Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Korîntî I, 6:20 - Peymana Nû (Încîl)

20 Hûn bi qîmetekî biha hatine kʼirʼînê. Bona vê yekê bikin ku pê bedena we şikirî Xwedêrʼa bê dayînê.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

20 Çimkî hûn bi bihayekî hatin kirrîn; ji ber vê yekê Xwedê di bedena xwe de bilind bikin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

20 Һун бь ԛимәтәки бьһа һатьнә кʼьрʼине. Бона ве йәке бькьн кӧ пе бәдәна ԝә шькьри Хԝәдерʼа бе дайине.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

20 چون گو اون بِ قیمَتَگه هاتنَ کِرین. بَجا ناو بَدَنه خودا شُکوه و جلاله بِدَنَ خدا.

Gade chapit la Kopi




Korîntî I, 6:20
14 Referans Kwoze  

Hûn bi qîmetekî biha hatine kʼirʼînê, nebine xulamêd meriva.


Lê hûn qebîleke jibare ne, kʼahînêd pʼadşatîyê, miletê buhurtî, cimeʼta Xwedê, wekî kʼeremetêd Wî bikine dengî, Yê ku hûn ji teʼrîstanîyê gazî rʼonaya xweye hʼujmekʼar kirine.


Awa ez hîvî ji we dikim xûşk-birano, bona wê dilşewatîya Xwedê, qalibê xwe dîyarî Xwedê kin, çawa qurbaneke saxe durufkirî, li Wî qebûl, ya ku hʼebandina weye rʼuhʼanî ye.


Çimkî hûn zanin wekî hûn ji rʼaw-rʼizimêd kal-bavaye bêkêr, pê wan tiştêd ku unda dibin, awa gotî zêrʼa yan zîva nehatine kʼirʼînê,


Ez guman û çʼeʼvnihêrʼîya vê yekê me, ku tʼu tiştîva ezê şermî nemînim, lê belê hê mêrkʼîmî bim, çawa her gav usa jî niha pesinê Mesîh bi qalibê min bê dayînê, heger bi mirina min be, yan jî bi jîyîna min be.


Niha miqatî xwe û tʼemamîya wî kerê pêz bin, ku Rʼuhʼê Pîroz hûn ser berpirsîyar kʼifş kirine. Şivantîyê civîna Xwedê bikin, ya ku Wî bi xûna Xwe qazinc kir.


Ew ne ku pê xûna canega û nêrîya, lê bi xûna Xwe carekê bona her tʼim kʼete Cîyê Herî Pîroz û azabûna hʼeta-hʼetayê dest anî.


Mesîh em ji wê nifirʼa Qanûnê kʼirʼîn, ew dewsa me kʼete bin wê nifirʼê, çimkî nivîsar e: «Nifirʼ ser yê darva dardakirî ye».


Awa heger hûn bixwin, vexwin, yan çi şixulî ku hûn bikin, her tiştî bona şikirdayîna Xwedê bikin.


Û stiraneke nû distiran digotin: «Tu hêja yî, ku wê kʼitêbê hildî û morêd wê jê rʼakî. Çimkî Tu hatî serjêkirinê û pê xûna xwe Te meriv ji her berekê, ji her zimanî, ji her cimeʼtê û ji her miletî kʼirʼîn bona Xwedê,


Usa jî bira rʼonaya we ber meriva şewq bide, ku ewana kirinêd weye qenc bibînin û pesinê Bavê weyî eʼzmana bidin.


Pʼêxemberêd derew jî nava cimeʼta Îsraêlêda derkʼetine, çawa li nava weda jî wê dersdarêd derew derên. Ewê hînkirinêd zewal vedizine nava we, wî Xweyîyê ku ew kʼirʼîn jî înkʼar kin û zûtirekê belayê bînine serê xwe.


(Ez mîna eʼdetê merivayê dibêjim, bona binyatʼa weye merivayîye bêtʼaqet.) We çawa wextekê endemêd xwe dane neheqîyê ku bibine xulamêd hʼeramîyê û neheqîyê, usa jî niha endemêd xwe bidine hʼelalîyê ku bibine xulamêd heqîyê.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite