Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Korîntî II, 11:10 - Peymana Nû (Încîl)

10 Bi wê rʼastîya Mesîh, ya ku nava minda ye, rʼûspîtîya min wê dor-berêd qeza Axayayêda jî betal derneyê.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

10 Rastiya Mesîh bi min re ye, wisa ku li herêma Axayayê tu kes nikare devê min ji vê pesindanê bigire.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

10 Бь ԝе рʼастийа Мәсиһ, йа кӧ нава мьнда йә, рʼуспитийа мьн ԝе дор-бәред ԛәза Ахайайеда жи бәтал дәрнәйе.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

10 اَز بِ اَو راستیا مسیحْ گو ناو مِدایَ سوند دِخُم گو، اَو اِفتخارا مِن مَنطَقِت اَخائیه دا بَین ناچیت.

Gade chapit la Kopi




Korîntî II, 11:10
21 Referans Kwoze  

Ez bi Mesîh bê xêlif rʼast dibêjim û îsafa min jî bi saya Rʼuhʼê Pîroz minrʼa şeʼdetîyê dide,


Xwedê şeʼdê min e, ew Xwedêyê ku ez nava Mizgînîya Kurʼê Wîda bi dil û can xulamtîyê dikim, ez her gav we bîr tînim


Hêna welîyê Galîyoyê Axayayêda cihû bûne yek, hʼicûmî ser Pawlos kirin û birine ber dîwanê


Lê ser minrʼa Xwedê şeʼde ye, ku min qêmîşî we nekir, ku nehatime Korintʼê.


Û bona vê yekê ez dannasînkir û şandî hatime kʼifşkirinê, (ez rʼast dibêjim, derewa nakim), necihûyarʼa bûme dersdarê bawerîyê û rʼastîyê.


Hûn xwexa şeʼde ne, usa jî Xwedê, ku em tʼevî we bawermenda çawa hʼelal, rʼast û bêqusûr rʼabûn-rʼûniştin.


Me gotinêd xweda hʼilekʼarî nekirin, çawa hûn zanin, ne jî pey timaya tʼerkelipaskirî kʼetin. Xwedê şeʼde ye!


Çi ku werʼa dinivîsim, ez ber Xwedê bêxêlif dibêjim.


Dibe ku hûn tʼemamîya vî wextîda difikirin, ku em dixwazin xwe li ber we rʼûspî kin? Na! Lê li ber Xwedê em yektîya Mesîhda xeber didin û her tiştî delalno, bona kʼara we dibêjin.


Xwedêyê Bavê Xudan Îsa, ku hʼeta-hʼetayê hêjayî şikirîyê ye, zane ku ez derewa nakim.


Û ez çawa dikim, ezê usa jî bikim, wekî rʼê nekʼeve wan, yêd ku meʼnîya digerʼin, wekî pʼeyê xwe bidin, yançîye ew jî mîna me dixebitin.


Em ji sînor dernayên û pê xebata hinekêd din nafirʼin. Lê em wê gumanê ne, ku bawerîya we bigihîje, weke wê dayîna ku me standîye, xebata me jî nava weda hê zêde berfire be.


Çimkî ez wê rʼezedilîya we zanim û nava mekedonîyada pê we firʼnaq dibim dibêjim, ku we bawermendêd qeza Axayayê hê sala parva kʼarê xwe kʼomekdayînê kirîye û ev xîretkʼêşîya we, gelek ji nav wanda leqandine.


Ji Pawlosê bi eʼmirê Xwedê şandîyê Mesîh Îsa û Tîmotʼêyoyê birayê me, civîna Xwedêye Korintʼêrʼa û wê tʼemamîya cimeʼta Xwedêrʼa, ya ku tʼevayîya qeza Axayayêda ye:


Niha hûn zanin ku Stêfanas mala xweva bawermendêd qeza Axayayêye pêşin e û wan xwe dane xizmetkʼarîya cimeʼta Xwedê. Îdî ez hîvî ji we dikim xûşk-birano,


Û li civîna mala wanda jî silav kin. Apênetoyê delalê min jî silav kin, ku Asyayêda bawermendê Mesîhî pêşin e.


Apolo ku xwest herʼe Axayayê, bira dil dane ber û şagirtarʼa jî neʼmek nivîsîn ku wî qebûl kin. Gava gihîşte wir, ew gelekî kêrî wan hat, yêd ku bi kʼerema Xwedê bibûne bawermend.


ji vir şûnda ne ku ez dijîm, lê Mesîh e ku nava minda dijî. Û niha ku ez vî qalibîda dijîm, bi Kurʼê Xwedê bawerkirinê dijîm, Yê ku ez hʼiz kirim û canîya Xwe bona min da der.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite