Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Korîntî II, 2:17 - Peymana Nû (Încîl)

17 Em ne mîna hineka ne, yêd ku xebera Xwedê kʼara xweva girêdidin, lê belê em çawa merivne ji Xwedêda şandî, li ber Xwedê bi heleqetîya Mesîh pê sitqê dilê rʼast xeber didin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

17 Çimkî em wek gelekan peyva Xwedê nakin destgehê bazirganiyê. Lê belê em wek mirovên ku ji aliyê Xwedê ve hatine şandin, di yekîtiya Mesîh de li ber Xwedê bi dilekî paqij dipeyivin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

17 Әм нә мина һьнәка нә, йед кӧ хәбәра Хԝәде кʼара хԝәва гьредьдьн, ле бәле әм чаԝа мәрьвнә жь Хԝәдеда шанди, ль бәр Хԝәде бь һәләԛәтийа Мәсиһ пе сьтԛе дьле рʼаст хәбәр дьдьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

17 چون گو اَم بینا گَلَک مِرُوا نینِن گو بَر خاطره منفعته، کلاما خدا دِفرُشِن، بَلگو اَم بَر چاوه خدا ناو مسیحْ دا قِسَ دِگَن، بینا وان مِرُوا گو نیّتا وان خالصَ و ژه آلیه خدانَ.

Gade chapit la Kopi




Korîntî II, 2:17
30 Referans Kwoze  

Lê belê em ji tiştêd eʼybe dizîva dûr in û fêlbazîya nakin, xebera Xwedêda qelpîyê nakin. Lê serda em rʼastîyê eʼyan dikin û bi vî awayî xwe dîyarî îsafa her merivî dikin li ber Xwedê.


Rʼûspîtîya me ev e: Îsafa me şeʼdetîyê dide, wekî me bi dilê sax û vekirî ji Xwedêda li vê dinê eʼmirê xwe derbaz kir, îlahî hindava weda, ne ku bi serwaxtîya merivayîyê, lê bi kʼerema Xwedê.


Lê gazineke Min li te heye, ku tu wê jinê, Îzabêlê sebir dikî, ku xwe pʼêxember hʼesab dike. Ewa pê hînkirina xwe xulamêd Min ji rʼê derdixe, wekî bênamûsîyê bikin û qurbanêd pʼûta bixwin.


Çimkî çend meriv dizîva kʼetine nava we, ku derheqa dîwana wanda hê pêşda nivîsar bû. Ewêd nepʼak bin navê kʼerema Xwedêyê me xwe dane bênamûsîyê û Xudanê me Îsa Mesîh Xweyîkî bêşirîkî-bêheval înkʼar kirine.


Gerekê dengê yêd usa bidine birʼînê, çimkî ew mala lap xirab dikin, tiştêd necayîz hîn dikin û vê yekê bona kʼara xweye hʼeram dikin.


De em vê cejinê derbaz kin, ne ku bi hevîrtirʼşkê kevinî neheqîyê û xirabîyê, lê bi nanê bê hevîrtirʼşk, bi nanê hʼelalîyê û rʼastîyê.


Çimkî mesîh û pʼêxemberêd derew wê derên, nîşan û kʼeremetêd mezin bikin, ku bikaribin bijartîyêd Xwedê jî bixalifînin.


Delalno, bawerîya xwe her rʼuhʼî neynin, lê wan rʼuhʼa bicêrʼibînin, gelo ew ji Xwedê ne? Çimkî gelek pʼêxemberêd derew derkʼetine dinê.


Hûn zanin ku min tʼu car xwe ji tiştêd kêrhatîye bona we nedaye paş, lê hʼemû werʼa gotine û aşkere mal bi mal hûn hîn kirine.


Hingê ew ceʼnewir tʼevî wî pʼêxemberê derew dîl hatine girtinê, yê ku li ber wî ceʼnewirî nîşanêd eʼcêb dikirin. Ewî bi wan kira ew xalifandin, yêd ku nîşana ceʼnewir qebûl kirin û serê xwe li ber hʼeykelê wî danîn. Ceʼnewir û pʼêxemberê derew jî saxe-sax hatine avîtinê nav gola agirê kʼirkʼûtêyî dişixule.


ew zîyayê mezin jorda hate avîtinê. Eva ew meʼrê berê bû, ku jêrʼa mîrêcin û şeytʼan dibêjin, yê ku tʼemamîya dinê xalifandîye. Ew milyakʼetêd xweva jorda hatine avîtinê ser rʼûyê eʼrdê.


çimkî min xwe neda paş, tʼemamîya qirara Xwedê werʼa got.


Bi bawerîyê Mûsa Misir hişt û ji hêrsa pʼadşê netirsîya, çimkî Mûsa ewê ku nedihate kʼifşê didît û ser ya xwe ma.


Lê Xwedê şeʼde ye, ku sozê me werʼa nebûye «Belê» û paşê «Na».


bi gotina rʼastîyê û qewata Xwedê. Em bi destê çʼep û rʼastê jî rʼasthʼesabûnêva sîlihʼkirî ne,


Çima ez aha dikim? Ez we hʼiz nakim? Wê yekê Xwedê zane!


Dibe ku hûn tʼemamîya vî wextîda difikirin, ku em dixwazin xwe li ber we rʼûspî kin? Na! Lê li ber Xwedê em yektîya Mesîhda xeber didin û her tiştî delalno, bona kʼara we dibêjin.


Ez eʼcêbmayî dimînim, ku hûn usa zû pişta xwe didine Xwedêyê ku bi saya kʼerema Mesîh gazî we kir û berê xwe didine mizgînîke din.


Lê çawa Xwedê em layîqî vê yekê kirin û Mizgînîdayîn sparte me, em usa xeber didin. Em usa nakin ku li meriva xweş bên, lê li Xwedê, Yê ku dilê me eʼnene dike.


Heger yek xeber dide, bira gotinêd Xwedê xeber de, heger yek xizmetkʼarîyê dike, bira bi wê qewatê bike, ku Xwedê dayê, wekî her tiştîda navê Xwedê bê bilindkirinê bi Îsa Mesîh, rʼûmet û qudret ji Wîrʼa hʼeta-hʼetayê. Amîn.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite