Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Korîntî II, 6:1 - Peymana Nû (Încîl)

1 Em jî çawa heval-xebatêd Xwedê îdî hîvî ji we dikin, yêd ku kʼerema Xwedê standine, nehêlin ku ew kʼerem bêfeyde be.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

1 Em ên ku hevparên Xwedê yên xebatê ne, em ji we lava dikin ku hûn kerema wî badîhewa qebûl nekin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

1 Әм жи чаԝа һәвал-хәбатед Хԝәде иди һиви жь ԝә дькьн, йед кӧ кʼәрәма Хԝәде стандьнә, нәһельн кӧ әԝ кʼәрәм бефәйдә бә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

1 بَجا اَم گو گَل خدا شُل دِگَن، لاواهیا وَ دِگَن گو اون نَهِلِن وَ لطفا خدا به چِنَ اِستانده بیت.

Gade chapit la Kopi




Korîntî II, 6:1
19 Referans Kwoze  

Haş ji xwe hebin, nebe ku ji we yek destê xwe ji kʼerema Xwedê bike û nebe ku yek nava weda bibe rʼawekî teʼl tengasîyê bide û geleka jeʼrdadayî ke.


Çimkî em tʼevayî bona Xwedê dixebitin, hûn jî zevîya Xwedê ne, avayîyê Xwedê ne.


Ji we kʼê çi pʼêşkʼêş standîye, bi wê jî hevrʼa xizmetkʼarîyê bikin, çawa wekʼîlêd qence kʼerema Xwedê.


Ez kʼerema Xwedê tʼexsîr nakim, çimkî heger rʼasthʼesabbûn bi Qanûnê bûya, ku usa ye Mesîh badîhewa mir.


Îdî haş ji xwe hebin, nebe ku hûn Ewî werʼa xeber dide tʼexsîr kin. Heger ewêd ku li ser dinê Mûsa tʼexsîr kirin, kʼîjanî ku tʼemîyêd Xwedê didan xilaz nebûn, îdî emê çawa bikaribin xilaz bin heger em pişta xwe bidine Yê ku ji eʼzmana merʼa xeber dide?


Awa ez hîvî ji we dikim xûşk-birano, bona wê dilşewatîya Xwedê, qalibê xwe dîyarî Xwedê kin, çawa qurbaneke saxe durufkirî, li Wî qebûl, ya ku hʼebandina weye rʼuhʼanî ye.


Haqas tişt badîhewa hatine serê we? Naqewime ku badîhewa bin!


Awa ewana gelek wext li wir man, mêrkʼîmî ser Xudan xeber didan, Xudan jî xebera kʼerema Xwe îzbat dikir, bi destêd wan nîşan û kʼeremet didane kirinê.


Çimkî kʼerema Xwedê bona xilazbûna hʼemû meriva xuya bû,


Orşelîm! Orşelîm! Te pʼêxember dikuştin û şandîyêd cem xwe didane ber kevira! Çend cara Min xwest ku zarʼêd te usa bicivanda, çawa mirîşk cûcûkêd xwe bin baskê xweda dicivîne, lê we nexwest!


Ez, Pawlos xwexa hîvî ji we dikim, bi milûktî û şîrinayîya Mesîh, çawa tê gotinê ku ez rʼû bi rʼû nava weda mîna berxekî me, lê dûrva hindava weda mîna şêrekî me.


Gava gihîştê û kʼerema Xwedê dît, şa bû û dil dida wan hʼemûya ku bi tʼemamîya dilê xweva Xudanrʼa amin bimînin.


Bona vê yekê min îdî sebir nekir, Tîmotʼêyo şand, wekî ez haş ji bawerîya we hebim, ku nebe Cêrʼibandkir hûn cêrʼibandibin û cefê me deya herʼe.


Awa ew sozê ku bona kʼetina nava rʼihʼetîya Wî hê dimîne, lema gerekê em haş ji xwe hebin, ku ji we tʼu kes ji wê rʼihʼetîyê nemîne.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite