Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Korîntî II, 13:9 - Peymana Nû (Încîl)

9 Em şa dibin, gava em sist dibin û hûn qewat dibin. Û em jî bona we dua dikin, wekî hûn tʼam bigihîjin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

9 Kengê em lewaz û hûn hêzdar bin, em şa dibin. Û dua me ev e ku hûn tam bigihîjin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

9 Әм ша дьбьн, гава әм сьст дьбьн у һун ԛәԝат дьбьн. У әм жи бона ԝә дӧа дькьн, ԝәки һун тʼам бьгьһижьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

9 چون گو وقته اَم ضعیف بِن و اون قاوَت، اَم کَیف خوشِن. دعایا مَ اَوَ گو اون جانَگه تازَ بِستینِن.

Gade chapit la Kopi




Korîntî II, 13:9
21 Referans Kwoze  

Heyneser xûşk-birano, xweş bin! Ser xweda werin, dil bidine hevdu, ser nêtekê bin, li pey eʼdilayîyê bin û Xwedêyê hʼizkirinê û eʼdilayîyê wê tʼevî we be.


Em bêhʼiş in bona Mesîh, lê hûn serwaxt in yektîya Mesîhda! Eme sist in, lê hûne qewat! Hûne xweyîrʼûmet in, lê eme bêrʼûmet!


Em şev û rʼoj bi dil û can rʼeca dikin, ku rʼûyê we bibînin û kêmasîya bawerîya we tʼijî kin.


Lê Xwedêyê tʼemamîya kʼeremê, Yê ku pê Mesîh hûn gazî rʼûmeta xweye hʼeta-hʼetayê kirine, pey hinek cefa dîtinêrʼa, wê Xwexa we kʼamil ke, bişidîne, qewat ke, xweyîbingeh ke.


bira Ew we her tiştêd qencva hazir ke, ku hûn eʼmirê Wî bikin û Ew nava meda bi destê Îsa Mesîh tiştêd ku li Wî xweş tên bike. Şikir ji Wîrʼa be, hʼeta-hʼetayê! Amîn.


Awa em hînbûnêd pêşine ser Mesîh alîkî bihêlin, bêne ser hînbûna gihîştî. Em dîsa hʼîm nevêjin neyêne ser vegerʼandina ji wan kirinêd ku dibine berbi mirinê, Xwedêbawerkirinê,


wekî merivê Xwedê bêkêmasî be, bona hʼemû kirinêd qenc hazir sekinî be.


Silavê Êpafrasê xulamê Mesîh Îsa jî li we hene, ku ew yek ji we ye. Ew her gav bi dil û can bona we dua dike, wekî hûn gihîştî miqerʼm sekinî bin, tʼemamîya eʼmirê Xwedêda bawer bin.


Em Wî dannasîn dikin, her kesî şîret dikin, her kesî bi hʼemû serwaxtîyê hîn dikin, wekî her kesî yektîya Mesîhda gihîştî li ber Xwedê bidine sekinandinê.


Heger lazim be ez pʼeyê xwe bidim, ezê ser hʼalêd xweye sist pʼeya bême xwe.


Em ku xweyê van soza ne delalno, de em xwe ji hʼemû kʼirêtîya qalib û rʼuhʼê xwe paqij kin û bi xofa Xwedê lap buhurtî-jibare bin.


Bira ji me her kes alîyê qencîyêda li hevalê xwe xweş bê, ku bawerîyêda bişide.


De ez îdî hîvî ji we dikim xûşk-birano, bi navê Xudanê me Îsa Mesîh, bira gotina we hʼemûya yek be û dutîretî nava weda tʼunebin, lê hʼemû jî bi hevrʼa bin û ser nêt-meremekî bin.


Ez xwexa hʼalekî sistda, bi xof û tirs nava weda bûm.


Rʼast e Ew bi sistîyê hate xaçkirinê, lê bi qewata Xwedê sax e. Em yektîya Wîda sist dibin, lê bi qewata Xwedê hindava weda emê bijîn tʼevî Wî.


Awa mirin nava meda ya xwe dike, lê jîyîn nava weda.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite