Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Korîntî I, 6:9 - Peymana Nû (Încîl)

9 Çima hûn nizanin ku yêd neheq wê Pʼadşatîya Xwedê war nebin? Nexapin! Ne bênamûs, ne pʼûtpʼarist, ne zinêkʼar, ne jinêd hevrʼa dibin rʼobet, ne mêrêd hevrʼa dibin rʼobet,

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

9 Ma hûn nizanin ku yên neheq Padîşahiya Xwedê mîras nastînin? Neyên xapandin! Yên ku fuhûşê dikin, an pûtperest, an zînakar, an qûnde, an qûngê,

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

9 Чьма һун ньзаньн кӧ йед нәһәԛ ԝе Пʼадшатийа Хԝәде ԝар нәбьн? Нәхапьн! Нә бенамус, нә пʼутпʼарьст, нә зьнекʼар, нә жьнед һәврʼа дьбьн рʼобәт, нә меред һәврʼа дьбьн рʼобәт,

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

9 ما اون نِزانِن گو مِرُوه نَدوز نابِنَ وارِثه پادشاهیا خدا؟ نَینَ لِباندِن: نه مِرُوِت به ناموس، نه بت پرست، نه زِناگَر، نه لواطگَر، چه فاعل و چه مفعول،

Gade chapit la Kopi




Korîntî I, 6:9
51 Referans Kwoze  

ne diz, ne timakʼar, ne serxweş, ne buxdanbêj, ne jî tʼalankir Pʼadşatîya Xwedê wê war nebe.


Lê se-kûçʼik, sêrbaz, bênamûs, mêrkuj, pʼûtpʼarist û her kesê ku derewa hʼiz dike û derewa dike, ewê derva bimîne.


Lê pʼara tirsoneka, bêamina, kʼirêt-hʼerama, mêrkuja, bênamûsa, sêrbaza, pʼûtpʼarista û hʼemû derewîna wê gola agirê ku kʼirkʼûtêva dişewite bikʼeve. Ev e mirina duda».


Çima hûn nizanin ku bedenêd we pʼaristgeha Rʼuhʼê Pîroz in, ku nava weda ye, Kʼîjan we ji Xwedê stand? Hûn ne xweyîyê serê xwe ne.


Ne ku gotina min derheqa qava, timakʼara, tʼalankir yan pʼûtpʼaristêd vê dinêda bû. Heger usa bûya, gerekê hûn lap ji dinê derkʼetana.


Hʼal-zewac hʼemûyarʼa nav-namûsî be û cî-nivîn hʼelal be, çimkî Xwedê wê dîwana çʼeʼvder û zinêkʼara bike.


Xezeba Xwedê ji eʼzmên ser hʼemû bêxwedêtî û neheqîya wan meriva xuya dibe, kʼîjan ku bi neheqîyêd xwe nahêlin ku rʼastî xuya be.


Bikin ku tʼevî hʼemûya eʼdil bin û jîyîna pîroz derbaz kin. Bêyî pîrozîyê tʼu kes wê Xudan nebîne.


Gotina min ev e xûşk-birano, wekî xûn û goşt li Pʼadşatîya Xwedê nikarin war bin, ne jî dêrisbûn wê li nedêrisbûnê war be.


Nexapin! «Hevaltîya xirab merivê xweyîpʼergal xirab dike».


Çima hûn nizanin ku hûn pʼaristgeha Xwedê ne û Rʼuhʼê Xwedê nava weda dimîne?


Haş ji xwe hebin, nebe ku yek çʼeʼvder yan dinêhʼiz be mîna Esaw, ku bona zike nan nixurtîya xwe firot.


Hingê Pʼadşa wê yêd li milê Xweyî rʼastêrʼa bêje: ‹Werin bimbarekbûyîyêd alîyê Bavê Minda! Ew Pʼadşatîya ku bona we ji wextê eʼfirandina dinyayêda hazir bûye war bin.


Deng heye ku nava weda bênamûsî jî heye û ew jî bênamûsîke usa, wekî nava pʼûtpʼaristada jî tʼune, ku yek dest davêje dêmarʼîya xwe.


Nexapin xûşk-birayêd mine delal!


Hûn nizanin yêd lecmeydanêda ne, hʼemû jî dirʼevin, lê tʼenê yek xelatê distîne? Usa birʼevin, ku hûn bistînin.


Û hʼemûyêd ku mala xwe, yan birêd xwe, yan xûşkêd xwe, yan bavê xwe, yan dîya xwe, yan jina xwe, yan zarʼêd xwe, yan eʼrdêd xwe bona navê Min hiştine, ewê sed qat bistîne û wê jîyîna hʼeta-hʼetayê jî war be.


Pawlos hê bona rʼastîyê, xwegirtinê û dîwana Xwedêye ku wê bê xeber dida, Felîks saw kʼişand û got: «Tu niha herʼe. Gava wextê min hebe, ezê gazî te kim».


Ewî got: «Haş ji xwe hebin, ku hûn neyêne xapandinê, çimkî gelek wê pê navê Min bên û bêjin: ‹Ez im Mesîh› û: ‹Ew wext nêzîk e›, pey wan neçin.


Niha ez we dispêrime Xwedê û Xebera kʼerema Wî, ku dikare we rʼuhʼanîyêda ava ke û pʼara we tʼevî tʼemamîya cimeʼta Xwe ke.


Lê belê min werʼa nivîsî, ku hûn tʼevî wî nebin, yê ku navê xwedênasîyê ser e, lê qav e, tima ye, pʼûtpʼarist e, buxdanbêj e, serxweş e, yan jî tʼalankir e. Tʼevî yê usa hʼeta nên jî nexwin!


Ji qavîyê birʼevin! Hʼemû gunêd mayîne ku meriv dike, ji bedenê der e, lê ewê ku qavîyê dike, miqabilî bedena xwe guna dike.


Ditirsim, ku gava ez dîsa ser weda bêm, Xwedêyê min serê min li ber we berjêr ke û bona geleka şînê bikim, kʼîjana pêşda gune kirine û ji kirêd hʼeramîyê, bênamûsîyê û toltîyê tʼobe nekiribin.


Nexapin, Xwedê nabe pêkʼenî. Çimkî meriv çi diçîne, wê jî diçine.


Awa xwestinêd dilê xweye vê dinê bikujin: Bênamûsîyê, hʼeramîyê, temê xirab, dilhavijîya xirab û timayê, ku pʼûtpʼaristî ye.


Zarʼokno, bira tʼu kes we nexapîne. Yê ku rʼastîyê dike, ew yekî rʼast e, çawa Îsa rʼast e.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite