Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Korîntî II, 12:15 - Peymana Nû (Încîl)

15 Ezê bi dilekî şa, xwe jî û mal-hʼalê xwe jî bona we bidim. Heger ez hê gelekî we hʼiz bikim, gelo hûnê min hindikî hʼiz bikin?

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

15 Ezê ji bo we gelek bi dilxweşî tiştên xwe bimezêxim û bêm mezaxtin jî. Eger ez zêde ji we hez bikim, ma ezê kêmtir bêm hezkirin?

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

15 Әзе бь дьләки ша, хԝә жи у мал-һʼале хԝә жи бона ԝә бьдьм. Һәгәр әз һе гәләки ԝә һʼьз бькьм, гәло һуне мьн һьндьки һʼьз бькьн?

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

15 اَزه بِ کَیف خوشیه بُ جانه وَ خَرج گَم و مِن خَرج ژی گِریَ. هَگو اَز گَلَک هَژَ وَ دِگَم، اون دِبی گِمتِر هَژَ مِن بِگَن؟

Gade chapit la Kopi




Korîntî II, 12:15
22 Referans Kwoze  

Usa jî dilê me ser we dişewitî, hʼeta ku me dixwest ne ku tʼenê Mizgînîya Xwedê bida we, lê eʼmirê xwe jî, çimkî hûn bibûne delalîyêd me.


Belê heger cî bê ku xûna min ser wê bawerîya weda bê rʼêtinê, ya ku xizmetkʼarîya weda çawa qurban Xwedêrʼa tê dayînê, ezê şa bim û tʼevî eşqa we bim.


Heger em teʼlî-tengîyada ne, ew bona berdilî û xilazbûna we ye û heger em berdilîkirî ne, ew bona wê berdilîya we ye, ku hûn bikaribin bi sebirê wan teʼlî-tengîya bikʼişînin, kʼîjana em jî dikʼişînin.


Ez niha van cefayêd xweda, kʼîjana ku bona we dikʼişînim, şa me û wan tengasîyêd Mesîhe mayîn bi canîya xwe bona Bedena Wî, ya ku civîn e, tʼemam dikim.


Lema ez her tiştî teyax dikim, bona xatirê bijartîya, ku ew jî wê xilazbûna ku bi saya Mesîh Îsa ye, bistînin, bi rʼûmeta hʼeta-hʼetayêva tʼevayî.


Min ew yek neʼma xweda nivîsîbû, ku nebe gava ez bêm, yêd ku gerekê min şa kin, ew dilê min bêşînin. Çimkî ez we hʼemûyada guman im, ku şabûna min şabûna we hʼemûya ye.


Guhdarîya rʼêberêd xwe bikin û gurʼa wanda bin. Ewana bona rʼuhʼê we xewê ji çʼeʼvê xwe dikin, çimkî wê bona we cabdar bin. Bira ew wî şixulê xwe eşq û şa bikin, ne ku bi ofe-ofê, çimkî ew yek kʼarê nade we.


Eva sê car e ez kʼarê xwe dikim, ku ser weda bêm. Û ez giranîyê nadime we. Çʼeʼvê min ne li hebûka we ye, lê li we ye! Çimkî ne ku gerekê zarʼ bona dê-bava bikin, lê dê-bav bona zarʼa.


lê Ewî minrʼa got: «Kʼerema Min besî te ye, çimkî qewata Min sistîyada mîyaser dibe». Awa ezê bi dilekî şa hʼalê sistîyêd xweda bifirʼim, wekî qewata Mesîh nava minda be.


çawa ji pʼirʼî-hindikî we em feʼm kirine, wekî hûn bigihîjine wê feʼmînê ku em rʼûspîtîya we ne, çawa hûn jî ya me ne, Rʼoja hatina Xudan Îsa.


Ez vê yekê nabêjim ku we neheq kim, lê çawa min pêşda gotîye, hûn dilê meda ne, heger em bimirin yan bijîn em tʼevî we ne.


Hûn guh didine rʼojêd hʼesab, meha, rʼojgar û sala.


Çimkî min xwexa dixwest nifirʼ li min bibûya, tʼêla min ji Mesîh biqetîya, bona miletê minî ji xûn-goştê min,


Me dilê xweda cî kin! Me neheqî tʼu kesî nekirîye, zîyan nedaye tʼu kesî û kesek kʼara xwerʼa nedaye xebatê.


Çima ez aha dikim? Ez we hʼiz nakim? Wê yekê Xwedê zane!


Awa mirin nava meda ya xwe dike, lê jîyîn nava weda.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite