Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Korîntî II, 11:7 - Peymana Nû (Încîl)

7 Gelo min gune kir, ku Mizgînîya Xwedê bê heq da we, xwe jî ber we şkênand, ku hûn bilind bin?

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

7 Ji bo ku hûn bilind bibin, ma min guneh kir ku min xwe nizim kir? Çimkî min Mizgîniya Xwedê belaş da we.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

7 Гәло мьн гӧнә кьр, кӧ Мьзгинийа Хԝәде бе һәԛ да ԝә, хԝә жи бәр ԝә шкенанд, кӧ һун бьльнд бьн?

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

7 ما مِن گُنَه گِر گو بِ مفتَ وَعظ گِرِنا انجیلا خدا بُ وَ، خو گوشگَ گِر گو اون سَربِلند بِن؟

Gade chapit la Kopi




Korîntî II, 11:7
14 Referans Kwoze  

Min çi tiştîva qedirê we ji qedirê civînêd mayîn kêmtir girtîye, pêştirî wê yekê ku min giranî neda we? Bibaxşînine min vê neheqîyê!


Ew xebat û cefê me tê bîra we xûşk-birano? Em şev û rʼoj dixebitîn, ku ser we tʼu kesî nebine bargiranî, gava me Mizgînîya Xwedê werʼa dannasîn kir.


Ez, Pawlos xwexa hîvî ji we dikim, bi milûktî û şîrinayîya Mesîh, çawa tê gotinê ku ez rʼû bi rʼû nava weda mîna berxekî me, lê dûrva hindava weda mîna şêrekî me.


Yan gerekê ez û Barnabas tʼenê bixebitin serê xwe xwey kin?


ne jî nanê tʼu kesî bê heq xwarîye, lê bi xûdana eʼnîya xwe şev û rʼoj dixebitîn, diçerçirîn, wekî ser we tʼu kesî nebine bargiranî.


Hûn xwexa zanin ez û yêd tʼevî min em hʼewcê çi jî bûne, ev destêd min xebitîne.


Heger îzina hinekêd din heye kʼarê ji we bibînin, ne ya me hê zêde heye? Lê me ev îzin pêk neanî. Serda jî li her tiştî sebir kir, ku nebine pêşîbirʼê Mizgînîya Mesîh.


Min havijîya xwe zêrʼ, zîv û kʼincê tʼu kesî neanîye.


Ji Pawlos, xulamê Mesîh Îsa, şandîtîyêrʼa gazîkirî, bona belakirina wê Mizgînîya Xwedêye kʼifşkirî,


Gava ez bona Mizgînîdayîna Mesîh gihîştime Troyayê, min dît ku Xudan derîk li ber min vekirîye.


Em dixwazin ku ji we wêdatir derbaz bin, Mizgînîyê cîyêd din jî dannasîn kin, ne ku em bi kirê yekî din bifirʼin, yê ku sînorê xweda kirîye.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite