Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Korîntî II, 11:22 - Peymana Nû (Încîl)

22 Ewana îbranî ne? Ez jî. Îsraêlî ne? Ez jî. Ji rʼikʼinyata Birahîm in? Ez jî.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

22 Ma ew Îbranî ne? Ez jî. Ma Îsraêlî ne? Ez jî. Ma ji dûndana Birahîm in? Ez jî.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

22 Әԝана ибрани нә? Әз жи. Исраели нә? Әз жи. Жь рʼькʼьнйата Бьраһим ьн? Әз жи.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

22 ما اَو عبرانینَ؟ اَز ژی! ما اَو بنی اسرائیلینَ؟ اَز ژی! ما اَو ژه نَسلا ابراهیمِن؟ اَز ژی!

Gade chapit la Kopi




Korîntî II, 11:22
17 Referans Kwoze  

Rʼoja hʼeyşta sinet bûme, ji rʼikʼinyata Îsraêl im, ji qebîla Binyamîn, îbranî me û kurʼê îbranîya, alîyê Qanûnêda fêrisî,


Awa ez dipirsim: Gelo Xwedê dest ji cimeʼta Xwe kir? Na xêr! Ez xwexa jî îsraêlî me, ji zurʼeta Birahîm im, ji qebîla Binyamîn.


ku îsraêlî ne. Li wan dikʼeve bibine lawêd Xwedê, Xwedê rʼûmeta Xwe nîşanî wan da, peyman tʼevî wan girêdan, qanûnêd Xwe dane wan û kirine xweyêd hʼebandin û sozêd dayî.


«Ez merivekî cihû me, bajarê Tarsûsa Kîlîkyayêda ji dîya xwe bûme, lê vî bajarîda bin destê Gamalyêlda çawa şagirt mezin bûme û hʼemû Qanûna kal-bava jî bi fesal-rʼast hîn bûme, hindava Xwedêda jî xweyîxîret bûm, çawa ku hûn hʼemû îro.


Û nav xweda nefikirin nebêjin: ‹Birahîm bavê me ye›. Ez werʼa dibêjim, ku Xwedê ji van kevira jî dikare zarʼa Birahîmrʼa derxe.


Wan rʼojada gava şagirt zêde dibûn, cihûyêd ku yûnanî xeber didan hindava cihûyêd îbranîda bîna xwe teng dikirin, çimkî xurekê ku her rʼoj dihate belakirinê nedigihîşte jinebîyêd wan.


Awa ew soz Birahîm û zurʼeta wîrʼa hatine dayînê. Nivîsarêda nayê gotinê: «Zurʼetêd te» çawa bona geleka, lê bona yekî: «Zurʼeta te» û ew zurʼet Mesîh e.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite