Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Korîntî II, 11:23 - Peymana Nû (Încîl)

23 Qulixkʼarêd Mesîh in? (Bêhʼişî xeber didim), ez hê ji wan zêdetir im! Ji wan zeʼftir xebitîme, ji wan zeʼftir kʼetime kela, ji wan zeʼftir lêdan xwarîye, gelek cara hʼeta ber derê mirinê jî çûme.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

23 Ma ew xizmetkarên Mesîh in? Ez wek yekî ku aqilê wî tune bipeyivim – ez hê zêdetir im. Min zêdetir ked daye, ez zêdetir ketime zîndanê, min bêtir lêdan xwar, ez pirr caran gihîştime ber mirinê.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

23 Ԛӧльхкʼаред Мәсиһ ьн? (Беһʼьши хәбәр дьдьм), әз һе жь ԝан зедәтьр ьм! Жь ԝан зәʼфтьр хәбьтимә, жь ԝан зәʼфтьр кʼәтьмә кәла, жь ԝан зәʼфтьр ледан хԝарийә, гәләк щара һʼәта бәр дәре мьрьне жи чумә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

23 ما اَو خِذمَـتکارِت مسیحِن؟ اَز زِدَتِرِم - اَز بینا مِرُوَگه دین قِسَ دِگَم - مِن همو کَسه گَلَکتِر زحمت کِشایَ، گَلَکتِر کَتِمَ زیندانادا، گَلَکتِر کُت خاریَ و چَند جارا حَتا بَر مِرِنه چُمَ.

Gade chapit la Kopi




Korîntî II, 11:23
43 Referans Kwoze  

me hʼesab dikin çawa yêd nenas, lê yêd bi nav û deng in, çawa yêd mirî, lê va ye eme sax in, çawa ceza standî, lê nekuştî ne,


Ewî ew karîn da me, wekî em bibine qulixkʼarêd peymana nû, ne ku yê nivîsarê, lê yê Rʼuhʼ, çimkî qanûna nivîsar dikuje, lê Rʼuhʼ dide jîyînê.


Lê ez bi kʼerema Xwedê me çi jî heme û kʼerema Wî ku bi minrʼa ye, boş-betal nîbû. Lê serda ez ji wan hʼemû şandîya zeʼftir xebitîm û ne ku ez bûm, lê kʼerema Xwedêye ku bi minrʼa ye.


Bona wê yekê jî ez dixebitim û anegorî wê qewata Wî şerʼê xwe dikim, Ya ku nava minda bi zorayî ya Xwe dike.


Ez niha van cefayêd xweda, kʼîjana ku bona we dikʼişînim, şa me û wan tengasîyêd Mesîhe mayîn bi canîya xwe bona Bedena Wî, ya ku civîn e, tʼemam dikim.


Ezê Xwexa nîşanî wî kim, ku çiqasî gerekê bona navê Min cefê bikʼişîne».


lê ji dest hʼizkirinê, hîvî dikim. Ez çawa Pawlosekî kal û niha jî bona Mesîh Îsa girtî,


Bona vê Mizgînîyê ez diçerçirim, hʼeta mîna zulmkʼarekî jî qeydkirî me, lê xebera Xwedê qeydkirî nîne.


Îdî kʼî ye Apolo? Kʼî ye Pawlos? Ew qulixkʼarêd Xwedê ne, bi kʼîjana we bawer kir. Xudan çiqas şixul daye wan her kesî, haqasî jî dikin.


Hûn dikʼetine hʼalê girtîya jî û gava hebûka we jî tʼalan kirin, hûn bi wê yekê eşq û şa bûn, çimkî we xwexa zanibû ku hebûka weye hê qenc û her tʼim heye.


Bira Xudan rʼeʼma xwe li mala Onîsîforo bike, çimkî ewî gelek cara dilê min rʼihʼet kir, ji girtina min şerm nedikir,


Awa şerm neke, ku bona Xudanê me şeʼdetîyê bidî, ne jî bona min şerm bike, ku ez bona navê Wî girtî me. Lê tʼevî cefayê Mizgînîyê be, anegorî qewata Xwedê.


Heger tu van şîreta bidî xûşk-bira, tê bibî qulixkʼarê Mesîh Îsayî qenc, çawa tu xwexa jî bi wan gotinêd bawerîyê û hînbûna qence ku tu pey çûyî, qinyat dibî.


û Tîmotʼêyoyê birayê me, yê ku tʼevî me bona Xwedê, Mizgînîya Mesîhda dixebite, ser weda bişînin, ku bawerîya we qewîn ke û dil bide we,


Belê heger cî bê ku xûna min ser wê bawerîya weda bê rʼêtinê, ya ku xizmetkʼarîya weda çawa qurban Xwedêrʼa tê dayînê, ezê şa bim û tʼevî eşqa we bim.


Awa tʼevayîya kʼoma kʼoçʼikserêva, usa jî hʼemûyêd mayînva eʼyan e ku ez bona navê Mesîh nava van qeydada me.


bona Kʼîjanê ez bi van qeydê xwe qasidîyê dikim. Dua bikin, wekî ez bona Wê turuş kim xeber dim, çawa lazim e.


Awa ezî girtîyê bona navê Xudan, hîvî ji we dikim, ku hûn usa bijîn, çawa layîqî wê gazîyê ye, kʼîjanêrʼa hûn hatine gazîkirinê.


Bona vê yekê ez Pawlos bona Mesîh Îsa girtî me, bona we necihûya…


Lê bi tʼexmîna min ez tʼu tiştîva ji wan şandîyêd eʼyane ha kêmtir nînim!


Hûn rʼeng-rʼûya dinihêrʼin. Kʼî xweda guman e, ku ew pʼara Mesîh e? Bira vê jî bifikire, ku çawa ew pʼara Mesîh e, usa jî em in.


Çimkî eme ku sax in, bona Îsa mirinêrʼa têne dayînê, wekî jîyîna Îsa jî qalibê meyî mirîda kʼifş be.


Çawa nivîsar e: «Bona Te em her rʼoj ber mirinê ne, mîna peza serjêkirinê hʼesab dibin».


Pawlos tʼam du sala mala xweye kʼirêkirîda ma, kʼî jî dihate cem wî, hʼemû qebûl dikirin.


Gava em gihîştine Rʼomê, îzin dane Pawlos ku tʼenê tʼevî wî eskerê ku nobedarîyê wî dike bimîne.


Gava qirar kirin ku em bi gemîyê herʼine Îtalyayê, Pawlos û çend girtîyêd din dane destê sersedekî ji rʼefa eskerêd Qeyser, navê wî Yûlyo.


Gava gelek rʼoj li wir derbaz kirin, Fêsto bona Pawlos eʼlamî pʼadşê kir û got: «Vir merivek heye ku ji hêna Felîksda ew girtî maye.


Gava hate cem me, qayîşa pişta Pawlos hilda, dest û pʼîyêd xwe girêda û got: «Rʼuhʼê Pîroz aha dibêje: ‹Ew merivê xweyê vê qayîşê cihûyê Orşelîmêda aha wî girêdin û bidine destê necihûya›».


Tʼenê Rʼuhʼê Pîroz hʼemû bajarîda tʼemîyê dide min û dibêje ku: ‹Qeyd û tengasî pêşîya te ne›.


Hingê ji Entakyayê û Qonyayê cihû hatin, eʼlalet dane alîyê xwe, Pawlos dane ber kevira, ji bajêr kʼaşî der kirin, wan tʼirê mirîye.


Awa gerekê meriv me usa hʼesab kin, çawa berdestîyêd Mesîh û wekʼîlêd surʼêd Xwedê.


Çimkî ez tʼexmîn dikim, ku Xwedê em şandî avîtine paşîya kʼoçʼa, çawa ji mirinêrʼa dayî. Em dinêda bûne îtoyîn, hin li ber milyakʼeta, hin jî ber meriva.


Hʼeta niha jî em birʼçî dimînin, tʼî dimînin, bê sitʼar dibin, têne kʼutanê û dero-der dibin.


Ji vir şûnda bira tʼu kes zeʼmetê nede min, çimkî min daxa birînêd Îsa hildaye ser bedena xwe.


zêrandin û cefayêd min. Tu zanî li Entakyayê, Qonyayê, Lîstrayê çi hatine serê min: Min çi zêrandin kʼişandin! Lê Xudan ez ji hʼemûya xilaz kirim.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite