Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Korîntî II, 10:18 - Peymana Nû (Încîl)

18 Çimkî ne ku ewê pʼeyê xwe dide, li Xudan qebûl e, lê yê ku Xudan pʼeyê wî dide.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

18 Çimkî ne yê ku xwe tewsiye dike, lê belê yê ku Xudan wî tewsiye dike, tê erêkirin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

18 Чьмки нә кӧ әԝе пʼәйе хԝә дьдә, ль Хӧдан ԛәбул ә, ле йе кӧ Хӧдан пʼәйе ԝи дьдә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

18 چون اَوه گو مَحتا خو دِگَت اَو نینَ گو قَبول دِبیت، بَلگو اَوه گو خاده مَحتا وی دِگَت اَوَ گو قَبول دِبیت.

Gade chapit la Kopi




Korîntî II, 10:18
21 Referans Kwoze  

Îsa wanrʼa got: «Hûn ew in yêd ku xwe ber meriva rʼast didine kʼifşê, lê Xwedê dilê we zane. Bizanibin ku ew tiştê nav merivada xweyîqedir e, ew li ber Xwedê hʼeram e.


Awa ji wext zûtir loma nekin, hʼeta hatina Xudan. Ewê tiştêd teʼrîyêda veşartî derxe rʼonayê û şêwirêd dila bide eʼyankirinê. Û hingê her kesê qîmetê xwe ji Xwedê bistîne.


Lê cihû ew e, yê ku dilê xweda cihû ye û sinetîya rʼast dilê sinetbûyî ye, bi Rʼuhʼ, ne bi Qanûna nivîsar. Yê ha, ne ku meriv pʼeyê wî didin, lê Xwedê.


Rʼast em newêrin, xwe ser mêzînê bikʼişînin û himberî wan kin, yêd ku xwexa pesinê xwe didin. Ewana nadine ber hʼişê xwe, gava nava xweda xwe pê hev çap dikin û xwe didine ber hev.


Li wan hê xweş dihat ku meriv pesinê wan bidin, ne ku Xwedê.


Ev yek dibe sebeb, wekî xalisîya bawerîya we hê bi qîmet kʼifş be, ne ku ew zêrʼê ku nava êgirda tê cêrʼibandinê lê dîsa unda dibe û bi vî awayî ew bawerîya we wê hêjayî pesin, rʼûmet û qedir be, wextê xuyabûna Îsa Mesîh.


Lê em dua ji Xwedê dikin, ku hûn xirabîyê nekin, ne ku wekî em cêrʼibandinêda qenc kʼifş bin, lê wekî hûn qencîyê bikin, heger em pênebûyî jî kʼifş bin.


Lê her tiştîda em xwe bi sebira xweye mezin didine kʼifşê, çawa qulixkʼarêd Xwedê: Teʼlî-tengîyada, hêsîrî-belengazîya û derd-kulada,


Kʼê bi van xulamtîyê Mesîhrʼa dike, ew li Xwedê xweş tê û dibe şîrinê meriva.


Bike ku tu li Xwedê xweş bêyî, pʼalekî usa ku şerm nekî, xebera rʼastîyê rʼast şirovekî.


Ne ku em ber we dîsa pesinê xwe didin, lê mecalê didine we, ku hûn bi me bifirʼin, wekî tiştekî weyî gotinê wanrʼa hebe, yêd ku bi dîtina çʼeʼva difirʼin, ne ku bi ya dilada.


Gelo em dîsa vedigerʼin, xwexa pesinê xwe bidin? Yan mîna hineka merʼa lazim e em şeʼdeneʼma ser weda bişînin, yan ji we bistînin?


Belê, eʼseyî dutîretî wê bikʼeve nava we, wekî yêd nava wedaye jibare kʼifş bin.


Silavê bidine Apêlîs, ku bona Mesîh yekî kʼetî-rʼabûyî ye. Silavê bidine mala Arîstopolo.


Gelî îsraêlîya, van xebera bibihên! Îsayê Nisretê, merivekî ku ji alîyê Xwedêda kʼifşkirî bû, Xwedê pê Wî nava weda nîşan, kʼeremet û kirêd qewat kirin, çawa ku hûn xwexa jî zanin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite