Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Korîntî II, 12:9 - Peymana Nû (Încîl)

9 lê Ewî minrʼa got: «Kʼerema Min besî te ye, çimkî qewata Min sistîyada mîyaser dibe». Awa ezê bi dilekî şa hʼalê sistîyêd xweda bifirʼim, wekî qewata Mesîh nava minda be.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

9 Lê wî ji min re got: «Kerema min têra te dike. Çimkî hêza min di bêhêziyê de temam dibe.» Ji bo vê yekê ezê bi dilxweşî hê zêdetir bi bêhêziya xwe pesnê xwe bidim, da ku hêza Mesîh li ser min be.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

9 ле Әԝи мьнрʼа гот: «Кʼәрәма Мьн бәси тә йә, чьмки ԛәԝата Мьн сьстийада мийасәр дьбә». Аԝа әзе бь дьләки ша һʼале сьстийед хԝәда бьфьрʼьм, ԝәки ԛәԝата Мәсиһ нава мьнда бә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

9 بله اَوی گُتَ مِن: «لطفا مِن تِرا تَ هَیَ، چون گو قُدرَتا مِن، ناو ضعیف بونه دا کامِل دِبیت.» بَجا، اَز حتا بِ کَیف خوشیَگه زِدَتِر اِفتخاره ضعفه خو دِگَم گو وِسا قُدرَتا مسیحْ سَر مِن بِمینیت.

Gade chapit la Kopi




Korîntî II, 12:9
38 Referans Kwoze  

Ez her tiştî bi saya Wî dikarim, Yê ku qewatê dide min.


Lema jî ez bona navê Mesîh sistîya, qara, hêsîrî-belengazîya, zêrandina û teʼlî-tengîya begem dikim, çimkî gava ez sist dibim, hingê qewat dibim.


De bira Ew weke dewlemendtîya rʼûmeta Xwe qewatê bi saya Rʼuhʼê Xwe bide we, ku hûn kʼûrayîya dilê xweda bişidin,


Cêrʼibandinêd usa nayêne serê we, pêştirî wan cêrʼibandinêd ku têne serê merivêd mayîn. Lê Xwedê amin e, Ew nahêle ku hûn ji qewata xwe der bêne cêrʼibandinê. Ewê cêrʼibandinêda delîlekê jî bike, ku hûn bikaribin teyax kin.


De îdî em mêrkʼîmî nêzîkî tʼextê Xwedêyî kʼeremê bin, wekî rʼeʼmê bistînin û kʼeremê bibînin ku gava em hʼewce bin, alîkʼarîya me bike.


Ezê bona yê ha pʼeya bême xwe, lê bona xwe pʼeya nadime xwe, pêştirî ser hʼalê sistîyêd xwe.


Lê ez bi kʼerema Xwedê me çi jî heme û kʼerema Wî ku bi minrʼa ye, boş-betal nîbû. Lê serda ez ji wan hʼemû şandîya zeʼftir xebitîm û ne ku ez bûm, lê kʼerema Xwedêye ku bi minrʼa ye.


Ev yek aha bû, wekî bawerîya we bi serwaxtîya merivayê nîbe, lê bi qewata Xwedê be.


Bira hûn anegorî tʼemamîya wê qewata Wîye ku ji zorayîya Wîye xweyîrʼûmet tê qewat bin, ku hûn her tiştîda bi dûmika dirêj sebir bikin. Bi eşq


Çimkî Ezê zar-ziman û serwaxtîyê bidime we, ku dijminêd weyê nikaribin li ber we xeber din yan bisekinin.


Heger lazim be ez pʼeyê xwe bidim, ezê ser hʼalêd xweye sist pʼeya bême xwe.


Kʼerema Xudanê me pʼirʼ ser minda rʼijîya, tʼevî bawerî û hʼizkirina Mesîh Îsa.


kʼûra agir temirandin, ji devê şûr xilaz bûn, ji bêtʼaqetîyê qewat girtin, nava şerʼda bûne mêrxas, berî ordîyêd xerîb dan.


û wan hʼemû tʼemîyêd ku Min dane we mileta hîn kin, wekî ew xwey kin. Ez va îroda her tʼim hʼeta axirîya dinyayê tʼevî we me!»


Îsa nêzîkî wan bû, wanrʼa xeber da û got: «Hʼemû hʼukumê eʼrd û eʼzmên Minrʼa hate dayînê.


Ezê bi dilekî şa, xwe jî û mal-hʼalê xwe jî bona we bidim. Heger ez hê gelekî we hʼiz bikim, gelo hûnê min hindikî hʼiz bikin?


Ez xwexa hʼalekî sistda, bi xof û tirs nava weda bûm.


Min dikʼeve ez pʼeya bidime xwe, lê rʼastî kʼara wê tʼune. Lê belê ezê niha derbazî ser wan dîtin û eʼyantîya bim, yêd ku Xudan nîşanî min dane.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite