Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Korîntî I, 3:12 - Peymana Nû (Încîl)

12 Li ser vî hʼîmî yek dikare bi zêrʼ, zîv, kevirêd qîmet, dar, gîhê, yan kayê çêke,

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

12 Eger yek li ser vê bingeha zêr, zîv, kevirên hêja, dep, giya, qirş ava bike,

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

12 Ль сәр ви һʼими йәк дькарә бь зерʼ, зив, кәвьред ԛимәт, дар, гиһе, йан кайе чекә,

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

12 نَهَ هَگو هَچی کَسه عِمارَتَگه سَر وه خیمه بِ زِر، زیو، بَرِت بُها، دار، گیا آن بِ گا چه گَت،

Gade chapit la Kopi




Korîntî I, 3:12
33 Referans Kwoze  

Çimkî zemanê bê, ku meriv wê guh nedine hînkirina saxlem, lê wê xwestinêd dilê xwerʼa wan dersdara serhev tʼop kin, yêd ku tiştêd li guhê wan xweş tê wê hîn bikin.


Ev kʼulfetana her gav hîn dibin, lê tʼu car nikarin rʼastîyê nas kin.


Maleke mezinda ne ku tʼenê derdanêd zêrʼ û zîv hene, lê yêd ji dar û hʼerʼîyê jî hene, hinek bona derecêd bilind in, hinek jî bona derecêd nimiz.


Ew sûr ji kevirê yaspîs hatibû çêkirinê û bajar xwexa ji zêrʼê xasî mîna şûşe zelal bû.


Ez vê tʼemîyê didime te: Zêrʼê ku bi êgir hatîye safîkirinê ji Min bikʼirʼe, wekî tu dewletî bî û kʼincêd çîle-qerqaş ji Min bikʼirʼe, ku li xwe kî, wekî şerma teʼzîbûna te bê nixamtinê, usa jî dermanê çʼeʼva, ku li çʼeʼvêd xwe dî, wekî bibînî.


Ev yek dibe sebeb, wekî xalisîya bawerîya we hê bi qîmet kʼifş be, ne ku ew zêrʼê ku nava êgirda tê cêrʼibandinê lê dîsa unda dibe û bi vî awayî ew bawerîya we wê hêjayî pesin, rʼûmet û qedir be, wextê xuyabûna Îsa Mesîh.


Lê gazineke Min li te heye, ku li wê derê hinek merivêd te hene, ku pey hînkirina wî Bilamî diçin, yê ku Balaq hîn kir, ku zarʼêd Îsraêl ji rʼê derxe, wekî ew qurbanêd pʼûta bixwin û bênamûsîyê bikin.


Ber bayê cûrʼe-cûrʼe hînkirinêd xerîb nekʼevin. Qenc e ku dil bi kʼerema Xwedê bişide, ne ku bi qeyde-qanûnêd xwarin-nexwarinê. Ewêd ku pey tiştêd aha kʼetin, tʼu kesî kʼar nestand.


û merivêd xirabe xweyîfêl wê xirabîyêda pêşda herʼin, bixalifînin û bixalifin.


Heger yek tiştekî din hîn bike û gotinêd Xudanê me Îsa Mesîhe saxlem û hînkirina xwedêpʼaristîya me ne qayl e,


Haş ji xwe hebin, nebe ku yek bi serwaxtîya derewe pʼûçʼ dilê we bike hêsîr. Ew ji eʼdetêd meriva û sixirêd vê dinyayê tên, ne ji Mesîh.


Em ne mîna hineka ne, yêd ku xebera Xwedê kʼara xweva girêdidin, lê belê em çawa merivne ji Xwedêda şandî, li ber Xwedê bi heleqetîya Mesîh pê sitqê dilê rʼast xeber didin.


Niha ez hîvî ji we dikim xûşk-birano, ku hûn hʼevza xwe ji wan bikin, yêd ku ji wê hînbûnê der, ya ku hûn hîn bûne, cudebûnê pêşda tînin û xelqê pʼişk dikin. Ji wan dûr bin.


Ji nava weda jî merivê derên û tiştêd xêlif wê xeber din, ku şagirta pey xwe bibin.


Lê belê em ji tiştêd eʼybe dizîva dûr in û fêlbazîya nakin, xebera Xwedêda qelpîyê nakin. Lê serda em rʼastîyê eʼyan dikin û bi vî awayî xwe dîyarî îsafa her merivî dikin li ber Xwedê.


Çimkî hʼîmekî din kesek nikare bavêje, pêştirî yê avîtî, ku Îsa Mesîh e.


lê bi çi tiştî jî çêke, şixulê her kesî wê eʼyan be, çimkî ew Rʼoj wê bide kʼifşê, ewê bi êgir eʼyan be û kirê her kesî çi hʼalîda be, agirê bicêrʼibîne.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite