Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Korîntî I, 8:6 - Peymana Nû (Încîl)

6 lê bona me tʼenê Xwedêk heye, Bav, Eʼfirandarê her tiştî, em jî bona Wî hene û tʼenê Xudanek heye, Îsa Mesîh, bi Kʼîjanî her tişt xuliqî ne û bi saya Wî em hene.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

6 ji bo me tenê Xwedayek heye, ew jî Bav e. Her tişt ji wî ye û em ji bo wî hene. Û tenê Xudanek heye, ew jî Îsa Mesîh e. Her tişt bi destê wî hat afirandin û em bi wî hene.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

6 ле бона мә тʼәне Хԝәдек һәйә, Бав, Әʼфьрандаре һәр тьшти, әм жи бона Ԝи һәнә у тʼәне Хӧданәк һәйә, Иса Мәсиһ, бь Кʼижани һәр тьшт хӧльԛи нә у бь сайа Ԝи әм һәнә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

6 بله بُ مَ تِنه یگ خدا هَیَ، آنی باب، گو همو دِشد ژه آلیه ویَ و بَر خاطره ویَ گو اَم هَنَ؛ و یگ خاده هَیَ، آنی عیسیْ مسیحْ، گو همو دِشد بِ واسِطا ویَ و بِ واسِطا ویَ گو اَم هَنَ.

Gade chapit la Kopi




Korîntî I, 8:6
40 Referans Kwoze  

Çimkî her tişt ji Wî, bi Wî û bona Wî ne. Şikir ji Wîrʼa hʼeta-hʼetayê. Amîn.


Her tişt bi Wî eʼfirîn û bêyî Wî tʼu tişt neqewimî, çi ku qewimî.


Awa derheqa wan qurbanêd pʼûtaye ku merî dixwin: Em zanin ku pʼût heyîna xweva pʼûçʼ in û Xwedêkî din tʼune, pêştirî yekî.


çimkî ‹em bi Wî dijîn, dimeşin û hene›. Çawa çend şayîrêd we jî gotine: ‹Em rʼast zarʼêd Wî ne›.


Wê rʼojê hûnê bizanibin ku Ez nava Bavê Xweda me, hûn nava Minda ne û Ez jî nava weda me.


Bona vê yekê jî ez werʼa dibêjim, tʼu kes tʼune ku bi rʼêberîya Rʼuhʼê Xwedê xeber de û bêje: «Bira nifirʼ li Îsa be». Û kesek jî nikare bêje: «Îsa Xudan e», heger ne bi rʼêberîya Rʼuhʼê Pîroz.


Niha bira tʼemamîya mala Îsraêl rʼind zanibe ew Îsayê ku we xaç kir, Xwedê Ew hin kire Xudan, hin jî Mesîh».


Îsa gote wê: «Min negire, çimkî Ez hê rʼanebûme cem Bavê. Lê herʼe cem birêd Min û wanrʼa bêje. ‹Ezê rʼabime cem Bavê Xwe û cem Bavê we, cem Xwedêyê Xwe û cem Xwedêyê we›».


Hûn Min Dersdar û Xudan hʼesab dikin, hûn rʼast dikin, Ez hema usa jî heme.


Îsa nêzîkî wan bû, wanrʼa xeber da û got: «Hʼemû hʼukumê eʼrd û eʼzmên Minrʼa hate dayînê.


Her tişt ji Bavê Min Minrʼa hatîye dayînê. Kesek Kurʼ nas nake pêştirî Bavê û kesek Bavê nas nake pêştirî Kurʼ û kʼîjanarʼa ku Kurʼ bixwaze wanva Bavê bide naskirinê.


Ev e jîyîna hʼeta-hʼetayê, wekî ew Te nas kin, çawa Xwedêyê rʼastî bêşirîkî-bêheval û usa jî Îsa Mesîhê ku Te şandîye.


Ez Yê sax im. Ez Yê mirî bûm, lê va ye ez sax im hʼeta-hʼetayê. Û Ez im xweyê kʼilîtêd Mirinê û Dîyarê Mirîya.


Bona vê yekê ez li ber Bav çok didim,


civîna Xwedêye Korintʼêrʼa, buhurtî-jibarebûyîyêd yektîya Mesîh Îsada, yêd pîrozbûnêrʼa gazîkirî, tʼevî wan hʼemûyêd ku her dera gazî navê Xudanê me Îsa Mesîh dikin, Ew Xudanê wan û me ye:


Xwedê Ew bilind kir danî li milê Xweyî rʼastê, ku bibe Rʼêber û Xilazkir, wekî mecala tʼobeyê û baxşandina guna bide Îsraêlê.


gihîşte we. Û ew Mizgînî tʼemamîya dinyayêda digihîje û ber dide, çawa nava weda jî ji wê rʼojêda, gava we bihîst û kʼerema Xwedê tʼemamîya rʼastîya wêva nas kir.


Şikir ji Xwedêrʼa, Bavê Xudanê me Îsa Mesîh, ku pê hʼemû dua-dirozgêd rʼuhʼanîye li dîyarê eʼzmana yektîya Mesîhda dua li me kirin.


Dibêjin: «Xwarin bona zik e, zik jî bona xwarinê ye», lê Xwedê her duya jî wê unda ke. Lê beden ne bona qavîyê ye, lê bona xizmetkʼarîya Xudan e û Xudan jî bona bedenê xem dike.


Bi Wî we bawerîya xwe Wî Xwedêyî anî, Yê ku Ew ji nava mirîya rʼakir û rʼûmet da Wî, lema bawerî û gumana we ser Xwedê ye.


Ew dinyayêda bû û dinya pê Wî eʼfirî, lê dinyayê Ew nas nekir.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite