Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lûqa 10:2 - Peymana Nû (Încîl)

2 û wanarʼa got: «Nandirûn gelek e, lê pʼale hindik in. Awa hîvî ji Xweyê nandirûnê bikin, wekî pʼala nandirûna Xwerʼa bişîne.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

2 Wî ji wan re got: «Dexil gelek e, lê pale hindik in. Loma ji xwediyê dexlê lava bikin, da ku ji bo dexla xwe paleyan bişîne.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

2 у ԝанарʼа гот: «Нандьрун гәләк ә, ле пʼалә һьндьк ьн. Аԝа һиви жь Хԝәйе нандьруне бькьн, ԝәки пʼала нандьруна Хԝәрʼа бьшинә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

2 گُتَ وان: «حاصِل گَلَکَ، بله پالَ گِمِن. بَهنده، ژه خُدانه حاصِله لاواهیا بِگَن پالا بُ دورونا حاصِلا خو رِگَت.

Gade chapit la Kopi




Lûqa 10:2
48 Referans Kwoze  

Em hîvî ji we dikin xûşk-birano, qedirê wan bigirin, yêd ku nava weda dixebitin, jîyîna xwedênasîyêda seʼvîtîyê li we dikin û we şîret dikin.


Û wanrʼa got: «Herʼine her çar alîyêd dinyayê û Mizgînîyê bidine her merivî.


Lê tu her tiştîda serxwe bimîne, li tengasîya sebir ke, kirê mizgîndar bike, qulixê xwe biqedîne.


Heyneser xûşk-birano, bona me dua bikin, wekî xebera Xudan zû pêşda herʼe û bê pesindayînê, çawa nava weda bû.


Ev yek mîna merivekî ye, ku mala xwe dihêle û derdikʼeve rʼêwîtîyê. Berî çûyînê tʼemîya mala xwe dide xulamêd xwe, şixulê wan her kesî didê û eʼmirî ser dergehvan dike, ku hʼişyar bimîne.


Bona vê yekê em dixebitin û diçerçirin, çimkî em gumana xwe li Xwedêyê sax tînin, ku Xilazkirê hʼemû meriva ye, îlahî Yê bawermenda.


Hingê Ewî minrʼa got: ‹Herʼe, Ezê te bişînime dûr cem necihûya›».


Niha miqatî xwe û tʼemamîya wî kerê pêz bin, ku Rʼuhʼê Pîroz hûn ser berpirsîyar kʼifş kirine. Şivantîyê civîna Xwedê bikin, ya ku Wî bi xûna Xwe qazinc kir.


Awa evana ku ji Rʼuhʼê Pîroz hatine şandinê, berjêrî Sêlûkyayê bûn û ji wir bi gemîyê derbazî Qubrisê bûn.


Evana ku nava hʼebandina Xudanda bûn û rʼojî digirtin, Rʼuhʼê Pîroz wanrʼa got: «Barnabas û Şawûl Minrʼa bona wî şixulê ku Min gazî wan kirîye cude kin».


Ewêd ku ji dest wê zêrandina pey kuştina Steyfanrʼa bela-belayî bibûn, gihîştine hʼeta Fînîkyayê, Qubrisê û Entakyayê û tʼenê cihûyarʼa xeber dannasîn dikirin.


Ewêd bela-belayî bibûn digerʼîyan, Mizgînîya xeberê didan.


Îsa gazî her donzdeh şagirtêd Xwe kir, qewat û hʼukum da wan, ku hʼemû cina derxin û ji nexweşîya qenc kin.


Şagirt jî çûn, li her cîyî dannasîn kirin. Xudan piştovanê wan bû û bi van nîşana xebera Xwe dida îzbatkirinê, kʼîjanêd ku bi destê wan dibûn.


«Pʼadşatîya Eʼzmana mîna vê yekê ye: Merivekî xweyîmilkʼ sibehê zû rʼabû, wekî bona rʼezê tirîyêd xwe pʼala bigire.


Lê min usa rʼê têrʼa dît, wekî ez wî birayê me Êpafrodîto bişînime cem we, yê ku tʼevî min xebitî û şerʼê xwe kir, kʼîjan we şandibû ku kʼomek bida min.


Çimkî yêd mayîn her kes li pey kʼara xwe kʼetîye, ne ku ya Îsa Mesîh.


Û Xwedê pêşîyê hinek civînêda kirine şandî, ya duda pʼêxember, ya sisîya dersdar, paşê yêd kʼeremetkir, peyrʼa yêd xweyîyê pʼêşkʼêşêd nexweşqenckirinê, kʼomekdarîyê, seʼvîtîyê û yêd zimanêd xerîb.


Bona wê yekê jî ez dixebitim û anegorî wê qewata Wî şerʼê xwe dikim, Ya ku nava minda bi zorayî ya Xwe dike.


çimkî ew bona şixulê Mesîh hʼeta ber derê mirinê jî çû û destê xwe ji eʼmirê xwe jî kʼişand, wekî dewsa wê xizmetkʼarîya ku weyê minrʼa bikira ewî xwexa bikira.


Lê Mesîh çawa kurʼ hindava mala Xwedêda amin bû. Û ew mala Wî em in, heger em wê eʼgîtîyê û gumana ku em pê difirʼin qewîn bigirin.


Ew xebat û cefê me tê bîra we xûşk-birano? Em şev û rʼoj dixebitîn, ku ser we tʼu kesî nebine bargiranî, gava me Mizgînîya Xwedê werʼa dannasîn kir.


Silavê Êpafrasê xulamê Mesîh Îsa jî li we hene, ku ew yek ji we ye. Ew her gav bi dil û can bona we dua dike, wekî hûn gihîştî miqerʼm sekinî bin, tʼemamîya eʼmirê Xwedêda bawer bin.


Em jî çawa heval-xebatêd Xwedê îdî hîvî ji we dikin, yêd ku kʼerema Xwedê standine, nehêlin ku ew kʼerem bêfeyde be.


Lê ez bi kʼerema Xwedê me çi jî heme û kʼerema Wî ku bi minrʼa ye, boş-betal nîbû. Lê serda ez ji wan hʼemû şandîya zeʼftir xebitîm û ne ku ez bûm, lê kʼerema Xwedêye ku bi minrʼa ye.


Ji Pawlos, bona Mesîh Îsa girtî û Tîmotʼêyoyê bira, Filîmonê heval-xebat û delalê xwerʼa,


Milyakʼetê civîna Efesêrʼa binivîse bêjê: Ewî ku hʼeft steyrk destê Wîyî rʼastêda û nava hʼeft şemdanêd zêrʼînda digerʼe, aha dibêje:


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite