Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Korîntî II, 12:21 - Peymana Nû (Încîl)

21 Ditirsim, ku gava ez dîsa ser weda bêm, Xwedêyê min serê min li ber we berjêr ke û bona geleka şînê bikim, kʼîjana pêşda gune kirine û ji kirêd hʼeramîyê, bênamûsîyê û toltîyê tʼobe nekiribin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

21 Ez ditirsim ku gava ez dîsa bêm ba we, Xwedayê min, min li ber we bide şermê û ez ji bo gelekên ku berê guneh kirine û ji pîsîtî, fuhûşî û şehweta xwe tobe nekirine, şînê bigirim.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

21 Дьтьрсьм, кӧ гава әз диса сәр ԝәда бем, Хԝәдейе мьн сәре мьн ль бәр ԝә бәржер кә у бона гәләка шине бькьм, кʼижана пешда гӧнә кьрьнә у жь кьред һʼәрамийе, бенамусийе у толтийе тʼобә нәкьрьбьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

21 و هَمژی اَز ژه وه هِنده دِتِرسِم گو وقته اَز دیسا بِمَ لاره وَ، خدایه مِن دیسا مِن حُضورا وَدا دل نِزِم گَت و اَز مَجبور بِم بَر خاطره گَلَک ژه وان مِرُوه گو پِشتا گُنَه گِرِنَ و ژه پیسیتی، به ناموسی و عیاشیا خو تَوبَ نَگِرِنَ، تازیه بِگِرِم.

Gade chapit la Kopi




Korîntî II, 12:21
37 Referans Kwoze  

Min berê gotîye û niha jî dibêjim, çawa cara duda nava weda hazir bûm, niha jî dîsa dûrva wanrʼa dinivîsim, yêd ku pêşda gune kirine û usa jî hʼemûyarʼa: Gava dîsa bêm, îdî ez nadime xatirê tʼu kesî,


Awa xwestinêd dilê xweye vê dinê bikujin: Bênamûsîyê, hʼeramîyê, temê xirab, dilhavijîya xirab û timayê, ku pʼûtpʼaristî ye.


Awa kirêd binyatʼa însên eʼyan in: Bênamûsî, hʼeramî, toltî,


Deng heye ku nava weda bênamûsî jî heye û ew jî bênamûsîke usa, wekî nava pʼûtpʼaristada jî tʼune, ku yek dest davêje dêmarʼîya xwe.


Ewî ku şeʼdetîya van tişta dide, dibêje: «Belê, Ezê zûtirê bêm». Amîn! Were, ya Xudan Îsa.


Lê se-kûçʼik, sêrbaz, bênamûs, mêrkuj, pʼûtpʼarist û her kesê ku derewa hʼiz dike û derewa dike, ewê derva bimîne.


Lê pʼara tirsoneka, bêamina, kʼirêt-hʼerama, mêrkuja, bênamûsa, sêrbaza, pʼûtpʼarista û hʼemû derewîna wê gola agirê ku kʼirkʼûtêva dişewite bikʼeve. Ev e mirina duda».


Hineka jî ji agir birʼevînin xilaz kin, dilê we ser yêd mayîn jî bi tirs bişewite, lê jîyîna wane gunekʼare mîna kʼinca lewitʼî ber çʼeʼvê we rʼeş be.


Vê jî bîr nekin çawa Sodom, Gomora û bajarêd dor-berêd wan, mîna wan ji gurʼa Xwedê derkʼetin qavî kirin, çʼeʼv avîtine bedena başqe û dîwana agirîye hʼeta-hʼetayê ser xweda anîn. Evana îdî bona me tʼerz û ders in.


Yêd ha gotinêd pʼûçʼe ji xwe mestir dibêjin, bi temêd merivayêye xirab wan dixapînin, yêd ku çendek pêşda ji ewêd rʼîya xalifîda diçin, rʼevîbûn.


Hʼal-zewac hʼemûyarʼa nav-namûsî be û cî-nivîn hʼelal be, çimkî Xwedê wê dîwana çʼeʼvder û zinêkʼara bike.


Û wekî nebe ez bona gelek eʼyantîyêd neberhʼişa kʼubar bim, belake mîna derzîkê qalibê minda minrʼa hate dayînê, milyakʼetekî ji mîrêcin, ku tʼepa bê min, wekî ez kʼubar nebim.


Em hazir in ceza bidine hʼemû neguhdara, gava guhdarîya we tʼam be.


Awa hʼizkirina xwe û ew pesinê ku me bona we daye, wanrʼa bidine îzbatkirinê, wekî hʼemû civîn wê yekê bibînin.


Usa bijîn çawa rʼonaya rʼojê, bê kûçʼiksantîyê, serxweşîyê, bênamûsîyê, hʼeramîyê, şerʼûdîyê û hʼevsûdîyê.


ku ez gelekî ber xwe dikʼevim û kula dilê min jî kʼûr e.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite