Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lûqa 1:20 - Peymana Nû (Încîl)

20 Va tê lal bî û nikaribî xeber dî, hʼeta wê rʼoja ku ev tişt bêne sêrî, çimkî te ew gotinêd min bawer nekirin, ku wê wextê xweda bêne sêrî».

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

20 Va ye, heta wê roja ku ev tişt pêk bê, tê lal bibî û hew bikarî bipeyivî. Çimkî te bi wan gotinên min ên ku di wextê xwe de wê bên cih, bawer nekir.»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

20 Ва те лал би у нькарьби хәбәр ди, һʼәта ԝе рʼожа кӧ әв тьшт бенә сери, чьмки тә әԝ готьнед мьн баԝәр нәкьрьн, кӧ ԝе ԝәхте хԝәда бенә сери».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

20 نَهَ، تِیه لال بی و حَتا رُژا قَوِمینا وان دِشدانَ، تِ نَشه قِسَ گَی، چون تَ قِسه مِن گو وقته خودا دیه بِقَوِمِن، باوار نَگِر.»

Gade chapit la Kopi




Lûqa 1:20
22 Referans Kwoze  

Ez kʼîjana hʼiz dikim li wan hiltêm û wan şîret dikim. Bona vê yekê xîret ke û ji gunekirinê vegerʼe!


Awa îdî du tişt hene, soz û sondê Xwedêye ku nayêne guhastinê, kʼîjanada nabe ku ew derew derê. Van her du tiştada dildayîneke meye eʼseyî heye, ku em lê sitʼar bûne, lema jî em dikarin xwe bavêjine wê gumana pêşîya xwe.


Û çaxê ew derkʼete derva, îdî nikaribû wanarʼa xeber da. Wana şik bir, ku pʼaristgehêda tişt hatîye li ber çʼeʼva. Û ewî bi nîşana wanarʼa xeber dida û lal ma.


usa jî bona wê gumana jîyîna hʼeta-hʼetayê gazîkirî. Bona wê jîyînê, Xwedêyê xweyê gotina Xwe, hê dewrêd berêda soz daye


Heger em amin nemînin, Ewê amin bimîne, çimkî Ew nikare Xwe înkʼar ke.


Xwezî li wê, ku gotina Xudan bawer dike, ku çi jêrʼa hatîye gotinê, wê bê sêrî».


Pey vê yekêrʼa Îsa Xwe nîşanî yanzdeha kir, gava ew li ser sifrê rʼûniştibûn. Ewî li wan hilat bona nebawerî û serhʼişkîya wan, çimkî wana yêd ku Ew ji mirinê rʼabûyî dîtibûn bawer nekirin.


Îsa li wan vegerʼand û got: «Hey nisilê nebawer! Hʼeta kʼengê Ezê tʼevî we bim? Hʼeta kʼengê Ezê li we sebir kim? Wî bînine cem Min».


Awa heger ji wan hinek amin neman, dibe ku ji dest bêaminîya wan Xwedê wê bêamin derê?


Milyakʼet lê vegerʼand û gotê: «Ez Cibrayîl im, ku li ber Xwedê disekinim. Û ez hatime şandinê, ku terʼa bêjim û vê mizgînîyê bidime te.


Hʼeta hingê cimeʼt hîvîya Zekerîya bû û eʼcêbmayî diman, ku ew pʼaristgehêda derengî dikʼet.


Destxweda zar-zimanê wî vebû, xeber da, şikirî da Xwedê.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite