Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Korîntî I, 4:11 - Peymana Nû (Încîl)

11 Hʼeta niha jî em birʼçî dimînin, tʼî dimînin, bê sitʼar dibin, têne kʼutanê û dero-der dibin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

11 Heta vê saetê em tî û birçî ne û bêcil in; li me tê xistin û em bê cih û war in.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

11 Һʼәта ньһа жи әм бьрʼчи дьминьн, тʼи дьминьн, бе сьтʼар дьбьн, тенә кʼӧтане у дәро-дәр дьбьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

11 اَم حَتا وه سَعَته ژی بِرسی و تِرنی و روتِن، مَ کُت خاریَ و اَم آوارَنَ.

Gade chapit la Kopi




Korîntî I, 4:11
13 Referans Kwoze  

Çi wê bikaribe me ji wê hʼizkirina Mesîh biqetîne? Derd-kul, teʼlî-tengî, zêrandin, xelayî-celayî, bêsitʼarî, qede-bela yan şûr?


Tʼunebûnê zanim, hebûnê zanim, ez her alîyîda û her hʼalîda ser vê surʼê vebûme û hîn bûme ku rʼazî bim, heger tʼêr bim, heger birʼçî, yan hebûnêda bim yan jî tʼunebûnêda.


zêrandin û cefayêd min. Tu zanî li Entakyayê, Qonyayê, Lîstrayê çi hatine serê min: Min çi zêrandin kʼişandin! Lê Xudan ez ji hʼemûya xilaz kirim.


Îsa gote wî: «Rʼûvîyarʼa qul hene, teyredêd eʼzmênrʼa jî hêlîn, lê bona Kurʼê Mêriv cîk tʼune ku serê Xwe lê dayne».


Em her alîyava teʼlî-tengîyada ne, lê nav dest-pʼîyê tengasîyada naçin, derecê bêgumanda ne, lê bêguman nînin,


Gelo îzina me tʼune em ji ber xebata xweva bixwin û vexwin?


Hananîyayê serekkʼahîn eʼmirî berdestîyêd nêzîkî Pawlos kirin ku dêvda bidinê.


Pey gelek lêdanêrʼa avîtine kelê û eʼmirî serwêrê kelê kirin, ku rʼind miqatîyê wan bike.


Hingê ji Entakyayê û Qonyayê cihû hatin, eʼlalet dane alîyê xwe, Pawlos dane ber kevira, ji bajêr kʼaşî der kirin, wan tʼirê mirîye.


Belê, hûn sebir dikin, gava yek we dike xulam, yan hebûka we dixwe, yan we kʼara xwerʼa dide xebatê, yan ser werʼa kʼubar dibe, yan rʼûyê we dixe.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite