Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Korîntî II, 12:20 - Peymana Nû (Încîl)

20 Ez ditirsim, gava ez bêm, tuwere we usa nebînim, çawa ez dixwazim û hûn jî min usa nebînin, çawa hûn dixwazin. Ditirsim ku hê nava weda şerʼ-deʼw hebin, hʼevsûdî, hêrskʼetin, hevrʼikʼî, xeyb, buxdan, kʼubar-babaxî û bêtʼerbetî.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

20 Çimkî ez ditirsim çaxê ku ez bêm, ez we ne wek ku ez dixwazim bibînim û hûn jî min ne wek ku hûn dixwazin bibînin, lê ez ditirsim ku pevçûn, çavnebarî, hêrs, hevrikî, ketme, paşgotinî, quretî û tevlihevî çêbin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

20 Әз дьтьрсьм, гава әз бем, тӧԝәрә ԝә ӧса нәбиньм, чаԝа әз дьхԝазьм у һун жи мьн ӧса нәбиньн, чаԝа һун дьхԝазьн. Дьтьрсьм кӧ һе нава ԝәда шәрʼ-дәʼԝ һәбьн, һʼәвсуди, һерскʼәтьн, һәврʼькʼи, хәйб, бӧхдан, кʼӧбар-бабахи у бетʼәрбәти.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

20 چون گو اَز دِتِرسِم رَنگَ وقته اَز تِمَ لاره وَ بِبینِم اون وِسا گو اَز دِخازِم نینِن و اون ژی بِبینِن اَز وِسا گو اون دِخازِن نینِم. اَز دِتِرسِم گو رَنگَ ناو وَدا شَر، حسادت، کَرب، خوپرستی، بُختان، پِشت سَره خلقه قِسَدان، خو مَزِن گِرِن و به سَربَریه بِبینِم.

Gade chapit la Kopi




Korîntî II, 12:20
34 Referans Kwoze  

De her cûrʼe xirabîyê, hʼilekʼarîyê, durʼûtîyê, hʼevsûdîyê û buxdanbêjîyê ji pʼêşa xwe dawşînin.


Lê heger hûn dev bavêjine hevdu, hevdu bixwin, miqatî xwe bin, ku kʼoka hevdu neynin.


Çimkî min salixê we ji mala Xiloyê hilda xûşk-birano, ku nava weda deʼw-doz hene.


Evana her neheqîyê, neqencîyê, timayîyê, xirabîyava tʼijî ne: Bi hʼevsûdîyê, mêrkujîyê, berzeqîyê, mixenetîyê, xêrnexwazîyêva dagirtî, gilîgerʼo,


Evana merivne bîntenge fiş-fişko ne, pey xwestinêd dilê xwe diçin, ji xwe mestir xeber didin û bona kʼara xwe hʼilekʼarîya dikin.


Yêd ha gotinêd pʼûçʼe ji xwe mestir dibêjin, bi temêd merivayêye xirab wan dixapînin, yêd ku çendek pêşda ji ewêd rʼîya xalifîda diçin, rʼevîbûn.


Em kʼubar nebin, agirê hev gurʼ nekin û hʼevsûdîyê li hevdu nekin.


Ditirsim, ku gava ez dîsa ser weda bêm, Xwedêyê min serê min li ber we berjêr ke û bona geleka şînê bikim, kʼîjana pêşda gune kirine û ji kirêd hʼeramîyê, bênamûsîyê û toltîyê tʼobe nekiribin.


Min berê gotîye û niha jî dibêjim, çawa cara duda nava weda hazir bûm, niha jî dîsa dûrva wanrʼa dinivîsim, yêd ku pêşda gune kirine û usa jî hʼemûyarʼa: Gava dîsa bêm, îdî ez nadime xatirê tʼu kesî,


Em hazir in ceza bidine hʼemû neguhdara, gava guhdarîya we tʼam be.


Ez rʼeca dikim, usa nekin ku gava bêm jî bibime şêr, çimkî ez eʼseyî zanim ku ez dikarim turuş kim hindava wanda jî hʼişk bim, yêd ku bona me usa difikirin, yançîye em bi merivayî dikin.


Lê ser minrʼa Xwedê şeʼde ye, ku min qêmîşî we nekir, ku nehatime Korintʼê.


çimkî Xwedê ne Xwedêyê bêpʼergalîyê ye, lê Yê eʼdilayîyê ye. Çawa nava hʼemû civînêd cimeʼta Xwedêda,


buxdanbêj, nexwedêhʼiz, bêşerm, pozbilind, kʼubar-babax, yê xirabîyê çêdike, ne gurʼa dê-bavada,


Lê hêrs û xezebê ser wanda be, yêd ku kʼara xwe digerʼin, dest ji rʼastîyê kirine û xwe dane xirabîyê.


Û hûn ji kʼubarîyê hʼirʼ bûne! Ne gerekê we şîn bikira û yê xweyê vî kirî ji nava xwe derxista?


Awa min xwexa xwerʼa qirar kir ku dîsa neyêm dilê we bêşînim.


Xeyba hevdu nekin xûşk-birano. Kʼî xeyba birê xwe dike, yan loma birê xwe dike, ew xeyba Qanûnê dike û loma Qanûnê dike. Lê heger tu loma Qanûnê dikî, îdî tu Qanûnê naqedînî, lê hʼakimê wê yî.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite