Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Korîntî I, 4:12 - Peymana Nû (Încîl)

12 Em bi destê xwe dixebitin, bi xûdana xwe dijîn. Gava me rʼezîl dikin, em dua li wan dikin, gava me dizêrînin, em sebir dikin,

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

12 Em bi destên xwe dixebitin û keda xwe didin. Gava ku çêrî me tê kirin, em duayên xêrê dikin; gava tengahî li me tê kirin, em sebir dikin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

12 Әм бь дәсте хԝә дьхәбьтьн, бь худана хԝә дьжин. Гава мә рʼәзил дькьн, әм дӧа ль ԝан дькьн, гава мә дьзериньн, әм сәбьр дькьн,

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

12 اَم زحمته دِکِشِن و بِ دَسته خو شُل دِگَن. وقته دوژونا دِدَنَ مَ، اَم بَرکته دِخازِن؛ وقته اَذیَتا مَ دِتَ گِرِن، اَم تحمل دِگَن؛

Gade chapit la Kopi




Korîntî I, 4:12
23 Referans Kwoze  

Ji ber xirabîyêva xirabîyê nekin, yan ji ber bêhurmetkirinêva bêhurmetkirinê, lê ji ber vanva dua-dirozga li wan bikin, çimkî hûn vê yekêrʼa hatine gazîkirinê, wekî dua-dirozgê sozdayî ser weda bê.


Xwezî li we, gava bona navê Min we bêhurmet kin, bizêrînin û her cûrʼe buxdan li we bikin.


Yê we dizêrînin hûn dua wan bikin, belê dua bikin û nifirʼa li wan nekin.


Lê belê ev jî heye: «Heger dijminê te birʼçî ye, nên bidê û heger tʼî ye, avê bidê, çimkî tu bi vê yekê pirîskê êgir ser serê wî tʼop dikî».


cem wan ma û tʼevî wan xebitî, çimkî pʼêşê wan yek bû, kon çêdikirin.


Nifirʼkirêd xwe bimbarek kin û bona yêd xirabîyê we dikin, dua bikin.


Lê heger hûn bona rʼastîkirinê cefê jî bibînin, hûne xwezilî ne! Îdî ji meriva netirsin û xwe unda nekin.


Gava dihate rʼezîlkirinê, ji berva kes rʼezîl nedikir, gava cefa dikʼişand, gef li kesekî nedixwar, lê Xwe spartibû hʼakimê ser rʼastîyê.


Hingê Îsa got: «Bavo, bibaxşîne van, çimkî nizanin çi dikin». Ser kʼincêd Wî pʼeşk avîtin wekî nava xweda bela kin.


Lê Ez werʼa dibêjim, dijminêd xwe hʼiz bikin û bona wan dua bikin, yêd ku we dizêrînin,


Hingê wî çok da, bi dengê bilind kire gazî: «Xudan, vê yekê vanarʼa gune hʼesab neke». Aha ku got, hênijî.


Wê xebera ku Min werʼa gotîye bînine bîra xwe, ku: ‹Xulam ne ser axayê xwerʼa ye›. Heger Ez zêrandime, wê we jî bizêrînin. Heger gotina Min xwey kirine, wê gotina we jî xwey kin.


Lê Mixayîlê serekê milyakʼeta ev yek nekir. Gava bona cinyazê Mûsa rʼabû mîrêcinrʼa kʼete hʼucetê, turuş nekir ku bi gotinêd bêhurmetkirinê dîwana wî bikira, lê got: «Bira Xudan li te hilê!»


Bona vê yekê em dixebitin û diçerçirin, çimkî em gumana xwe li Xwedêyê sax tînin, ku Xilazkirê hʼemû meriva ye, îlahî Yê bawermenda.


ne jî nanê tʼu kesî bê heq xwarîye, lê bi xûdana eʼnîya xwe şev û rʼoj dixebitîn, diçerçirîn, wekî ser we tʼu kesî nebine bargiranî.


Ew xebat û cefê me tê bîra we xûşk-birano? Em şev û rʼoj dixebitîn, ku ser we tʼu kesî nebine bargiranî, gava me Mizgînîya Xwedê werʼa dannasîn kir.


Yan gerekê ez û Barnabas tʼenê bixebitin serê xwe xwey kin?


Hûn xwexa zanin ez û yêd tʼevî min em hʼewcê çi jî bûne, ev destêd min xebitîne.


Awa yêd ku li gora qirara Xwedê cefê dikʼişînin, bira xwe li qencîyê bigirin, rʼuhʼê xwe bispêrine Eʼfirandarê xweyî amin.


Çi wê bikaribe me ji wê hʼizkirina Mesîh biqetîne? Derd-kul, teʼlî-tengî, zêrandin, xelayî-celayî, bêsitʼarî, qede-bela yan şûr?


Min civînêd mayîn tʼalan kirin ji ber heqê xweva, wekî xizmetkʼarîyê werʼa bikim.


Ewê ku dizîyê dike, bira îdî nedize, lê bi xûdana xweye hʼelal bi destêd xwe bixebite, ku bikaribe dest bavêje kʼetîya jî.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite