Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Korîntî II, 4:2 - Peymana Nû (Încîl)

2 Lê belê em ji tiştêd eʼybe dizîva dûr in û fêlbazîya nakin, xebera Xwedêda qelpîyê nakin. Lê serda em rʼastîyê eʼyan dikin û bi vî awayî xwe dîyarî îsafa her merivî dikin li ber Xwedê.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

2 Me tiştên veşartî yên bi şerm red kirin. Em bi qurnaziyê rêve naçin û em peyva Xwedê naguherin. Lê belê, em rastiyê diyar dikin û li ber Xwedê xwe ji wijdana her mirovî re tewsiye dikin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

2 Ле бәле әм жь тьштед әʼйбә дьзива дур ьн у фелбазийа накьн, хәбәра Хԝәдеда ԛәлпийе накьн. Ле сәрда әм рʼастийе әʼйан дькьн у бь ви аԝайи хԝә дийари исафа һәр мәрьви дькьн ль бәр Хԝәде.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

2 بَلگو مَ رِیه وَشارتی و عَیب رَد گِرِنَ. اَم قَبول ناگَن گو حیلَبازیه بِگَن و کلاما خدا عوض گَن، بَلگو بِ آشگَرا گُتِنا راستیه، اَم سَعی دِگَن گو حُضورا خدادا ژه آلیه وجدانا همویا بِنَ قَبول گِرِن.

Gade chapit la Kopi




Korîntî II, 4:2
16 Referans Kwoze  

Em ne mîna hineka ne, yêd ku xebera Xwedê kʼara xweva girêdidin, lê belê em çawa merivne ji Xwedêda şandî, li ber Xwedê bi heleqetîya Mesîh pê sitqê dilê rʼast xeber didin.


Awa em ku haş ji xofa Xudan hene, dikin ku meriva bînine rʼayê. Û em Xwedêva jî eʼyan in, guman heye, ku em îsafa weva jî eʼyan in.


Awa ji wext zûtir loma nekin, hʼeta hatina Xudan. Ewê tiştêd teʼrîyêda veşartî derxe rʼonayê û şêwirêd dila bide eʼyankirinê. Û hingê her kesê qîmetê xwe ji Xwedê bistîne.


Lê tʼenê ez ditirsim, tuwere çawa meʼr bi fêlbazîya xwe Hêwa xapand, usa jî ew hʼişê we biçelqîne û hûn destê xwe ji şîrhʼelalî û dilsaxîya xweye hindava Mesîhda bikin.


çimkî bona wan tiştêd ku ewana bi dizîva dikin şerm e jî ku bê xeberdanê.


Li ber wî ez pê we firʼnaq bûm û ez rʼûrʼeş dernekʼetim. Lê çawa her tiştê ku me werʼa got rʼast bû, usa jî ew firʼnaqîya meye ber Tîto rʼast derkʼet.


Belê ez Mizgînîyê şerm hʼesab nakim, çimkî ew qewata Xwedê ye, bona xilazbûna hʼemû bawermenda, pêşîyê bona cihûya, paşê necihûya.


Wekî usa ye ji vir şûnda em nebine mîna zarʼoka ku ji pêla virda-wêda dikʼevin û bi derewêd meriva ber bayê her hînkirinekê dikʼevin, yêd ku bi fêlbazîya dixapînin û dixalifînin.


Dibe ez xeberdanêda ne ser xwe me, lê ne alîyê zanebûnêda. Me ev yek hʼemû alîyava her tiştîda nîşanî we daye.


Rʼûspîtîya me ev e: Îsafa me şeʼdetîyê dide, wekî me bi dilê sax û vekirî ji Xwedêda li vê dinê eʼmirê xwe derbaz kir, îlahî hindava weda, ne ku bi serwaxtîya merivayîyê, lê bi kʼerema Xwedê.


Hingê we ji kirinêd xwe çi ber çinîn, bona kʼîjana niha hûn şerm dikin? Ew axirîyê mêriv dibine berbi mirinê.


hurmetê û bêhurmetîyêda, qedir û rʼezîlîyêda. Me hʼesab dikin çawa yêd derewîn, lê em ser rʼastîyê ne,


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite