin, ku Rʼuhʼê Pîroz hûn ser berpirsîyar kʼifş kirine. Şivantîyê civîna Xwedê bikin, ya ku Wî bi xûna Xwe qazinc kir.


Ez zanim pey çûyîna minrʼa gurêd devxûn wê bikʼevine nava we û hʼeyfa wan wê kêrî neyê.


Çimkî serwaxtîya Xwedê nehişt ku dinya bi serwaxtîya xwe Wî nas ke, lê li Xwedê xweş hat, bi wê hînkirina «bêhʼişî» yêd ku bawer dikin xilaz ke.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite