Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Korîntî II, 3:1 - Peymana Nû (Încîl)

1 Gelo em dîsa vedigerʼin, xwexa pesinê xwe bidin? Yan mîna hineka merʼa lazim e em şeʼdeneʼma ser weda bişînin, yan ji we bistînin?

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

1 Ma em dîsa dest pê dikin ku xwe tewsiye bikin? An jî wek hinekan ma nameyên tewsiyê ji bo we, an ji aliyê we ve ji me re lazim in?

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

1 Гәло әм диса вәдьгәрʼьн, хԝәха пәсьне хԝә бьдьн? Йан мина һьнәка мәрʼа лазьм ә әм шәʼдәнәʼма сәр ԝәда бьшиньн, йан жь ԝә бьстиньн?

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

1 ما اَمه دیسا دَستبه بِگَن گو مَحتا خو لاره وَ بِگَن؟ آن مَ احتیاج هِنده هَیَ گو بینا هِندَگا سفارش نامه نیشا وَ بِدَن آن ژه وَ سفارش نامه بِستینِن؟

Gade chapit la Kopi




Korîntî II, 3:1
13 Referans Kwoze  

Rʼastî min bêhʼişî kir ku pʼeyê xwe da, lê we pʼêyî ser min kir! Gerekê we pʼeyê min bida. Ez tʼu tiştîva ji wan şandîyêd weye eʼyan kêmtir nîme, lê ez xwexa jî ne tʼu tişt im.


Rʼast em newêrin, xwe ser mêzînê bikʼişînin û himberî wan kin, yêd ku xwexa pesinê xwe didin. Ewana nadine ber hʼişê xwe, gava nava xweda xwe pê hev çap dikin û xwe didine ber hev.


Ne ku em ber we dîsa pesinê xwe didin, lê mecalê didine we, ku hûn bi me bifirʼin, wekî tiştekî weyî gotinê wanrʼa hebe, yêd ku bi dîtina çʼeʼva difirʼin, ne ku bi ya dilada.


Apolo ku xwest herʼe Axayayê, bira dil dane ber û şagirtarʼa jî neʼmek nivîsîn ku wî qebûl kin. Gava gihîşte wir, ew gelekî kêrî wan hat, yêd ku bi kʼerema Xwedê bibûne bawermend.


Û gava ez bêm, hûn jî rʼê kʼîjanarʼa dibînin, ezê pê destê wan, bi nivîsar pʼêşkʼêşêd we bişînime Orşelîmê.


Dibe ku hûn tʼemamîya vî wextîda difikirin, ku em dixwazin xwe li ber we rʼûspî kin? Na! Lê li ber Xwedê em yektîya Mesîhda xeber didin û her tiştî delalno, bona kʼara we dibêjin.


Çimkî heger ez hinekî jî zêde difirʼim, bona wê hʼukumdarîya ku Xudan da me, tiştekî şermîyê têda tʼune, ew bona avabûna bawerîya we ye, ne ku xirabbûnê.


Em ne mîna hineka ne, yêd ku xebera Xwedê kʼara xweva girêdidin, lê belê em çawa merivne ji Xwedêda şandî, li ber Xwedê bi heleqetîya Mesîh pê sitqê dilê rʼast xeber didin.


çawa ez jî her alîyava li hʼemûya xweş têm û kʼara xwe nagerʼim, lê ya geleka, wekî xilaz bin.


Heger wê jîyîna weye tʼevî Mesîhda bi hʼezara tʼerbetdarêd we hebin, lê tʼenê bavekî we heye, çimkî wê jîyîna weye tʼevî Mesîh Îsada hûn ji min bi Mizgînîdayînê dinê kʼetin.


Min jî weke wê kʼerema ku Xwedê da min, mîna çîredestekî serwaxt hʼîm avît, lê yekî din ser çêdike. Lê belê tʼenê bira her kes haş ji xwe hebe, çawa çêdike.


Ez tʼemîya xûşka Foybê didime we, ya ku berdestîya civîna Kenxêryayê dike.


Çimkî ne ku ewê pʼeyê xwe dide, li Xudan qebûl e, lê yê ku Xudan pʼeyê wî dide.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite