Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Korîntî II, 9:13 - Peymana Nû (Încîl)

13 Ev kirina we rʼastîya bawerîya we îzbat dike, bi vî awayî şikirîya xwe Xwedê tînin bona guhdarîkirina Mizgînîya Mesîhe ku hûn îqrar dikin û bona wê merʼdanîya we, ku hûn alîkʼarîya wan û hʼemûya dikin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

13 Gelek mirov ji ber xizmeta we ya kifşbûyî, ji bo guhdana we ya Mizgîniya Mesîh û eşkerekirina wê û ji bo camêriya we ya levakirina bi wan û yên din re, pesnê Xwedê didin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

13 Әв кьрьна ԝә рʼастийа баԝәрийа ԝә избат дькә, бь ви аԝайи шькьрийа хԝә Хԝәде тиньн бона гӧһдарикьрьна Мьзгинийа Мәсиһә кӧ һун иԛрар дькьн у бона ԝе мәрʼданийа ԝә, кӧ һун аликʼарийа ԝан у һʼәмуйа дькьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

13 بِن امتحانا وه خِذمَته دا بَر خاطره اطاعتا وَ، خلق دیه حمد و ثنایا خدا بِژِن، هَمَن اَو اطاعتا گو بِ اعتراف گِرِنا وَ بِ انجیلا مسیحْ تِت، و هَمژی بَر خاطره وه مَردیتیه یَ گو بِ کمک گِرِن بُ وان و بُ همو کَسه اون نیشان دِدَن.

Gade chapit la Kopi




Korîntî II, 9:13
27 Referans Kwoze  

Usa jî qencî û alîhevkirinê bîr nekin, çimkî qurbanêd usa li Xwedê xweş tên.


Usa jî bira rʼonaya we ber meriva şewq bide, ku ewana kirinêd weye qenc bibînin û pesinê Bavê weyî eʼzmana bidin.


Û bona min şikirî didane Xwedê.


Gava ez bona Mizgînîdayîna Mesîh gihîştime Troyayê, min dît ku Xudan derîk li ber min vekirîye.


Heger yek xeber dide, bira gotinêd Xwedê xeber de, heger yek xizmetkʼarîyê dike, bira bi wê qewatê bike, ku Xwedê dayê, wekî her tiştîda navê Xwedê bê bilindkirinê bi Îsa Mesîh, rʼûmet û qudret ji Wîrʼa hʼeta-hʼetayê. Amîn.


Lê hûn qebîleke jibare ne, kʼahînêd pʼadşatîyê, miletê buhurtî, cimeʼta Xwedê, wekî kʼeremetêd Wî bikine dengî, Yê ku hûn ji teʼrîstanîyê gazî rʼonaya xweye hʼujmekʼar kirine.


De em wê gumana ku em îqrar dikin qewîn bigirin û ji cî nehʼejin, çimkî amin e, Ewê ku soz daye.


Gava wê yekêda hate kʼamilkirinê, bona hʼemûyêd ku guhdarîya Wî dikin, Ew bû kanîya xilazbûna hʼeta-hʼetayê


Awa ku Serekkʼahînekî meyî mezin heye, ku eʼzmanarʼa derbaz bûye, Îsayê Kurʼê Xwedê, de werin em wê bawerîya ku îqrar dikin qewîn bigirin.


Awa xûşk-birayêd pîroz, hûn ku heval-pʼarêd wê gazîya eʼzmên in, li Îsa binihêrʼin, Wî şandîyî û Serekkʼahînê ku em îqrar dikin.


Leca bawerîyêda qenc birʼeve, jîyîna hʼeta-hʼetayê qazinc ke, kʼîjanêrʼa tu hatî gazîkirinê û li ber gelek şeʼda te ew îqrara qenc îqrar kir.


Em wan şêwira û hʼemû bilindcîyêd kʼubarîyêye miqabilî zanebûna Xwedê betal dikin û hʼemû fikira dikine hêsîr, êlimî Mesîh dikin.


gelekî hîvî jî dikirin, ku em qedirê wan bigirin, bihêlin ku ew tʼevî vê kʼomekdayîna bona cimeʼta Xwedê bin.


lê niha bi nivîsarêd pʼêxembera eʼyan bû û bi eʼmirê Xwedêyê hʼeta-hʼetayê hate naskirinê, wekî hʼemû milet bawer bikin û guhdar bin.


Gava ku ev yeka bihîstin, dengê xwe birʼîn, şikirî dane Xwedê û gotin: «Wekî usa ye Xwedê eva mecala da necihûya jî, ku ji gunekirinê vegerʼin û bijîn».


Wana dîsa gef li wan xwar û berʼdan. Ber cimeʼtê meʼnîk ser wan nedîtin ku ceza bidana wan, çimkî hʼemûya jî bona ew tiştê qewimî şikirî didane Xwedê.


Bi vê yekê Bavê Minê bê rʼûmetkirinê, gava hûn pê gelek berdayînê bidine kʼifşê, ku hûn bûne şagirtêd Min.


Hûn çima Minrʼa ‹Xudan! Xudan!› dibêjin û wan tiştêd ku Ez werʼa dibêjim nakin?


Gava eʼlaletê ev yek dît, xofê ew girtin û şikirî dane Xwedê, ku ev hʼukum daye meriva.


Lê hʼemûya gurʼa Mizgînîyê nekir, çimkî Îşaya dibêje: «Xudan, kʼê ew gotina ku me got bawer kir?»


yê dil dide mêriv, bira li pey wê yekê be, ewê pʼarevedike, bira bi merʼdanî bike, ewê serwêr e, bira xîret be, ewê qencîyê dike, bira bi eşq û şa bike.


Dua bikin, wekî ez ji destê wan xilaz bim, yêd ku Cihûstanêda nebawer in û wekî xizmetkʼarîya mine bona kʼomekdayînê Orşelîmêda li cimeʼta Xwedê xweş bê.


Û ewê bona we dua bikin, hʼeyra weda bin, bona wê kʼerema Xwedêye ser kʼerema, ya ku werʼa hatîye dayînê.


Li ber Xwedêyê ku eʼmir dide hʼemû eʼfirîna û li ber Mesîh Îsayê ku li ber Pîlatoyê Pontîyo şeʼdetîya îqrara qenc da, ez tʼemîyê didim te,


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite