Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Korîntî I, 9:1 - Peymana Nû (Încîl)

1 Ne ez aza me? Ne ez şandî me? Ne min Xudanê me Îsa bi çʼeʼva dît? Ne hûn pê xûdana min pʼara Xudan kʼetin?

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

1 Ma ez ne azad im? Ma ez ne şandî me? Ma min Xudanê me Îsa nedîtiye? Ma hûn di baweriya Xudan de ne berê xebata min in?

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

1 Нә әз аза мә? Нә әз шанди мә? Нә мьн Хӧдане мә Иса бь чʼәʼва дит? Нә һун пе худана мьн пʼара Хӧдан кʼәтьн?

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

1 ما اَز آزاد نینِم؟ ما اَز رسول نینِم؟ ما مِن خادیه مَ عیسی نَدیتیَ؟ ما اون اِرمیشا شُلا مِن ناو خاده دا نینِن؟

Gade chapit la Kopi




Korîntî I, 9:1
37 Referans Kwoze  

Hananîya jî çû kʼete wê malê, destê xwe danî ser wî û gotê: «Şawûl bira! Xudan ez şandime, ew Îsayê rʼêva rʼastî te hat, wekî tu dîsa bibînî û bi Rʼuhʼê Pîroz tʼijî bî».


Û bona vê yekê ez dannasînkir û şandî hatime kʼifşkirinê, (ez rʼast dibêjim, derewa nakim), necihûyarʼa bûme dersdarê bawerîyê û rʼastîyê.


Min daçʼikand, Apolo avda, lê Xwedê gîhand.


Şevtira din Xudan li ber wî sekinî û gotê: «Serxwe be, te çawa şeʼdetîya Min Orşelîmêda da, usa jî gerekê Rʼomêda şeʼdetîyê bidî».


Gava diçû nêzîkî Şamê bû, nişkêva ji eʼzmên rʼonayîkê dora wî şewq da.


Rʼast e ez ji her kesî aza me, lê ez dîsa xwe dikime xulamê hʼemûya, wekî hê geleka qazinc kim.


Vê Mizgînîyêrʼa ez dannasînkir, şandî û dersdar hatime kʼifşkirinê


Bona azayîyê Mesîh em aza kirine! Wê azayîyê qewîn bigirin û dîsa nekʼevine bin wî nîrê xulamtîyê.


Em jî çawa heval-xebatêd Xwedê îdî hîvî ji we dikin, yêd ku kʼerema Xwedê standine, nehêlin ku ew kʼerem bêfeyde be.


Ji Pawlos, xulamê Mesîh Îsa, şandîtîyêrʼa gazîkirî, bona belakirina wê Mizgînîya Xwedêye kʼifşkirî,


Ez Pawlosê şandî, ne ku ji alîyê merivada yan bi destê meriva kʼifşbûyî me, lê bi destê Îsa Mesîh û Bav Xwedê, Yê ku Ew ji mirinê rʼakir,


Ne jî em navê xwe gerʼîyan, ne nava weda, ne nava yêd mayînda,


Lê bi tʼexmîna min ez tʼu tiştîva ji wan şandîyêd eʼyane ha kêmtir nînim!


Ji Pawlosê ku bi eʼmirê Xwedê şandîtîya Mesîh Îsarʼa gazîkirî, tʼevî Sostênîsê bira,


Niha ez we necihûyarʼa dibêjim: Belê ez şandîyê necihûya me, qulixê xwe bilind dikim,


Bi Wî me kʼerema şandîtîyê stand, wekî bona navê Wî hʼemû mileta hîn kin, ku bawer bikin û guhdar bin.


Lê gava şandîya, Barnabas û Pawlosva ev yek bihîst, kʼincêd xwe qelaştin û rʼevîne nava eʼlaletê, kirine gazî û gotin:


Lê dutîretî kʼete bajêr, hinek li alîyê cihûya bûn, hinek jî li alîyê şandîya.


Evana ku nava hʼebandina Xudanda bûn û rʼojî digirtin, Rʼuhʼê Pîroz wanrʼa got: «Barnabas û Şawûl Minrʼa bona wî şixulê ku Min gazî wan kirîye cude kin».


Lê Xudan jêrʼa got: «Tu herʼe, çimkî Min ew çawa hacetek bijartîye, wekî navê Min necihûya, pʼadşa û zarʼêd Îsraêlêva bide naskirinê.


Ewî jî got: «Tu kʼî yî, Xudan?» Wî dengî gotê: «Ez ew Îsa me, Yê ku tu dizêrînî.


Gotina min ne bona fikara îsafa we ye, lê ya hevalê we.) Çima gerekê azayîya min bona fikara îsafa yekî mayîn bê lomekʼarkirinê?


Heger ez şikirîyê didime Xwedê dixwim, çima bona wê yekê xeyba min dikin, wekî ez şikirîya xwe Xwedê tînim?


Lê heger yek bixwaze vê yekêrʼa bikʼeve deʼwê, eʼdetekî meyî din tʼune û ne jî yê civînêd Xwedê.


Hûn rʼeng-rʼûya dinihêrʼin. Kʼî xweda guman e, ku ew pʼara Mesîh e? Bira vê jî bifikire, ku çawa ew pʼara Mesîh e, usa jî em in.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite