Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Korîntî II, 7:10 - Peymana Nû (Încîl)

10 Berxwekʼetina li gora xwestina Xwedê mêriv berbi tʼobeyîyê dibe ku xilaz ke û pʼoşmanî têda tʼune, lê berxwekʼetina ji vê dinyayê berbi mirinê dibe.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

10 Çimkî xemgîniya li gor Xwedê, tobeya ku dibe xilasbûnê pêk tîne û poşmanî tê de tune. Lê heçî xemgîniya dinyayê ye, ew mirinê pêk tîne.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

10 Бәрхԝәкʼәтьна ль гора хԝәстьна Хԝәде мерьв бәрбь тʼобәйийе дьбә кӧ хьлаз кә у пʼошмани теда тʼӧнә, ле бәрхԝәкʼәтьна жь ве дьнйайе бәрбь мьрьне дьбә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

10 چون اَو نَرِحَتیا گو بِ اِرادا خدا بیت، باعیثه تَوبه دِبیت، گو دِبَتَ بُ نجاته و چه پُشمان بون چِنینَ. بله نَرِحَتیا وه دُنیایه باعیثه مِرِنه دِبیت.

Gade chapit la Kopi




Korîntî II, 7:10
32 Referans Kwoze  

Awa tʼobe kin û berbi Xwedê vegerʼin, ku gunêd we bêne rʼesîtkirinê.


Gava ku ev yeka bihîstin, dengê xwe birʼîn, şikirî dane Xwedê û gotin: «Wekî usa ye Xwedê eva mecala da necihûya jî, ku ji gunekirinê vegerʼin û bijîn».


Lê ewî xercgir dûr sekinîbû, rʼûyê wî nedigirt li eʼzmên jî binihêrʼîya, sîngê xwe dixist û digot: ‹Xwedê, li min gunekʼarî were rʼeʼmê›.


Ez werʼa dibêjim, usa jî milyakʼetêd Xwedê bona gunekʼarekî ku tʼobe dike, şa dibin».


Awa weva eʼyan e jî, paşê gava ewî bi hêsira xwest ku ew duayê nixurtîyê li wî jî bibe, hate tʼexsîrkirinê. Çʼare dêst nekʼet, wekî ew tiştê ji destê xwe kiribû paşda bistanda.


Ditirsim, ku gava ez dîsa ser weda bêm, Xwedêyê min serê min li ber we berjêr ke û bona geleka şînê bikim, kʼîjana pêşda gune kirine û ji kirêd hʼeramîyê, bênamûsîyê û toltîyê tʼobe nekiribin.


û Petrûs ew gotina Îsa anî bîra xwe ku wîrʼa gotibû: «Berî bangdana dîk, tê sê cara Min înkʼar kî». Derkʼete derva û kʼele-kʼel girîya.


Lê niha ez şa me, ne ku bona wê yekê ku hûn ber xwe kʼetine, lê çimkî hûn bona tʼobekirinê ber xwe kʼetin. Hûn li gora xwestina Xwedê ber xwe kʼetin, usa ku we tʼu zîyan ji me nedît.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite