Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Korîntî II, 4:14 - Peymana Nû (Încîl)

14 Em zanin Ewê ku Xudan Îsa ji mirinê rʼakir, wê me jî tʼevî Îsa ji mirinê rʼake û me tʼevî we ber xwe bide sekinandinê.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

14 Çimkî em dizanin: «Xwedayê ku Xudan Îsa rakir, wê me jî bi Îsa re rake û bi we re derîne ber xwe.»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

14 Әм заньн Әԝе кӧ Хӧдан Иса жь мьрьне рʼакьр, ԝе мә жи тʼәви Иса жь мьрьне рʼакә у мә тʼәви ԝә бәр хԝә бьдә сәкьнандьне.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

14 چون اَم دِزانِن خدایه گو عیسیْ خاده ژه ناو مِریادا راگِر، مَ ژی دیه گَل عیسی دا راگَت و دیه مَ گَل وَدا بینیتَ حُضورا ویدا.

Gade chapit la Kopi




Korîntî II, 4:14
16 Referans Kwoze  

Awa heger em bawer dikin, ku Îsa mir û ji mirinê rʼabû, usa jî Xwedê wê mirîyêd ser bawerîya Îsa tʼevî Wî vegerʼîne.


Û heger ew Rʼuhʼê ku Îsa ji mirinê rʼakir nava weda dijî, ku usa ye Ewê Mesîh ji mirinê rʼakir, wê bi wî Rʼuhʼê Xweyî nava weda, jîyînê bide qalibê weyî pʼûçʼî-mirî jî.


Wîrʼa, Yê ku dikare we ji kʼetinê xwey ke û li ber rʼûmeta Xwe bêqusûr eşq bide sekinandinê,


Û Xwedêyê ku Xudan ji mirinê rʼakir, wê me jî ji mirinê rʼake bi qewata Xwe.


ku civînê li ber Xwe qeşeng bide sekinandinê, ku tʼu lekʼe yan qerçʼimok, yan tiştekî mîna van ser tʼunebe, lê paqij û bêqusûr be.


Ez kʼumrʼeşîyê we dikim, bi wê kʼumrʼeşîya Xwedê. Çimkî min hûn yekîrʼa, awa gotî Mesîhrʼa nîşan kirin, wekî we mîna qîzeke bikʼir li ber Wî bidime sekinandinê.


Em Wî dannasîn dikin, her kesî şîret dikin, her kesî bi hʼemû serwaxtîyê hîn dikin, wekî her kesî yektîya Mesîhda gihîştî li ber Xwedê bidine sekinandinê.


lê niha Ewî bi mirina Mesîhe bedenî hûn tʼevî Xwe li hev anîn, wekî we li ber Xwe pîroz, bêlekʼe û bêsûc bide sekinandinê.


Lê Xwedê qeydêd mirinêye cefê vekirin, Ew ji mirinê rʼakir, çimkî mirinê nikaribû hʼukumî ser Wî bikira.


Hʼişyar bimînin û her gav dua bikin, wekî hûn bikaribin ji wan hʼemû tiştêd ku wê biqewimin birʼevin-xilaz bin û li ber Kurʼê Mêriv rʼûspî bisekinin».


Eva ew Îsa bû, yê ku Xwedê Ew ji mirinê rʼakir, ku em hʼemû jî şeʼde ne.


Û duayê bi bawerîyê wê yê nexweş qenc ke û Xudan wê wî rʼake ser pʼîya. Û heger gunek jî kiribe, wê wî bê baxşandinê.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite