Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lûqa 1:6 - Peymana Nû (Încîl)

6 Evana her du jî li ber Xwedê rʼast bûn û nav hʼemû tʼemî û qanûnêd Xudanda bêqusûr diçûn.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

6 Û herdu jî li ba Xwedê rast bûn û li gor hemû emir û qanûnên Xudan bê kêmahî rêve diçûn.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

6 Әвана һәр дӧ жи ль бәр Хԝәде рʼаст бун у нав һʼәму тʼәми у ԛанунед Хӧданда беԛӧсур дьчун.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

6 هر دوگ نَظَرا خدادا مِرُوه صالِح بون و گورَیَگی تواوی اَمر و فَرضه خاده به گِماسی دِژیان.

Gade chapit la Kopi




Lûqa 1:6
33 Referans Kwoze  

wekî hûn nava vî nisilê neheq û xalifîda bêlekʼe û bêqusûr, zarʼêd Xwedêye bêsûc bin. Nava vanda şewq bidin mîna rʼonayêd eʼzmana,


Bona vê yekê çiqas ji min tê, ez diceʼdînim hʼemû wextî bi îsafa rʼihʼet li ber Xwedê û meriva bim.


De bira Ew dilê we bişidîne, wekî hûn pîrozîyêda bêqusûr bin, li ber Xwedê Bavê me, wextê hatina Xudanê me Îsa, hʼemû pîrozêd Xweva tʼevayî.


Bi wê yekê em zanin ku em Wî nas dikin, heger em tʼemîyêd Wî xwey kin.


Awa delalno, hûn ku hîvîya van yeka ne, bikin ku Ew we bêlekʼe û bêqusûr eʼdilayîyêda tʼevî Xwe bibîne.


Zarʼokno, bira tʼu kes we nexapîne. Yê ku rʼastîyê dike, ew yekî rʼast e, çawa Îsa rʼast e.


Heger hûn zanin ku Ew rʼast e, usa jî zanibin her kesê ku rʼastîyê dike, ew ji Wî bûye.


lê niha Ewî bi mirina Mesîhe bedenî hûn tʼevî Xwe li hev anîn, wekî we li ber Xwe pîroz, bêlekʼe û bêsûc bide sekinandinê.


Rʼûspîtîya me ev e: Îsafa me şeʼdetîyê dide, wekî me bi dilê sax û vekirî ji Xwedêda li vê dinê eʼmirê xwe derbaz kir, îlahî hindava weda, ne ku bi serwaxtîya merivayîyê, lê bi kʼerema Xwedê.


Ez pʼeyê we didim, wekî hûn hʼemû derecada min bîr tînin û ew rʼaw-rʼizimêd ku min dane we pêk tînin.


Pawlos dîna xwe da civîna giregira û got: «Gelî bira! Min bi îsafa rʼihʼet li ber Xwedê eʼmirê xwe hʼeta îro derbaz kirîye».


Îsa wanrʼa got: «Hûn ew in yêd ku xwe ber meriva rʼast didine kʼifşê, lê Xwedê dilê we zane. Bizanibin ku ew tiştê nav merivada xweyîqedir e, ew li ber Xwedê hʼeram e.


Lê zarʼêd wan tʼunebûn, çimkî Êlîzabêtê zarʼ nedanîn û her duya jî eʼmirê xwe derbaz kiribûn.


Hingê merivek Orşelîmêda hebû, navê wî Şimhʼûn bû. Ew merivekî rʼast, xwedêxof û li hîvîya berdilîya Îsraêlê bû. Rʼuhʼê Pîroz jî li ser wî bû


Dawid bona Wî dibêje: ‹Min tʼimê Xudan pêşîya xwe didît, çimkî Ew li alîyê minî rʼastê ye, ku ez nelikʼumim.


Pʼara te vê yekêda tiştek tʼune, çimkî dilê te li ber Xwedê ne rʼast e.


wekî rʼastbûna tʼemîyêd Qanûnê nava meda bê qedandinê, em ku bi binyatʼa merivayî najîn, lê bi Rʼuhʼ.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite