Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lûqa 11:13 - Peymana Nû (Încîl)

13 Hûn ku xirab in, zanin tiştêd qenc bidine zarʼêd xwe, lê Bavê eʼzmana wê çiqas zêde Rʼuhʼê Pîroz bide ewêd ku ji Wî dixwazin».

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

13 Bi ser ku hûn xerab in jî, hûn dizanin diyariyên qenc bidin zarokên xwe. Îcar Bavê ezmanî hê çiqas bêtir wê Ruhê Pîroz bide wan ên ku ji wî dixwazin.»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

13 Һун кӧ хьраб ьн, заньн тьштед ԛәнщ бьдьнә зарʼед хԝә, ле Баве әʼзмана ԝе чьԛас зедә Рʼӧһʼе Пироз бьдә әԝед кӧ жь Ԝи дьхԝазьн».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

13 ایجا هَگو اون بِ تواوی پیسیتیا خو دِزانِن گو دِبی دِشده قَنج بِدَنَ زارویه خو، چه قیاس گَلَکتِر بابه اَسمانیه وَ رِحا مُقدسا خدا دیه بِدَتَ هَچی کَسه گو ژه وی بِخازیت.»

Gade chapit la Kopi




Lûqa 11:13
30 Referans Kwoze  

Hûn ku xirab in, zanin tiştêd qenc bidine zarʼêd xwe, lê Bavê weyî Eʼzmana wê çiqas tiştêd qenc bide ewêd ku ji Wî dixwazin.


Îsa lê vegerʼand û gotê: «Heger te dayîna Xwedê bizanibûya û bizanibî Kʼî ye ku terʼa dibêje: ‹Avekê bide Min Ez vexwim›, teyê ji Wî av bixwesta û Ewî wê ava jîyînê bida te».


Ewê ku hʼeyfa Wî Kurʼê Wî nehat, lê bona me hʼemûya da der, îdî wê çawa her tiştî tʼevî Wî pʼêşkʼêşî me neke?


Petrûs wanrʼa got: «Tʼobe kin û bira ji we her yek bi navê Îsa Mesîh bona baxşandina guna bê nixumandinê û hûnê Rʼuhʼê Pîroz pʼêşkʼêş bistînin.


Heger hûn neheqîyêd merivaye hindava weda ku dikin bibaxşînin, Bavê weyî Eʼzmana jî wê we bibaxşîne.


Pʼûtpʼarist li pey wan hʼemû tişta dikʼevin, lê Bavê weyî Eʼzmana zane ku hûn hʼewcê wan hʼemû tişta ne.


Ewî wanarʼa got: «Gava hûn dua dikin, aha bêjin: Bavo, Navê Te pîroz be. Pʼadşatîya Te bê.


Heger gîhayê çolê, ku îro heye û sibê davêjine nava êgir, Xwedê usa dixemilîne, lê çiqas zêde wê li we ke, kêmbawerno?


wekî hûn bibine zarʼêd Bavê xweyî Eʼzmana. Çimkî Ew teʼva Xwe derdixe hin ser qenca, hin jî ser xiraba û baranê dibarîne hin ser rʼasta, hin jî ser nerʼasta.


Usa jî bira rʼonaya we ber meriva şewq bide, ku ewana kirinêd weye qenc bibînin û pesinê Bavê weyî eʼzmana bidin.


Ez zanim ku nava minda, awa gotî binyatʼa minda, tʼu tiştê qenc namîne, çimkî xîreta min qebûl nake, lê ew yek minrʼa li hev nayê.


Çimkî heger bi neheqîya merivekî û rʼûyê wîda mirinê hʼukum kir, çiqas zêde ewêd ku kʼerema Xwedêye dewlemend û rʼasthʼesabbûnê pʼêşkʼêş distînin wê jîyînêda bi saya Yekî, awa gotî Îsa Mesîh pʼadşatîyê bikin.


Çimkî em jî wextekê bêfeʼm bûn, xweserîxwe, xalifî û xulamêd cûrʼe-cûrʼe temêd xirab û kʼêfa dilê xwe bûn, me nava xirabîyê û hʼevsûdîyêda dijît, em mîna meʼrê rʼeş, li ber çʼeʼvê hev rʼeş bûn.


yan jî hêkê bixwaze, dûpʼişkê bidê?


Gelo Xwedê jî bijartîyêd Xwerʼa wê heqîyê neke, yêd ku şev û rʼoj hewara xwe Wî datînin? Yan Ewê caba wan derengî bêxe?


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite