Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Korîntî II, 12:16 - Peymana Nû (Încîl)

16 Em ha hildin, ku min giranî nedaye we, lê bi ya hineka ezî hʼilekʼar bûme û bi fêlbazîya xwe hûn avîtine tʼeleka xwe.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

16 Bila be, em bêjin ez ji we re nebûm bar; lê li gor hin ji we min di qurnaziya xwe de hûn bi hîlekarî bi dest xistine!

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

16 Әм һа һьлдьн, кӧ мьн гьрани нәдайә ԝә, ле бь йа һьнәка әзи һʼьләкʼар бумә у бь фелбазийа хԝә һун авитьнә тʼәләка хԝә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

16 بله حتا هَگو اون قَبول گَن گو اَز بُ وَ بارگِرانی نَبوم، حتمن اونه بِژِن گو اَز حیلَبازَگ بوم و مِن بِ حیلا منفعتا خو وَ بِر.

Gade chapit la Kopi




Korîntî II, 12:16
11 Referans Kwoze  

Me gotinêd xweda hʼilekʼarî nekirin, çawa hûn zanin, ne jî pey timaya tʼerkelipaskirî kʼetin. Xwedê şeʼde ye!


Vê hîvîkirina meda ne tiştekî xêlif heye, ne hʼeramî û ne jî fêlbazî.


Min çi tiştîva qedirê we ji qedirê civînêd mayîn kêmtir girtîye, pêştirî wê yekê ku min giranî neda we? Bibaxşînine min vê neheqîyê!


Me dilê xweda cî kin! Me neheqî tʼu kesî nekirîye, zîyan nedaye tʼu kesî û kesek kʼara xwerʼa nedaye xebatê.


Lê belê em ji tiştêd eʼybe dizîva dûr in û fêlbazîya nakin, xebera Xwedêda qelpîyê nakin. Lê serda em rʼastîyê eʼyan dikin û bi vî awayî xwe dîyarî îsafa her merivî dikin li ber Xwedê.


Rʼûspîtîya me ev e: Îsafa me şeʼdetîyê dide, wekî me bi dilê sax û vekirî ji Xwedêda li vê dinê eʼmirê xwe derbaz kir, îlahî hindava weda, ne ku bi serwaxtîya merivayîyê, lê bi kʼerema Xwedê.


Çimkî nivîsar e: We «teʼma şîrinayîya Xudan hildaye».


hurmetê û bêhurmetîyêda, qedir û rʼezîlîyêda. Me hʼesab dikin çawa yêd derewîn, lê em ser rʼastîyê ne,


Belê, hûn sebir dikin, gava yek we dike xulam, yan hebûka we dixwe, yan we kʼara xwerʼa dide xebatê, yan ser werʼa kʼubar dibe, yan rʼûyê we dixe.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite