Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Korîntî II, 7:11 - Peymana Nû (Încîl)

11 De dîna xwe bidine wê berxwekʼetina li gora xwestina Xwedê ku çiqas kʼar da we: We çawa ceʼdand bi rʼûspîtî caba xwe da! Çi hêrs, çi xof, çi hʼizret, çi xîret, çi cezadayîna bona neheqîyê! We hʼemû alîyava xwe da kʼifşê, ku hûn van yekada ser nixta hʼelal in.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

11 Binêrin eynî vê xemgînbûna li gor Xwedê bi we re çi sergiranî, çi daxwaza li we neyê girtin, çi hêrs, çi hişyarbûn, çi bêrîkirin, çi xîret û çi cezakirina neheqiyê pêk anî. Di vê yekê de we bi her awayî pakbûniya xwe nîşan da.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

11 Дә дина хԝә бьдьнә ԝе бәрхԝәкʼәтьна ль гора хԝәстьна Хԝәде кӧ чьԛас кʼар да ԝә: Ԝә чаԝа щәʼданд бь рʼуспити щаба хԝә да! Чь һерс, чь хоф, чь һʼьзрәт, чь хирәт, чь щәзадайина бона нәһәԛийе! Ԝә һʼәму алийава хԝә да кʼьфше, кӧ һун ван йәкада сәр ньхта һʼәлал ьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

11 بَرخودَنه اَو نَرِحَتیا گو بِ اِرادا خدا بو ناو وَدا مِجِد بویَ باعیثه چه: چه اشتیاقَگ بُ ایثبات گِرِنا به گُنَهیا خو، چه کَربَگ، چه تِرسَگ، چه حَسرتَگ، چه غیرتَگ، چه جَزایَگ! وَ همو آلیادا خو ایثبات گِریَ گو اون وه مَسَله دا به تقصیرِن.

Gade chapit la Kopi




Korîntî II, 7:11
54 Referans Kwoze  

Kʼê bi van xulamtîyê Mesîhrʼa dike, ew li Xwedê xweş tê û dibe şîrinê meriva.


Bike ku tu li Xwedê xweş bêyî, pʼalekî usa ku şerm nekî, xebera rʼastîyê rʼast şirovekî.


û ne ku tʼenê pê hatina wî, lê bi wê yekê jî, ku çawa we dil dabû ber wî. Ewî merʼa gilî kir, ku hûn çiqasî demana minda ne, şîn û girî ne û xîreta min dikʼişînin. Bi vê yekê dilê min hê şabûn kʼetê.


Ez kʼîjana hʼiz dikim li wan hiltêm û wan şîret dikim. Bona vê yekê xîret ke û ji gunekirinê vegerʼe!


Hineka jî ji agir birʼevînin xilaz kin, dilê we ser yêd mayîn jî bi tirs bişewite, lê jîyîna wane gunekʼare mîna kʼinca lewitʼî ber çʼeʼvê we rʼeş be.


Mîna dergûşêd li ber bistên, hʼeyra şîrê sipîyî rʼuhʼanîda bin, ku hûn bi wî xilazbûnêrʼa mezin bin.


Heger hûn Wîrʼa Bavo dibêjin, Yê ku bê firqî dîwana her kesî weke eʼmelêd wî dike, ku usa ye vî wextê xerîb-firarîya xweye vê dinê bi xofa Xwedê derbaz kin.


Awa ew sozê ku bona kʼetina nava rʼihʼetîya Wî hê dimîne, lema gerekê em haş ji xwe hebin, ku ji we tʼu kes ji wê rʼihʼetîyê nemîne.


Vê gotinêda xêlif tʼune. Û ez dixwazim ku tu van tişta eʼseyî kî, wekî yêd ku bawerîya xwe Xwedê tînin, xîret kin, tiştêd qenc bikin. Evana merivarʼa qenc û kʼar in.


Awa delalîyêd minno, çawa ez nava weda bûm hûn tʼimê guhdar bûn, niha hê gelekî guhdar bin, gava ne nava weda me. Bona xilazbûna xwe bi xof û tirs bixebitin, ku wê yekê bigihînine sêrî,


Tʼevî wan kirêd bêbere teʼrîyê nebin, lê wan ser avê xin,


Heger hûn hêrs kʼevin, guna nekin, bira rʼo ser hêrsa werʼa neçe ava


Lê em dua ji Xwedê dikin, ku hûn xirabîyê nekin, ne ku wekî em cêrʼibandinêda qenc kʼifş bin, lê wekî hûn qencîyê bikin, heger em pênebûyî jî kʼifş bin.


Çimkî ez wê rʼezedilîya we zanim û nava mekedonîyada pê we firʼnaq dibim dibêjim, ku we bawermendêd qeza Axayayê hê sala parva kʼarê xwe kʼomekdayînê kirîye û ev xîretkʼêşîya we, gelek ji nav wanda leqandine.


Em ku xweyê van soza ne delalno, de em xwe ji hʼemû kʼirêtîya qalib û rʼuhʼê xwe paqij kin û bi xofa Xwedê lap buhurtî-jibare bin.


Lê her tiştîda em xwe bi sebira xweye mezin didine kʼifşê, çawa qulixkʼarêd Xwedê: Teʼlî-tengîyada, hêsîrî-belengazîya û derd-kulada,


Ew ceza besî wî merivî ye, ku ji we geleka wîrʼa hatîye dayînê.


wekî dutîretî nekʼeve nava bedenê, lê hʼemû endem ji hevdurʼa şewat bin.


Û hûn ji kʼubarîyê hʼirʼ bûne! Ne gerekê we şîn bikira û yê xweyê vî kirî ji nava xwe derxista?


Rʼast e. Ewana ji dest nebawerîyê şkestin û te bi bawerîyê hʼîm girt. Kʼubar nebe, lê bitirse.


Gava Atʼînayêda Pawlos hîvîya wan bû, dilê wî ne rʼihʼet bû, çimkî dît bajar nava pʼûtpʼaristîyêda bû.


Hate bîra şagirtêd Wî ku aha hatîye nivîsarê: «Xîreta hindava mala Teda agir Min dixe».


Îsa bi hêrs li dora Xwe nihêrʼî, bona serhʼişkîya wan ber Xwe kʼet û wî merivîrʼa got: «Destê xwe dirêj ke». Ewî jî dirêj kir û destê wî dîsa qenc bû.


Lê niha ez şa me, ne ku bona wê yekê ku hûn ber xwe kʼetine, lê çimkî hûn bona tʼobekirinê ber xwe kʼetin. Hûn li gora xwestina Xwedê ber xwe kʼetin, usa ku we tʼu zîyan ji me nedît.


Lê heger neheqîya me heqîya Xwedê dide kʼifşê, em çi bêjin? Wekî usa ye Xwedê neheq e, ku xezebê tîne serê me? (Bi merivayî xeber didim).


Bira nebe ku yek wê yekêda ji eʼsiltîyê derê û namûsa xûşk-birarʼa bilîze. Xudanê bona van hʼemû tişta hʼeyfê ji meriva hilde, çawa me ev yek pêşda werʼa got û bi meʼrîfetî tʼemî li we kir.


Berpirsîyarêd ku nava gunada dimînin, li ber hʼemûya lê hilê, wekî yêd mayîn jî bitirsin.


Lê serwaxtîya jorin, berê pêşin paqij e, paşê eʼdil e, milûk û berbihêr e, bi rʼeʼmê û berêd qencîyêva tʼijî ye, bê tʼagêr û bê hʼilekʼarî ye.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite