Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Korîntî II, 12:10 - Peymana Nû (Încîl)

10 Lema jî ez bona navê Mesîh sistîya, qara, hêsîrî-belengazîya, zêrandina û teʼlî-tengîya begem dikim, çimkî gava ez sist dibim, hingê qewat dibim.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

10 Ji ber vê yekê ez di ber Mesîh de bi lewazî, lome, dijwarî, cefa û tengahiyan kêfxweş im; çimkî kengê ez lewaz bim, hingê ez hêzdar im.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

10 Ләма жи әз бона наве Мәсиһ сьстийа, ԛара, һесири-бәләнгазийа, зерандьна у тәʼли-тәнгийа бәгәм дькьм, чьмки гава әз сьст дьбьм, һьнге ԛәԝат дьбьм.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

10 بَجا اَز بَر خاطره مسیحْ، ژه ضعفا، تُهمَتا، زحمتا، اَذیَتا و بَلایا راضیمَ. چون گو وقته اَز ضعیفِم، هِنگه اَز قاوَتِم.

Gade chapit la Kopi




Korîntî II, 12:10
29 Referans Kwoze  

lê Ewî minrʼa got: «Kʼerema Min besî te ye, çimkî qewata Min sistîyada mîyaser dibe». Awa ezê bi dilekî şa hʼalê sistîyêd xweda bifirʼim, wekî qewata Mesîh nava minda be.


Heyneser, yektîya Xudanda qewat bin, bi zorayîya qewata Wî.


Û ne tʼenê bi vê yekê, lê em bi tengasîyêd xwe jî difirʼin, çimkî em zanin ku tengasî sebirê tîne,


Rʼast e Ew bi sistîyê hate xaçkirinê, lê bi qewata Xwedê sax e. Em yektîya Wîda sist dibin, lê bi qewata Xwedê hindava weda emê bijîn tʼevî Wî.


Xûşk-birayêd min, şabûneke mezin hʼesab kin, gava hûn bikʼevine nava cûrʼe-cûrʼe cêrʼibandina.


Lê her tiştîda em xwe bi sebira xweye mezin didine kʼifşê, çawa qulixkʼarêd Xwedê: Teʼlî-tengîyada, hêsîrî-belengazîya û derd-kulada,


Evana jî ji civîna giregira çûn, şa dibûn ku bona navê Îsa hêjayî rʼezîlkirinê bûne.


Em şa dibin, gava em sist dibin û hûn qewat dibin. Û em jî bona we dua dikin, wekî hûn tʼam bigihîjin.


Ew nava hʼemû teʼlî-tengîyada dil dide ber me, wekî em jî bikaribin dil bidine ber wan, yêd ku nava her cûrʼe teʼlî-tengîyada ne, bi wê berdilîyê, pê kʼîjanê em xwexa ji Xwedê têne berdilîkirinê.


Xwezî li we, gava hûn bona Kurʼê Mêriv ber çʼeʼvê merîya rʼeş bin, gava we qebûl nekin, we bêhurmet kin û navê xirab ser we derxin.


Mesîh bona hʼemûya mir, wekî ewêd sax bona xwe sax nîbin, lê bona Wî, Yê ku bona wan mir û ji mirinê rʼabû.


Çimkî cefêd meye dem-deme sivik me dikine xweyîyê rʼûmeta girane hʼeta-hʼetayêye bê himber.


Lê van hʼemû tişta bona navê Min wê bînine serê we, çimkî Wî nas nakin, Yê ku Ez şandime.


Em bêhʼiş in bona Mesîh, lê hûn serwaxt in yektîya Mesîhda! Eme sist in, lê hûne qewat! Hûne xweyîrʼûmet in, lê eme bêrʼûmet!


Sebira te heye, bona navê Min te cefa kʼişand û newestîyayî.


Çimkî ne ku ewê pʼeyê xwe dide, li Xudan qebûl e, lê yê ku Xudan pʼeyê wî dide.


Lema em xwexa jî nava civînêd Xwedêda pê we difirʼin, bona sebir û bawerîya we, çimkî hûn wan hʼemû zêrandin û tengasîya dikʼişînin, yêd ku têne serê we.


Eva kʼerema Xwedê bona xatirê Mesîh daye we, wekî ne ku tʼenê hûn bawerîya xwe Wî bînin, lê bona Wî cefê jî bikʼişînin.


Ez niha van cefayêd xweda, kʼîjana ku bona we dikʼişînim, şa me û wan tengasîyêd Mesîhe mayîn bi canîya xwe bona Bedena Wî, ya ku civîn e, tʼemam dikim.


Ez gelekî weda guman im, gelekî pê we firʼnaq dibim! Nava hʼemû teʼlî-tengîyêd meda berdilîya we ji serê min zêdetir e û şabûnêda kʼim-kʼimî me.


Em ne ku xwe dannasîn dikin, lê Îsa Mesîh çawa Xudan û xwe jî çawa xulamêd we, bona Îsa.


Awa em ji alîyê Mesîhda qasidîyê dikin, çawa ku Xwedê bi me hîvî ji we dike: Em alîyê Mesîhda rʼeca ji we dikin, tʼevî Xwedê li hev werin!


zêrandin û cefayêd min. Tu zanî li Entakyayê, Qonyayê, Lîstrayê çi hatine serê min: Min çi zêrandin kʼişandin! Lê Xudan ez ji hʼemûya xilaz kirim.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite