Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Korîntî I, 5:8 - Peymana Nû (Încîl)

8 De em vê cejinê derbaz kin, ne ku bi hevîrtirʼşkê kevinî neheqîyê û xirabîyê, lê bi nanê bê hevîrtirʼşk, bi nanê hʼelalîyê û rʼastîyê.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

8 Ji ber vê yekê em cejnê, ne bi hevîrtirşkê kevin, ne bi hevîrtirşkê kîn û xerabiyê, lê belê bi nanê şkeva yê dilpakî û rastiyê bikin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

8 Дә әм ве щәжьне дәрбаз кьн, нә кӧ бь һәвиртьрʼшке кәвьни нәһәԛийе у хьрабийе, ле бь нане бе һәвиртьрʼшк, бь нане һʼәлалийе у рʼастийе.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

8 بَجا وَرِن اَم عَیده نه بِ هِوِنا گَون، آنی هِوِنا خِرابی و پیسیتیه، بَلگو بِ نانه به هِوِنَ خالص بون و راستیه جَشن بِگِرِن.

Gade chapit la Kopi




Korîntî I, 5:8
34 Referans Kwoze  

Wî çaxî, gava bi hʼezara merî civîyan, usa ku ser hevrʼa derbaz dibûn, Ewî pêşîyê destpêkir şagirtêd Xwerʼa got: «Hʼevza xwe ji hevîrtirʼşkê fêrisîya bikin, Ez tînime ser durʼûtîya wan.


Îsa tʼemî da wan û got: «Miqatî xwe bin, hʼevza xwe ji hevîrtirʼşkê fêrisîya û usa jî yê Hêrodes bikin».


Îsa wanarʼa got: «Miqatî xwe bin, hʼevza xwe ji hevîrtirʼşkê fêrisî û sadûqîya bikin».


wekî îdî hʼeta mirina xwe, ne ku li gora dilhavijîyêd xweye merivayî bijîn, lê li gora qirara Xwedê.


Bira kʼerem tʼevî wan hʼemûya be, yêd ku bi hʼizkirina bê xilazî Xudanê me Îsa Mesîh hʼiz dikin.


Ne qenc e ku hûn firʼnaq dibin! Gelo hûn nizanin ku hinek hevîrtirʼşk tʼemamîya şkevê hiltîne?


Gava Îsa dît ku Natanyêl berbi Wî tê, derheqa wîda got: «Va ye îsraêlîkî heqî-hʼelal ku dilê wîda mixenetî tʼune».


Şagirta hingê feʼm kir, wekî Ewî bona hevîrtirʼşkê nan wanrʼa negot, ku hʼevza xwe bikin, lê ji hînkirina fêrisî û sadûqîya.


Ez vê xeberdanêda eʼmirî ser we nakim, lê wekî hûn çʼeʼv bidine xîreta hinekêd din bona kʼomekdayînê, dixwazim we bicêrʼibînim, kʼa hûn hʼizkirinêda çiqas şîrhʼelal in.


Rʼûspîtîya me ev e: Îsafa me şeʼdetîyê dide, wekî me bi dilê sax û vekirî ji Xwedêda li vê dinê eʼmirê xwe derbaz kir, îlahî hindava weda, ne ku bi serwaxtîya merivayîyê, lê bi kʼerema Xwedê.


Deng heye ku nava weda bênamûsî jî heye û ew jî bênamûsîke usa, wekî nava pʼûtpʼaristada jî tʼune, ku yek dest davêje dêmarʼîya xwe.


çimkî hûn hela hê mîna bendêd vê dinê ne. Hʼeta ku nava weda hʼevsûdî û hevrʼikʼî hene, gelo ev yekana ne merivayî ne? Û hûn mîna bendêd vê dinê najîn?


Em ne mîna hineka ne, yêd ku xebera Xwedê kʼara xweva girêdidin, lê belê em çawa merivne ji Xwedêda şandî, li ber Xwedê bi heleqetîya Mesîh pê sitqê dilê rʼast xeber didin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite