Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Korîntî II, 3:7 - Peymana Nû (Încîl)

7 Awa heger ew qulixê ku ser kevira bi hʼerfa kʼolayî bû û axirîyê mirinê pêşda tîne haqas xweyîrʼûmet bû, wekî zarʼêd Îsraêl nikaribûn rʼûyê Mûsa binihêrʼîyana, ji dest wê şewqa rʼûyê wîyî ku dîsa wê derbaz bûya biçûya,

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

7 Û eger xizmeta ku mirin aniye, yanî Şerîeta ku bi herfan li ser ferşan hatiye kolan bi rûmet hatibe – wisa ku zaryên Îsraêl, ji ber biriqîna rûyê Mûsa ya ku dibihûrî, nikaribûn bi baldarî li rûyê wî binêrîna –

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

7 Аԝа һәгәр әԝ ԛӧльхе кӧ сәр кәвьра бь һʼәрфа кʼолайи бу у ахьрийе мьрьне пешда тинә һаԛас хԝәйирʼумәт бу, ԝәки зарʼед Исраел нькарьбун рʼуйе Муса бьньһерʼийана, жь дәст ԝе шәԝԛа рʼуйе ԝийи кӧ диса ԝе дәрбаз буйа бьчуйа,

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

7 نَهَ هَگو اَو خِذمَتا گو مِرِن تینا و بِ حَرفا سَر لوحه بَر هاته بو نِویساندِن، بِ شُکوه و جلالَگه وِسا هات گو بنی‌ اسرائیله، بَر خاطره شُکوه و جلالا وه نَگارین چاوه خو بِکُتِنَ صومَته موسی پِیغَمبَر، هَمَن اَو شُکوه و جلالا گو بَین دِچو،

Gade chapit la Kopi




Korîntî II, 3:7
38 Referans Kwoze  

Lê gava kʼamiltî bê, hingê nekʼamiltî wê derbaz be herʼe.


Çimkî bi Mesîh Qanûn ser hevda hat, ku her bawermend bi wî rʼast bê hʼesabê.


Ewî ew karîn da me, wekî em bibine qulixkʼarêd peymana nû, ne ku yê nivîsarê, lê yê Rʼuhʼ, çimkî qanûna nivîsar dikuje, lê Rʼuhʼ dide jîyînê.


Kʼifş e ku hûn neʼma Mesîh in bi xizmetkʼarîya me nivîsar, ne ku bi hʼubirê, lê bi Rʼuhʼê Xwedêyê sax, ne ku ser selêd kevirî, lê ser tʼextêd dilê xûn û goşt.


Çimkî Qanûn hêrsê rʼadike. Dera ku qanûn tʼune, qanûntʼerʼibandin jî tʼune.


û ez mirim. Ew tʼemîya ku wê jîyîn bida min, hema ew jî bû sebebê mirina min.


Hʼemûyêd civîna giregirada rʼûniştî gava li wî nihêrʼîn, dîna xwe danê rʼeng-rʼûyê wî mîna rʼeng-rʼûyê milyakʼeta bû.


Ez bi kʼûrayîya dilê xwe qanûna Xwedê begem dikim,


Têda bûn gorîgeha zêrʼîn bona şewitandina bixûrê, Sindoqa Peymanê, ya ku der û hindurʼva zêrʼkirî bû. Wê sindoqêda hebûn cêrʼê zêrʼîn bi manava tʼijî, şivdara Harûne ku gul da û selêd kevirîye peymanê.


Lê belê Qanûn kʼete navê, ku neheqî zêde be, lê li kʼîderê gune zêde bû, kʼerem jî li wir hê zêde bû,


Çimkî gava me hê bi binyatʼa merivayê dijît, temê guna, ku ji Qanûnê serî hildidan, nava qalibêd meda ya xwe dikirin, ku em berê mirinê bidin.


lê belê qulixê Rʼuhʼ wê hê çiqas xweyîrʼûmet be?


Ewêd ku xwe spartine kirêd Qanûnê, ew binê nifirʼêda ne, çimkî nivîsar e: «Nifirʼ li her kesî ye, yê ku nava hʼemû nivîsarêd kʼitêba Qanûnêda namîne û naqedîne».


Awa Qanûn miqabilî sozêd Xwedê ye? Tʼu car! Belê heger qanûnek hebûya, ku bikaribûya jîyîn bida, hingê eʼseyî rʼasthʼesabbûn wê bi qanûnê bibûya.


Belê Îsa haqasî ji Mûsa zêdetir hêjayî rʼûmetê bû, çiqasî qedirê yê ku malê çêdike, ji qedirê malê zêdetir e.


Hûn mîna cimeʼta Îsraêlê nêzîkî wî çʼîyayê ber çʼeʼva nebûne, yê ku agir pêkʼetibû, bi teʼrîstanîyê, mij-dûmanê û bobelîskêva girtî bû,


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite