Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Korîntî I, 4:21 - Peymana Nû (Încîl)

21 Hûn çawa dixwazin? Ez bi kʼulmê ser weda bêm, yan bi hʼizkirinê û berbihêrîyê?

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

21 Hûn çi dixwazin? Ma ez bi dar bêm ba we, an ku bi hezkirin û ruhê nerm?

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

21 Һун чаԝа дьхԝазьн? Әз бь кʼӧлме сәр ԝәда бем, йан бь һʼьзкьрьне у бәрбьһерийе?

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

21 اون کیشگه دِخازِن؟ اَز دِبی بِ زُپَ بِمَ لاره وَ آن بِ مُحبّتا رِحَگه نَرم؟

Gade chapit la Kopi




Korîntî I, 4:21
16 Referans Kwoze  

Min berê gotîye û niha jî dibêjim, çawa cara duda nava weda hazir bûm, niha jî dîsa dûrva wanrʼa dinivîsim, yêd ku pêşda gune kirine û usa jî hʼemûyarʼa: Gava dîsa bêm, îdî ez nadime xatirê tʼu kesî,


belê me dikaribû çawa şandîyêd Mesîh ser we bibûna bargiranî. Lê belê em nava weda rʼûnerm bûne, çawa kevanîk ku zarʼêd xwerʼa dirʼicife.


Bona van yeka ez dûrva werʼa dinivîsim, ku nebe gava ez bêm, hindava weda hʼişkîyê bikim bi wî hʼukumê ku Xudan daye min, ya ku bona avakirinê ye, ne bona xirabkirinê.


Min ew yek neʼma xweda nivîsîbû, ku nebe gava ez bêm, yêd ku gerekê min şa kin, ew dilê min bêşînin. Çimkî ez we hʼemûyada guman im, ku şabûna min şabûna we hʼemûya ye.


Lê ser minrʼa Xwedê şeʼde ye, ku min qêmîşî we nekir, ku nehatime Korintʼê.


Lê serwaxtîya jorin, berê pêşin paqij e, paşê eʼdil e, milûk û berbihêr e, bi rʼeʼmê û berêd qencîyêva tʼijî ye, bê tʼagêr û bê hʼilekʼarî ye.


Em hazir in ceza bidine hʼemû neguhdara, gava guhdarîya we tʼam be.


Awa min xwexa xwerʼa qirar kir ku dîsa neyêm dilê we bêşînim.


Çimkî heger ez hinekî jî zêde difirʼim, bona wê hʼukumdarîya ku Xudan da me, tiştekî şermîyê têda tʼune, ew bona avabûna bawerîya we ye, ne ku xirabbûnê.


Belê yê ku xweyîrʼûmet bû, ew bêrʼûmet derkʼet ji ber wê rʼûmeta ku ser wêrʼa bû.


wî merivî bidine destê mîrêcin, ku qalibê wî unda be û rʼuhʼê wî xilaz be Rʼoja Xudanda.


Hinek ji we babax bûne, wan tʼirê ezê neyême cem we.


Min hîvî ji Tîto kir û ew bira tʼevî wî şand. Gelo Tîto hûn kʼara xwerʼa dane xebatê? Me bi rʼuhʼekî nedikir? Em rʼêkêda nediçûn?


Xûşk-birano, heger yek neheqîkêda bê girtinê, hûn ku rʼuhʼanî ne, wî bînine ser rʼîya rʼastîyê, lê bi rʼuhʼê milûktîyê. Lê haş ji xwe jî hebin, ku hûn nekʼevine cêrʼibandinê.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite