Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Korîntî II, 2:12 - Peymana Nû (Încîl)

12 Gava ez bona Mizgînîdayîna Mesîh gihîştime Troyayê, min dît ku Xudan derîk li ber min vekirîye.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

12 Gava ku ez ji bo Mizgîniya Mesîh hatim Troyayê, ji aliyê Xudan ve deriyek li ber min hat vekirin,

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

12 Гава әз бона Мьзгинидайина Мәсиһ гьһиштьмә Тройайе, мьн дит кӧ Хӧдан дәрик ль бәр мьн вәкьрийә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

12 وقته اَز بُ وَعظ گِرِنا انجیلا مسیحْ چُمَ شَهره تْروآسه، بِ وه حالی گو ناو خاده دا دَرَگ بُ مِن وَبِبو،

Gade chapit la Kopi




Korîntî II, 2:12
20 Referans Kwoze  

û ber Mîsyayêva derbaz bûn berjêr çûne Troyayê.


Gava hatin, civîn li hev civandin û wanrʼa gilî kirin, ku Xwedê tʼevî wan çi tişt kirine û çawa dergehê bawerîyê ber necihûya jî vekir.


Bona me jî dua bikin, wekî Xwedê derî bona xeberdanê li ber me veke, ku em surʼa Mesîh eʼlam kin, bona kʼîjanê jî ez van qeydada me.


çimkî dergehekî xêrêyî mezin li ber min vebûye û peykʼetîyêd min gelek in.


Ji Pawlos, xulamê Mesîh Îsa, şandîtîyêrʼa gazîkirî, bona belakirina wê Mizgînîya Xwedêye kʼifşkirî,


Ew oda em têda civîyayî bûn, gelek çʼira têda hebûn.


Em ji Troyayê bi gemîyê derkʼetin rʼast çûne Samotraxê, rʼoja dinê Nêyapolîsê.


Heger îzina hinekêd din heye kʼarê ji we bibînin, ne ya me hê zêde heye? Lê me ev îzin pêk neanî. Serda jî li her tiştî sebir kir, ku nebine pêşîbirʼê Mizgînîya Mesîh.


Usa jî Xudan eʼmir kir, ku yêd Mizgînîyê dannasîn dikin, ji Mizgînîyê bijîn.


Belê ez nikarim pʼeya bidime xwe heger ez Mizgînîyê dannasîn kim, çimkî ev deynê stûyê min e. Wey li min heger ez Mizgînîyê dannasîn nekim!


Lê heger ev Mizgînîya ku em didin veşartî ye jî, ew li ber undabûyîya veşartî ye.


Mîrê vê dinyayêyî neheq şeverʼeşa kora anîye ser feʼmê nebawera, wekî rʼonaya Mizgînîya rʼûmeta Mesîh nede ser wan, Yê ku sûretê Xwedê ye.


Tʼevî wî em wî birayî dişînin, yê ku hʼemû civînada bona Mizgînîdayînê pesinê wî didin


Ev kirina we rʼastîya bawerîya we îzbat dike, bi vî awayî şikirîya xwe Xwedê tînin bona guhdarîkirina Mizgînîya Mesîhe ku hûn îqrar dikin û bona wê merʼdanîya we, ku hûn alîkʼarîya wan û hʼemûya dikin.


Em ji sînor der gaveke xwe navêjin, çawa hê negihîştibine cem we, çimkî gava rʼastîyê kʼeve em bi Mizgînîdayîna Mesîh îdî gihîştine hʼeta cem we.


Gava yek tê û Îsakî din dannasîn dike, kʼîjan me dannasîn nekirîye, yan rʼuhʼekî din hûn distînin, kʼîjan we ji me nestandîye, yan mizgînîke din dide, ku me nedaye we, hûn van tişta rʼind dibin.


Gelo min gune kir, ku Mizgînîya Xwedê bê heq da we, xwe jî ber we şkênand, ku hûn bilind bin?


û Tîmotʼêyoyê birayê me, yê ku tʼevî me bona Xwedê, Mizgînîya Mesîhda dixebite, ser weda bişînin, ku bawerîya we qewîn ke û dil bide we,


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite