Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Korîntî II, 8:2 - Peymana Nû (Încîl)

2 Nava wê hêsîrî-belengazîya ku pê hatine cêrʼibandinê û nava kʼesîbîya xweye giranda jî, şabûna wan hê zêde bû û hê xwe dane merʼdanîyê.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

2 Di nav ceribandina tengahiya mezin de, şahiya wan a germ û belengaziya wan a kûr, bi dewlemendiya comerdiya wan fûriya.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

2 Нава ԝе һесири-бәләнгазийа кӧ пе һатьнә щерʼьбандьне у нава кʼәсибийа хԝәйә гьранда жи, шабуна ԝан һе зедә бу у һе хԝә данә мәрʼданийе.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

2 چون وقته گو اَو بِ گَلَک ایزایه زُر امتحان دِبون، ژه کَیف خوشیا وان یا به حد و بِ نَییتیا وان یا گَلَک، مَردیتیَگه مَزِن دووهار بویَ.

Gade chapit la Kopi




Korîntî II, 8:2
20 Referans Kwoze  

Bibihên xûşk-birayêd mine delal! Ne Xwedê belengazêd vê dinê bijartin, wekî bi bawerîyê dewletî bin û warêd wê Pʼadşatîyê bin, kʼîjan ku Xwedê wanrʼa soz daye, yêd ku Wî hʼiz dikin?


Ez haş ji tengasî û belengazîya te heme, lê belê tu dewletî yî! Usa jî haş ji buxdanêd wan heme, yêd ku xwerʼa dibêjin: ‹Eme cihû ne›. Ew ne cihû ne, lê ew ji kʼinîşta mîrêcin in.


em çawa yêd zelûlîyêda ne, lê em her tʼim şa ne, çawa yêd belengaz, lê em geleka dewletî dikin, çawa kʼifş dibe yanê tiştekî me tʼune, lê her tiştêd me hene.


Ev kirina we rʼastîya bawerîya we îzbat dike, bi vî awayî şikirîya xwe Xwedê tînin bona guhdarîkirina Mizgînîya Mesîhe ku hûn îqrar dikin û bona wê merʼdanîya we, ku hûn alîkʼarîya wan û hʼemûya dikin.


Û we jî çʼeʼv da me û Xudan, nava gelek tengasîyada xeber qebûl kir, bi eşqa Rʼuhʼê Pîroz şa bûn.


yê dil dide mêriv, bira li pey wê yekê be, ewê pʼarevedike, bira bi merʼdanî bike, ewê serwêr e, bira xîret be, ewê qencîyê dike, bira bi eşq û şa bike.


Çimkî hûn jî xûşk-birano, kʼetine hʼalê wan civînêd Xwedêye pʼara Mesîh Îsa, ku li Cihûstanê ne, we jî xût ew cefa destê miletê xweda kʼişandin, çawa wan jî destê wan cihûyada,


Hûnê her tiştîva dewletî bin, wekî her alîyava merʼd bin û ew qencîyêd hûn bi destê me dikin, bibine meʼnî ku şikirîyê bidine Xwedê.


Rʼûspîtîya me ev e: Îsafa me şeʼdetîyê dide, wekî me bi dilê sax û vekirî ji Xwedêda li vê dinê eʼmirê xwe derbaz kir, îlahî hindava weda, ne ku bi serwaxtîya merivayîyê, lê bi kʼerema Xwedê.


Yan îzina min li ser malê min tʼune, çi ku ez bixwazim wê jî bikim? Yan tu hʼevsûdîyê dikî, ku ez merʼd im?›


Yan jî tu ku dewlemendtîya şîrinayî, berbihêrî û sebira Wî bêhurmet dikî, tu nizanî ku şîrinayîya Xwedê te dibe berbi tʼobekirinê?


Hema bona wê yekê jî min nivîsîye, wekî we bicêrʼibînim bizanibim kʼa hûn her tiştîda guhdar in.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite