Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Korîntî II, 11:20 - Peymana Nû (Încîl)

20 Belê, hûn sebir dikin, gava yek we dike xulam, yan hebûka we dixwe, yan we kʼara xwerʼa dide xebatê, yan ser werʼa kʼubar dibe, yan rʼûyê we dixe.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

20 Çimkî eger yek we bike xulam, eger yek ji we bixwe, eger yek feydê ji we bibîne, eger yek li we quretiyê bike, eger yek li rûyê we bixe, hûn van tiştan radigirin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

20 Бәле, һун сәбьр дькьн, гава йәк ԝә дькә хӧлам, йан һәбука ԝә дьхԝә, йан ԝә кʼара хԝәрʼа дьдә хәбате, йан сәр ԝәрʼа кʼӧбар дьбә, йан рʼуйе ԝә дьхә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

20 چون هَگو مِرُوَگ وَ بِگَتَ برده خو، آن همو دِشده وَ بِستِنیت، آن استفادا خو وَ بِگَت، آن سَر وَ آغاتیه بِگَت، آن سیلّا وَ بِدَت، اون تحمل دِگَن.

Gade chapit la Kopi




Korîntî II, 11:20
19 Referans Kwoze  

çimkî çend birayêd derew şûlikîne nava me, wekî ceʼsûsîyê azayîya me bikin, ya ku bi saya Mesîh Îsa me dest anîye. Wana dixwest em bikirana bindest.


Bona azayîyê Mesîh em aza kirine! Wê azayîyê qewîn bigirin û dîsa nekʼevine bin wî nîrê xulamtîyê.


Lê niha ku we Xwedê nas kirîye, lê belê Xwedê jî hûn nas kirine, hûn çawa dîsa vedigerʼine ser wan sixirêd vê dinêye bêqewate ne tʼu tişt û dîsa dixwazin xulamtîyê wanrʼa bikin?


Usa jî em gava hê rʼuhʼanîda «xişîm» bûn, me xulamtî sixirêd vê dinyayêrʼa dikirin.


Em hʼukumî ser bawerîya we nakin, çimkî hûn bawerîyêda şidîyayî ne, lê em tʼevî we dixebitin bona şabûna we.


Heger yek rʼûyê te xe, yê din jî bide ber û yê ku pʼotê te ji te bistîne, kirasê xwe jî jêrʼa bihêle.


Me gotinêd xweda hʼilekʼarî nekirin, çawa hûn zanin, ne jî pey timaya tʼerkelipaskirî kʼetin. Xwedê şeʼde ye!


Axirîya wan undabûn e, xwedêyê wan zikê wan e û kirêd wane şermî jî rʼûmeta wan e. Ewana tʼenê ser tiştêd vê dinê difikirin.


Ewêd ku dixwazin ji dervava xwe bidine kʼifşê, ew pʼêyî ser we dikin, ku hûn bêne sinetkirinê. Lê evana vê yekê dikin, ku tʼenê bona xaçê Mesîh ew neyêne zêrandinê.


Lê ez bi yektîya meye Xudanda weda guman im, ku hûnê tiştekî mayîn nefikirin, lê ewê fikirêd we tʼevî hev dike wê ser bela xwe vebe, kʼî jî hebe.


Hacer Eʼrebistanêda tê hʼesabê çʼîyayê Sînayê û himberî Orşelîma niha dibe, ku zarʼêd xweva xulamtîyê dike.


Hʼeta niha jî em birʼçî dimînin, tʼî dimînin, bê sitʼar dibin, têne kʼutanê û dero-der dibin.


Evana alîkîva malêd jinebîya hʼûfî xwe dikin, alîyê dinva jî bona xwekʼifşkirinê duayê xwe dirêj dikin. Dîwana wanê hê giran be».


Em wan şêwira û hʼemû bilindcîyêd kʼubarîyêye miqabilî zanebûna Xwedê betal dikin û hʼemû fikira dikine hêsîr, êlimî Mesîh dikin.


Lê tʼenê ez ditirsim, tuwere çawa meʼr bi fêlbazîya xwe Hêwa xapand, usa jî ew hʼişê we biçelqîne û hûn destê xwe ji şîrhʼelalî û dilsaxîya xweye hindava Mesîhda bikin.


Em ha hildin, ku min giranî nedaye we, lê bi ya hineka ezî hʼilekʼar bûme û bi fêlbazîya xwe hûn avîtine tʼeleka xwe.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite