Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Korîntî I, 9:15 - Peymana Nû (Încîl)

15 Lê min ji van îzina qet yek pêk neanî, ne jî niha dinivîsim ku van îzina pêk bînim. De bira ez bimirim, ne ku yek rʼûspîtîya min betal ke.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

15 Lê min qet yek ji van heqan bi kar neanî. Û ez van tiştan nanivîsim ku weha ji bo min bê kirin. Çimkî ji dêla ku yek pesindana min pûç derxe, mirin ji bo min çêtir e.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

15 Ле мьн жь ван изьна ԛәт йәк пек нәани, нә жи ньһа дьньвисьм кӧ ван изьна пек биньм. Дә бьра әз бьмьрьм, нә кӧ йәк рʼуспитийа мьн бәтал кә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

15 بله مِن چی یگ ژه وان حَقانَ نَدایَ شُله، و اَز وانَ ژی نانِویسِم گو اَو شُلَنَ بُ مِن بِنَ گِرِن. چون گو بُ مِن مِرِن باشتِرَ حَتا هِنده گو مِرُوَگ وه اِفتخاره ژه مِن بِستِنیت.

Gade chapit la Kopi




Korîntî I, 9:15
14 Referans Kwoze  

Ew xebat û cefê me tê bîra we xûşk-birano? Em şev û rʼoj dixebitîn, ku ser we tʼu kesî nebine bargiranî, gava me Mizgînîya Xwedê werʼa dannasîn kir.


ne jî nanê tʼu kesî bê heq xwarîye, lê bi xûdana eʼnîya xwe şev û rʼoj dixebitîn, diçerçirîn, wekî ser we tʼu kesî nebine bargiranî.


Heger îzina hinekêd din heye kʼarê ji we bibînin, ne ya me hê zêde heye? Lê me ev îzin pêk neanî. Serda jî li her tiştî sebir kir, ku nebine pêşîbirʼê Mizgînîya Mesîh.


Hûn xwexa zanin ez û yêd tʼevî min em hʼewcê çi jî bûne, ev destêd min xebitîne.


Lê ez eʼmirê xwe layîqî tʼu tiştî nakim, tʼenê dikim bigihîjime meremê xwe û wê qulixa ku min ji Xudan Îsa standîye bînime sêrî, awa gotî Mizgînîya kʼerema Xwedê bi meʼrîfetî dannasîn kim.


cem wan ma û tʼevî wan xebitî, çimkî pʼêşê wan yek bû, kon çêdikirin.


Em bi destê xwe dixebitin, bi xûdana xwe dijîn. Gava me rʼezîl dikin, em dua li wan dikin, gava me dizêrînin, em sebir dikin,


Lê Şawûl gelek zirar dida civînê, mal-mal digerʼîya jin û mêr kʼaşî derva dikirin davîtine kelê.


Lê kʼî ku ji van biçʼûka yekî, yê ku bawerîya xwe Min tîne ji rʼê derxe, wîrʼa hê qenc e, wekî beraşek stûyê wîva bê girêdanê û binê beʼrêda bixeniqe.


Min havijîya xwe zêrʼ, zîv û kʼincê tʼu kesî neanîye.


Awa îdî çi ye xelata min? Ev e, ku ez dannasînîya xweda Mizgînîyê bê heq bidim, îzina xwe Mizgînîdayînêda bi zora xwe pêk neynim.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite