Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lûqa 1:17 - Peymana Nû (Încîl)

17 Ewê bi rʼuhʼ û qewata Êlyas pʼêxember pêşîya Xudanva herʼe, wê dilê bava ser zarʼada û neêlima berbi feʼmdarîya rʼasta vegerʼîne, wekî cimeʼtekê bona Xudan hazir ke».

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

17 Û ewê bi ruh û bi hêza Êlyas pêxember li pêşiya Xudan here, da ku ew dilê bavan li zarokan û neguhdaran li şehrezayiya dilpakan vegerîne, da ji Xudan re miletekî pêkhatî amade bike.»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

17 Әԝе бь рʼӧһʼ у ԛәԝата Елйас пʼехәмбәр пешийа Хӧданва һәрʼә, ԝе дьле бава сәр зарʼада у нәельма бәрбь фәʼмдарийа рʼаста вәгәрʼинә, ԝәки щьмәʼтәке бона Хӧдан һазьр кә».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

17 یحیا له رِح و قُدرَتا الیاس پِیغَمبَردا، پِش خاده دا دیه بِت گو دله باوان نِیزوکی دله زاروگان بِگَت و مِرُوه سَرکِش فِر گَت گو بِزُورِنَ سَر رِیا صالِحا، گو قَومَگه حاضِر بویی بُ خاده دامَزِرِنیت.»

Gade chapit la Kopi




Lûqa 1:17
38 Referans Kwoze  

Û heger hûn dixwazin vê yekê qebûl kin, ew e Êlyasê ku gerekê bihata.


Tu, lo kurʼiko, tê pʼêxemberê Yê Herî Jorin bêyî gotinê, tê pêşîya Xudanva herʼî, wekî rʼîya Wî hazir kî


Hûn xwexa şeʼdêd min in, ku min gotîye: ‹Ez ne Mesîh im, lê yê li pêşîya Wî şandî me›.


Hingê min kʼursî dîtin ku ew li ser wan rʼûniştin, kʼîjanarʼa hate dayînê, wekî dîwanê bikin. Usa jî min rʼuhʼêd wan dîtin, serê kʼîjana bona şeʼdetîya Îsa û bona xebera Xwedê hatibûne lêxistinê, kʼîjana serê xwe li ber ceʼnewir û hʼeykelê wî danenîbûn û ne jî nîşana wî hildabûne ser eʼnî yan destê xwe. Evana dîsa sax bûn û tʼevî Mesîh hʼezar salî pʼadşatî kirin.


Lê hûn qebîleke jibare ne, kʼahînêd pʼadşatîyê, miletê buhurtî, cimeʼta Xwedê, wekî kʼeremetêd Wî bikine dengî, Yê ku hûn ji teʼrîstanîyê gazî rʼonaya xweye hʼujmekʼar kirine.


şikirîya xwe bidine Bavê, ku hûn layîqî vê yekê kirine, wekî hûn Pʼadşatîya rʼonayêda tʼevî cimeʼta Wî bibine xweyîpʼar.


Awa heger yek xwe ji wan tiştêd necayîz paqij ke, ewê bibe derdaneke dereca bilind, buhurtî-jibare, kêrî xweyê xwe hatî, bona her derecêd qencda hazir.


Wî ev yek kir, wekî dewlemendtîya rʼûmeta Xwe wan derdanarʼa bide kʼifşê, yêd ku bûne xweyê vê rʼeʼmê, kʼîjan ku Wî pêşda hazir kiribûn, wekî ew tʼevî rʼûmeta Wî bibûna.


Min jî pêrʼa-pêrʼa şandine cem te û te jî qenc kir ku tu hatî. Niha em hʼemû jî li ber Xwedê sekinî ne, ku çi ji Xudan terʼa hatîye eʼmirkirinê bêjî, em jî bibihên».


Min jî dît û şeʼdetî da ku Ev e Kurʼê Xwedê».


Evana ne ji xûnê, ne ji xwestina bedenê û ne jî ji xwestina merivayê bûne, lê ew ji Xwedê bûne.


Wê ji zarʼêd Îsraêlê geleka berbi Xudan Xwedêyê wan vegerʼîne.


Çimkî Yûhʼenna Hêrodesrʼa çend cara gotibû: «Ne rʼast e ku tu Hêrodîyayê bistînî».


Belê zarʼokno, nava Wîda bimînin, wekî çaxê Ew eʼyan be, em ji hatina Wî venekʼişin, li ber Wî şermî nemînin.


Kʼincê Yûhʼenna ji pirʼçʼa devê bû û qayîşeke çʼerm li piştê bû. Xwarina wî jî kulî û hingivê çolê bû.


Yûhʼenna ew bû, bona kʼîjanî Îşaya pʼêxember gotibû: «Dengek berʼîyêda dike gazî: ‹Rʼîya Xudan hazir bikin û şiverʼîyêd Wî rʼast bikin›».


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite