Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Korîntî II, 2:14 - Peymana Nû (Încîl)

14 Lê şikir ji Xwedê, ku tʼimê me pʼêga kʼoma Mesîhe serkʼetinêda pêşda dibe û bîna naskirina xwe bi me her dera bela dike.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

14 Lê şikir ji wî Xwedayî re ku herdem me bi Mesîh, di rêveçûna serfiraziya serketinê de pêşve dibe û bi destê me bîhna xweş a zanîna xwe li her derê belav dike.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

14 Ле шькьр жь Хԝәде, кӧ тʼьме мә пʼега кʼома Мәсиһә сәркʼәтьнеда пешда дьбә у бина наскьрьна хԝә бь мә һәр дәра бәла дькә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

14 بله شُکُر بُ درگاها خدا، هَمَن اَو خدایه گو ناو مسیحْ دا همو جاره مَ دِبَتَ بُ آلیه سَرکَوتِنه و بِهنا مَعریفَتا وی بِ واسِطا مَ پَخش دِگَتَ همو جیا.

Gade chapit la Kopi




Korîntî II, 2:14
27 Referans Kwoze  

Lê em nava van hʼemû tiştada hê zêde serdikʼevin, bi saya Ewî ku em hʼiz kirin.


û xwe li hʼizkirinê bigirin, çawa Mesîh jî em hʼiz kirin û jîyîna Xwe bona me da, Xwedêrʼa bû hʼedî û qurbana bînxweş.


Lê şikir ji Xwedê, hûn ku wextekê xulamêd gune bûn, lê we bi dil û can gura tʼerzê wê hînkirinê kir, ya ku we xwe spartê.


Şikir ji Xwedê bona wê dayîna wîye ku nayê gotin!


Bi wî xaçî Mesîh çʼekêd serwêr û hʼukumetêd teʼrîstanîyê da danînê, ew çawa hêsîr pey Xwe birin, nava kʼoma Xweye serkʼetîda kirine sosret.


bi qewata nîşana û kʼeremeta, bi qewata Rʼuhʼê Xwedê. Û bi vî awayî ez ji Orşelîmê girtî hʼeta Îlîrkûmê gerʼîyam, Mizgînîya Mesîhva tʼijî kir.


û gotin: «Amîn! Pesin, rʼûmet, serwaxtî, şikirî, hurmet, qewat û zorayî bira hʼeta-hʼetayê Xwedêyê merʼa be. Amîn!»


Lê tʼenê gerekê hûn bawerîyêda hʼîmgirtî qewîn bimînin û ji wê gumana Mizgînîyê nekʼevin, ya ku we bihîst û wan hʼemûyarʼa, yêd ku bin pʼerʼê eʼzmênda dimînin hate dannasînkirinê. Û ez, Pawlos bûme berdestîyê wê.


gihîşte we. Û ew Mizgînî tʼemamîya dinyayêda digihîje û ber dide, çawa nava weda jî ji wê rʼojêda, gava we bihîst û kʼerema Xwedê tʼemamîya rʼastîya wêva nas kir.


Min her tişt standîye û nava hebûnêda me. Ew tiştêd ku we bi destê Êpafrodîto minrʼa şandine ew besî min in. Ew dayîna we bîneke xweş e, hʼedîya qebûl û li Xwedê xweş e.


Her gav bona her tiştî rʼazîbûnê bidine Bav Xwedê, bi navê Xudanê me Îsa Mesîh.


Şikir ji Xwedê ku ew xîret da Tîto jî, ku alî we bike.


bi alîkʼarîya wan duayêd ku hûn bona me dikin. Bi vî awayî bi saya duayêd geleka kʼerem wê merʼa bê dayînê û gelekê bona me şikirîyê bidine Xwedê.


Em çi rʼazîbûnê dikarin bidine Xwedê bona we û wan hʼemû şabûna, ku em bona we li ber Xwedêyê xwe şa dibin?


Û ew tiştê ku tu diçînî, ne ku wî qalibî diçînî, kʼîjan ku wê bigihîje, lê hʼebeke sade ye, mesele genim, yan jî ji tʼoximêd mayîn.


Min ev yekana werʼa gotin, wekî pê Min hûn xweyê eʼdilayîyê bin. Hûnê dinyayêda tengasîyê bibînin, lê mêrxas bin! Min dinya kire bindestê Xwe».


Berê pêşin ez bi destê Îsa Mesîh bona we hʼemûya rʼazîbûnê didime Xwedêyê xwe, çimkî bawerîya we tʼemamîya dinyayêda tê gotinê.


Yekîrʼa ji Rʼuhʼ xebera serwaxtîyê tê dayînê, yekîrʼa xebera zanebûnê xût ji wî Rʼuhʼî,


Lê şikir ji Xwedê, ku em bi destê Xudanê me Îsa Mesîh ser xistin.


Çimkî ew xebera derheqa Xudanda ji we derkʼet bela bû, ne ku tʼenê nava Mekedonyayê û Axayayêda, lê belê bona wê bawerîya weye ser Xwedê, her dera bela bûye, usa ku îdî ne hʼewce ye ku em tiştekî serda zêde kin.


Awa ez dixwazim ku mêr her dera destêd xweye hʼelal bilind kin, bê hêrs û bê şerʼ-deʼw dua bikin.


Û ew tiştêd ku te li ber gelek şeʼda ji min bihîst, bispêre wan merivêd amin, yêd ku wê bikaribin hinekêd din hîn kin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite