Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Korîntî II, 9:8 - Peymana Nû (Încîl)

8 Xwedê dikare hʼemû alîyava ser weda bibarîne, wekî her alîyada her gav hʼemû tiştêd weye kêrhatî hebin û zêde be jî bona her kirinêd qenc.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

8 Û Xwedê dikare ku her keremê bi zêdehî bide we, wisa ku hergav di her tiştî de têra we hebe û ji bo her karê qenc hê zêdetir hebe.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

8 Хԝәде дькарә һʼәму алийава сәр ԝәда бьбаринә, ԝәки һәр алийада һәр гав һʼәму тьштед ԝәйә керһати һәбьн у зедә бә жи бона һәр кьрьнед ԛәнщ.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

8 خدا دِگاریت گو تواوی نعمتا بُ وَ زِدَ گَت، گو وِسا وَ همو جاره، همو دِشدی دا، کامِل کفایت هَبیت و بُ هر شُلَگه قَنج زِدَتِر هَبیت.

Gade chapit la Kopi




Korîntî II, 9:8
28 Referans Kwoze  

Awa şikir ji Wîrʼa be, Yê ku dikare her tiştî hê zêde ke, ne çawa em dixwazin yan difikirin, bi wê qewata ku nava meda dixebite,


Yêd ji me jî bira hîn bin, pey kirinêd qenc bin, wekî kêrî hʼewcetîya merivayê bên û bê ber nebin.


Çawa hûn her tiştîda tʼêre-tʼijî ne, bawerîyê, xeberdanê, zanebûnê, tʼemamîya xîretêda û wê hʼizkirina xweye hindava meda, usa jî vî şixulê qencda tʼêr-tʼijî bin.


Awa xûşk-birayêd mine delal, qewîn bimînin, ji cîyê xwe nehʼejin, her gav şixulê Xudanda pêşda herʼin, bizanibin xebata we boş-betal nîne li ber Xudan.


Hûnê her tiştîva dewletî bin, wekî her alîyava merʼd bin û ew qencîyêd hûn bi destê me dikin, bibine meʼnî ku şikirîyê bidine Xwedê.


Nava wê hêsîrî-belengazîya ku pê hatine cêrʼibandinê û nava kʼesîbîya xweye giranda jî, şabûna wan hê zêde bû û hê xwe dane merʼdanîyê.


Vê gotinêda xêlif tʼune. Û ez dixwazim ku tu van tişta eʼseyî kî, wekî yêd ku bawerîya xwe Xwedê tînin, xîret kin, tiştêd qenc bikin. Evana merivarʼa qenc û kʼar in.


Belê em çêkirîyêd Wî ne, yektîya Mesîh Îsada xuliqî, bona kirinêd qenc, ya ku Xwedê pêşda hazir kir, ku em wanda bimînin.


Ji we kʼê çi pʼêşkʼêş standîye, bi wê jî hevrʼa xizmetkʼarîyê bikin, çawa wekʼîlêd qence kʼerema Xwedê.


Ewî Xwe bona me da der, ku me ji hʼemû neheqîya xilaz ke û paqij ke, bike cimeʼta Xweye xîretkʼêşêd kirinêd qenc.


û ne ku tʼenê haqas, lê usa jî ji alîyê civînada hate bijartinê, ku bibe hevalê wê rʼêwîtîya ku em kʼomekdayînêrʼa qulix dikin, bona rʼûmeta Xudan û wekî em dilxwestina xwe jî vê yekêda bidine kʼifşê.


wekî hûn bikaribin xwe usa xwey kin, çawa layîqî Xudan e, her alîyava li Wî xweş bên, her qencîkirinêda xweyîber bin, bi zanebûna Xwedê bigihîjin.


Yafayêda kʼulfeteke şagirt hebû, navê wê Tabîtʼa, ku «Xezal» tê welgerʼandinê. Eva nava hʼemû qencî û xêrkirinada mabû.


bira dil bide we û we nava hʼemû kira û gotinêd qencda bişidîne.


wekî merivê Xwedê bêkêmasî be, bona hʼemû kirinêd qenc hazir sekinî be.


çimkî hûn kʼetine bin eʼnena, ku bizanibin, gelo Mesîh pê min xeber dide. Ew hindava weda ne sist e, lê nava weda qewat e.


Ne ku ez hʼewcê tiştekî me ku vê yekê werʼa dibêjim. Ez hîn bûme, ku hʼemû hʼalîda rʼazî bim.


Awa heger yek xwe ji wan tiştêd necayîz paqij ke, ewê bibe derdaneke dereca bilind, buhurtî-jibare, kêrî xweyê xwe hatî, bona her derecêd qencda hazir.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite