Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lûqa 10:21 - Peymana Nû (Încîl)

21 Wî çaxî Ew bi Rʼuhʼê Pîroz şa bû û got: «Şikir navê Te be Bavo, Xudanê eʼrd û eʼzman, ku Te ev tişt ji zana û bîlana veşartin û li ber zarʼa vekir. Belê Bavo, çimkî aha li Te xweş hat.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

21 Wê gavê Îsa bi Ruhê Pîroz gelek şa bû û got: «Ya Bavo, Xudanê erd û ezmên, ez ji te re şikir dikim, ku te ev tiştên ha ji şehreza û zaneyan veşartine û ji zarokan re eşkere kirine. Erê, Bavo, çimkî ev yek li te xweş hat.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

21 Ԝи чахи Әԝ бь Рʼӧһʼе Пироз ша бу у гот: «Шькьр наве Тә бә Баво, Хӧдане әʼрд у әʼзман, кӧ Тә әв тьшт жь зана у билана вәшартьн у ль бәр зарʼа вәкьр. Бәле Баво, чьмки аһа ль Тә хԝәш һат.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

21 هَ وه سَعَته، عیسی له رِحا مُقدسا خدا شاد بو و گُت: «بابو، خُدانه اَسمان و عَردی اَز شُکرا تَ دِگَم گو تَ اَو دِشدَنَ ژه مِرُوِت زانا و شارَزا وَشارتیَ و بُ بِچوگه گوشگَ آشگَرا گِریَ. بَله، بابو، چون گو اِرادا تَ یا پْر ژه لطف وِسایَ.

Gade chapit la Kopi




Lûqa 10:21
29 Referans Kwoze  

Lê heger ev Mizgînîya ku em didin veşartî ye jî, ew li ber undabûyîya veşartî ye.


Çawa Xwedê qirara Xweda pêşda kʼifş kiribû, ku her tişt li gora xwestin û eʼmirê Wî be, em cihû yektîya Mesîhda pʼara Xwedê kʼetine,


Ewî em pêşda kʼifş kiribûn, çawa li qirara Wî xweş hat, ku me bi destê Îsa Mesîh bike lawêd Xwe.


Ez rʼast werʼa dibêjim, kʼî Pʼadşatîya Xwedê mîna zarʼokekê qebûl neke, ew tʼu car nakʼeve nava wê».


û gotine Wî: «Tu dibihêyî ev çi dibêjin?» Îsa wanarʼa got: «Belê. We qet nexwendîye ku: ‹Te bi zarêd tʼifal û dergûşa pesindayîn anî sêrî›?»


Îsa lê vegerʼand û gotê: «Xwezî li te, Şimhʼûnê kurʼê Yûhʼenna, çimkî xûn û goşt ev yek eʼyanî te nekirin, lê Bavê Minî eʼzmana.


Û çaxê ew bibîne, wê gazî der û cînara ke û wanrʼa bêje: ‹Tʼevî min şa bin! Min zîvê xweyî undakirî dît›.


Û gava bibîne, wê ji şabûna dayne ser milê xwe,


Hingê kevir wêda kirin. Îsa serê Xwe bilind kir û got: «Bavo, Ez zeʼf rʼazî me ku Te dengê Min bihîst.


Gava Yûhʼenna dît ku ji fêrisî û sadûqîya jî gelek hatine wekî bêne nixumandinê, ewî gote wan: «Çʼêjikêd meʼra! Kʼê werʼa got, ku hûn ji xezeba tê birʼevin?


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite